Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) bi tundtirîn şêwaz teqînên ku derdora Hotela Four Seasons li Şamê kirin armanc şermezar dike. Ev kiryara terorîstî wekî êrîşekê li ser ewlehiya welatiyan û aramiya welat û wekî hewldaneke ji bo têkdana xebatên ku armanca wan çespandina ewlehî û aştiyê ye li Sûriyê, pênase dike.
Dema vê êrîşê, ku hemwextî serdana Serokê Fransayê Emmanuel Macron bo Şamê bû, fikarnetiyeke cidî derbara hewldana aliyên berpirs ji bo têkdana fersendên vebûna siyasî û dîplomatîk çêdike. Her wiha wekî peyamekê ye ku dixwaze rêgeha hevkariyê ya di navbera Sûriyê û hevkarên wê yên navdewletî de bike armanc. Tevî vê yekê jî, diyarkirina motîv an aliyên berpirs, tenê di encama lêkolînên fermî de diyar dibe.
Meclîs tekez dike ku armancgirtina ewlehî û aramiyê, an hewldana bandorkirinê li ser serdanên dîplomatîk ên ku armanca wan piştgirîkirina Sûriyeyê ye, xizmeta tu aliyan nake ji bilî wan hêzên ku dixwazin welêt di nav çerxek tundûtûjî û kaosê de bihêlin û astengkirina her hewldaneke neteweyî yan navdewletî ya ji bo aramiya ewlehî, siyasî û aborî çêbikin.
Meclîs hemû hewldanên herêmî û navdewletî yên ku armanca wan piştgirîkirina Sûriyan, di avakirina dewleteke ewle û aram de bilind dinirxîne. Her wiha tekez dike ku diyalog, hevkariya navdewletî, rêzgirtina li serweriya Sûriyê û yekparçeyiya xaka wê, riya herî baş e, ji bo çareserkirina hemû astengiyên ku rûbirûyî welat dibin.
Meclîs bang li aliyên peywendîdar dike, ku lêkolîneke zelal û berfireh pêk bînin ji bo eşkerebûna hûrgiliyên va kiryara terorîstî û sizakirina berpirsên wê li gorî yasa, bi awayekî ku baweriya Sûriyan bi şiyana saziyên dewletê di parastina ewlehî û aramiya wan de xurt bike.
Şifaya bilez ji bo birîndaran û Xwedê Sûriyê û gelê wê ji her tiştê ku gefê li ewlehî û aştiya wan dike, biparêze.
7ê Tîrmeha 2026an
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk



