Desteya Giştî ya Hevpeymaniya Hemwelatiya Sûriyeyî ya Wekhev «Temasuk» (Hevgirtin), roja şemiya borî 4’ê Tîrmeha 2026’an sêyemîn civîna xwe ya fîzîkî li Şamê, li dar xist.
Civîn bi piştrastkirina amadebûyan û bi axaftina pêşwaziyê li ser navê Komîteya Siyasî ya Demkî dest pê kir. Piştre fersend hat dayîn ji bo du hêzên nû yên ku dixwazin tevlî hevpeymaniyê bibin, da ku xwe bidin naskirin.
Piştî wê, rojeva xebatê hat pejirandin, ku tê de gengeşeya reşnivîsa rapora siyasî ya ku ji hêla Komîteya Siyasî ya Demkî ve hatibû amadekirin, pêk hat; her wiha rapor bi têbînî û sererastkirinan hat dewlemendkirin daku di rojên pêş de were weşandin. Piştre civîn derbasî beşeke taybet bi komîteyên navxweyî yên “Temasuk” û nirxandina kar û xebatên wan ên pêk hatî bû. Di dawiyê de jî, beşa biryaran hat encamdan, ku tê de biryarên girêdayî dîtina siyasî û rêziknameya navxweyî ya “Temasuk” hatin pejirandin.
Şam
4’ê Tîrmeha 2026’an


