Meclîsa Sûriya Demokratîk bi fikareke mezin pêşketinên metirsîdar ên girêdayî bilindbûna asta ava çemê Feratê û zirarên ku ji ber vê yekê li hin herêmên Reqa û Dêrezorê çêbûne, dişopîne. Ev yek di nav şert û mercên avhewayî û awarte yên tevlihev de û di nav zehmetiyên binesaziyê de ku herêm ji salên şer ve dikişîne, diqewime.
Di demekê de ku Meclîs sersaxiyê ji malbatên qurbaniyên ku di vê karesatê de jiyana xwe ji dest dane re dixwaze û tekez dike ku ewlehiya sivîlan û parastina milkên giştî û taybet pêşîniyek sereke ye ku derengxistin an jî siyasîkirinê napejirîne; MSD bang li Hikûmeta Sûriya Demkî û hemû aliyên rêvebirî û xizmetguzariyê yên li herêmên ziyandîtî dike, ku berpirsiyariyên xwe yên tam hildin ser xwe û pêngavên lezgîn û zelal ji bo rûbirûbûna metirsiyên lehiyê bavêjin, her wiha alîkariya lezgîn bigihînin sivîlan û rê li ber dubarebûn an berfirehbûna karesatan bigirin.
Meclîs hişyariyê dide ku karesata mirovî ya pêkan di dema berdewambûna bilindbûna asta avê de, hewceyî bersiveke navdewletî ya lezgîn e, ku piştgiriya tîmên hawarçûnê, nûjenkirina binesaziya ziyandîtî û qerebûkirina dadperwer û birêkûpêk a kesên ziyandîtî li xwe bigire.
Meclîsa Sûriya Demokratîk tekez dike ku aramiya herêmê berpirsiyariyeke kolektîf e û ji bo derbaskirina qeyranên heyî pêwîstî bi koordînasyoneke niştimanî ya Sûrî ya berfireh heye, ku dûrî hesabên teng be û di xizmeta paşeroja Sûriyê, yekitî û aramiya gelê wê de be. Her wiha bang dike ku mekanîzmayên herêmî û navdewletî yên lezgîn ji bo birêvebirina dosyaya çemê Feratê bi şêwazekî mayende û dadperwer werin çalakirin, bi awayekî ku mafên hemû aliyan garantî bike, rê li ber dubarebûna qeyranan bigire û bingehê ji bo têkiliyên cîrantiyê yên hevpar ên li ser bingeha hevkarî û temamkeriya herêmî ava bike.
30’ê Gulana 2026an
Meclîsa Sûriya Demokratîk


