Wezareta Aborî û Pîşesaziyê ya di Hikûmeta Sûriyê de herî dawî nirxê kirîna tonek genim ji bo werza 2026’an bi 46 hezar lîreyên nû yên Sûrî diyar kir. Ev pêngav bû sedema nerazîbûneke berfireh di nav dorûberên çandinî û cotkariyan de, nexasim li herêmên Cezîre û Firatê ku stûna sereke ya hilberîna çandinî û ewlehiya xwarinê ya li welêt in. Her wiha herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di salên borî de depoya çandiniyê ya herî giring a Sûriyan pêk anîn, ku tevî şert û mercên cûrbecûr û astengiyan, beşek mezin ji pêdiviyên xwarinê yên welêt dabîn kirin.
Meclîsa Sûriya Demokratîk nerazîbûn û şermezarkirina xwe li hember va nirxaê nedadmend tîne ziman, ku ev nirx li gora lêçûnên rastîn ên ku cotkar dikişînin nîn e; bi taybetî di bin siya buhabûna mezin a sotemenî, tov, gubre, lêçûnên veguhastinê û avdanê de, ligel bandorên hişkesaliyê û kêmbûna pişgiriya hikûmetê ji sektora çandiniyê re di salên borî de.
Pejirandina va nirxê zordest li derheqê berhemkarên çandiniyê de, berdewamiya nêzîkatiyek aborî ya navendî nîşan dide, ku dadmendiya civakî û pêdiviyên geşepêdana hevseng di navbera herêmên Sûriyê de li ber çavan nagire , Ev yek her wiha polîtîkayên aborî, ku li çandiniyê wekî sektorek stratejîk a girêdayî ewlehiya xwarinê û serweriya neteweyî nanêre belî dike, belku bi mentiqek rêvebirî û qezencparêzî, ku dûrî pişgiriya berhemkaran û parastina çînên kedkar nêzîk dibe.
Di demekê de ku pêwistiya cotkarê Sûrî bi polîtîkayên pişgiriya rastîn heye, da ku berxwedan û berdewamiya xwe li ser axa xwe xurt bike, ev biryar tên, da ku cotkaran ber bi marjînalbûn û zirarên hîn zêdetir ve bikşînin; ku ev yek paşeroja çandiniya neteweyî dixe bin gefê û şiyanên ewlehiya xwarinê ya Sûriyê lawaz dike.
Avakirina polîtîkayeke aborî ya neteweyî û dadmend, daxwaza derbasbûna ber bi modelek geşepêdanê dike ku xwe dispêre pişgiriya aboriya civakî û hilberîna herêmî û hêzdayîna civakên berhemdar ku dahatên xwe bi şêwazek demokratîk û dadmend bi rêve bibin, da ku geşepêdana domdar û hevsengî di navbera herêmên cihê yên Sûriyê de pêk bê.
Em, Meclîsa Sûriya Demokratîk, piştgiriya xwe ya tam bi cotkaran re tekez dikin û daxwaz dikin, ku demildest vegerek li nirxê genim bê kirin, bi awayekî ku nirxekî dadmend û mafdar bê diyarkirin, ku lêçûnên hilberînê li ber çavan bigire û marjînek qezenckirinê dabîn bike, ku rûmeta cotkar biparêze û piştgiriya berdewamiya proseya çandiniyê bike .
Her wiha em bang dikin ku polîtîkayeke çandiniyê ya neteweyî, zelal û domdar bê girtin, ku li ser bingeha pişgiriya herêmên berhemdar, dabînkirina alavên çandiniyê û parastina mafên cotkaran be; dûrî yekdestdarî û biryarên aborî yên navendî û nebeşdar ku qeyranên aborî û civakî yên li welat girantir dikin.
Meclîs her wiha tekez dike, ku pêkanîna dadmendiya aborî, daxwaza pejirandina sîstemek nenavendî dike, ku dabeşkirina dadmend a çavkanî û gencîneyên neteweyî mîsoger bike, ku herêmên berhemdar roleke rastîn di birêvebirina karûbarên xwe yên aborî û geşepêdanê de bikin, ku ev yek aramiya neteweyî û hevkariya di navbera hemû Sûriyan de xurt dike.
Parastina cotkaran û mafên wan, parastina paşeroja Sûriyê û ewlehiya wê ya xwarinê ye û parastina mafê welatiyan di jiyana birûmet û dadmendiya civakî de. Her wiha parastina cotkarê Sûrî û pişgiriya hilberîna neteweyî ne tenê dozeke aborî ye, belku beşek e ji şerê Sûriyan ê ji bo aramî, serweriya civakî û avakirina dewletek demokratîk ku rûmet û dadmendiyê ji bo hemû gelê xwe pêk tîne.
Berdewamiya qeyranên aborî û jiyanî li Sûriyê, rasterast girêdayî nebûna aramiya siyasî û nebûna lihevkirineke neteweyî ya giştî ye, li ser şêwazê dewletê û birêvebirina çavkaniyên wê bi şêwazek dadmend û hevseng.
Di vê çarçoveyê de, Meclîsa Sûriya Demokratîk piştrast dike ku rizgarkirina welat ji qeyranên kombûyî û rêgirtina li vegera rewşa nearamiyê li Sûriyê, tenê bi destpêkirina pêvajoyek veguheztina siyasî ya berfireh, li gorî biryara Meclîsa Ewlekariyê ya 2254’an, bi beşdariya hemû Sûriyan bê cudahî, dikare pêk were. Ev pêvajo divê bibe sedema avakirina dewletek demokratîk, piralî û nenavendî li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev, dadmendî û serweriya yasayî.
Her wiha em banga xwe ji bo lidarxistina kongreyeke neteweyî ya Sûrî ya giştgî nû dikin, ku bibe bingeha hevkariyeke neteweyî ya rastîn û binga qonaxeke veguhastî ya temam-stûn, ku astengiyên siyasî, aborî û civakî çareser bike û Sûriyê bixe ser xeta rast ber bi paşerojeke ewle, aram û nûjen ve.
19ê Gulana 2026an
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk


