Pênasekirina Meclisa Sûriya Demokratîk ( MSD’ê )
Ew çarçoveyeke niştîmanî demokratîk ya Sûrî ye, ji hêzên civakî û sîyasî û kesayetiyên serbixwe ku belgeyên wê erê dikin pêk tê. Ew vekiriye li ser hemî rêxistin û kesayetiyên siyasî ji bo li xwe girtina berpirsyariyên xwe di rizgarkirina Sûriye de û pêkanîna daxwazên gelên Sûrî di guhertina demokratîk a berfireh, wekheviya zayendî, dadmendî û avakirina pergalê projeya niştîmanî .
Ji bo vê armancê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkoşîneke berdewam û domdar dike ji bo şerê li dijî tundrewiyê bi her cûreyên xwe ve, û damezrandina rêveberiyên sivîl ku bingeheke ji bo pergala siyasî ya demokratîk, ya ku wergerîne prensîba nenavendî, garantiyek serfirazî ya projeyên pêşveçûnê yên domdar li seranserê welêt, dike, herwiha binpêkirina bingehên cûdabûnê û serdestiyê hildiweşîne . Herwiha, Meclisa Sûriya Demokratîk ew lêveher û sîwana siyasî ye ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ú Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê, Ew hêz e ku her pêvajoyek danûstendinê bimeşîne,bi nêrîna ku bijardeya çareseriyek siyasî bi riya danûstendinan ve yekane rêye ji bo rizgarkirina welêt . Kongireya damezrêner a meclîsê li bajarê Dêrikê, Bakûrê Rojhilatê Sûriyê, di 9’ê Kanûna yekem 2015 de hate lidarxistin .
” (Belgeya Siyasî ya Meclisa Sûriya Demokratîk MSD)”
Piştî derbasbûna bêhtirî sedsalekî li ser peymanên navdewletî yên ku ji encama Cenga Cîhanî ya Yekemîn ve hat bidawî kirin û nexşeyên nû ji bo herêmê ji dest û daxwazên gelê xwe dûr xistin û piştre girtina rijêmên sitemkarên nijadperest ên li ser desthilatê li van welatên nûsaz, krîzên binesazî û şerên navxweyî yên li herêmê dîsa teqandin û bi wêneyên kambax li Sûriyê bicih bûn mîna şerekî cîhanî yê sêyemîn ku şeş sal in didome.
Aloziya Sûrî ket sala xwe ya heftemîn, û makîna şer berdewam xwînê dirjîne, mirinê û wêraniyê belav dike, di demekê de ku Sûrî ne gihîştî lihevkirinê ji bo pijandina projeyekî siyasî ku rê li ber derketina ji tuneleke tarî ya ku welêt ketiyê, tevî ku bi dehan kongir hatin lidarxistin û ti asoyên çareseriyê di dema nêzîk de ji bo aloziya Sûriyê xuya nabe ji hêla hêzên navneteweyî yên têkildar bi dosyaya Sûrî ve, tundûtûjiya riêma sitemkar û tundûtûjiya dijber, bû sedema kuştina bi sed hezaran Sûrî û mîna wan wenda, bêtir ji du mîlyon birîndar û astengdar, bi mîlyonan koçber, û hema hema piraniya bajaran, bajarok, gundan û binesaziya wan hilweşandin.
Wekî encameke rewşê, ji gumaneke rast derket tevgera gelêrî, ku yekem car di navbara Adara 2011’an de dest pê kir, rêveberiyek bi hêz nebû ku karibe pêvajoya guheztin û veguherîna demokratîk bide ber xwe, Ji ber gelek sedeman nebûna nerîneke rast ji rewşa Sûriyê re û asoyên pêşeroja wê, her wiha nebûna stratejian û pilanên durist ji bo pêşveçûna vê tevherê bû sedema aloziyeke girêkok, û nebaweriya bi hêza xwe destûr da destwerdanên derve serweriya Sûriyê binpêdan heta ku hêzên derve bûn faktorên sereke, lê di pir rewşan de bi tenê yên ku rêveberiya aloziyê kontrol dikin û deriyê Sûriyê vekir ta destwerdanên bêhejmar, û çavkaniyên destekdanê pirrjimar kir ta ku van çavkaniyan karîn qada Sûrî bikar bînin jibo tesfiyekirina hesabên xwe û xizmeta berjewendîyên xwe yên stratejîk û tektîkî bikin.
Vê yekê jî zemîn peyda kir ji bo derketina hêzên radîkal yên tundrew ku paşê piştî perçebûn û bê serûberiya hêzên opozîsyona Sûriyê kontrol kirin, dest bi el Qaîde û Eniya Nusra kirin û gihîştin ku DAÎŞ wek rêxistina terorîst a herî tund û xwînxwar a terorîst ku bi navê olê li dijî hemû nirxên mirovahiyê şer dike.
Bûyerên salên paşîn ên li Sûriye û deverê ji me re piştrast kir ku şoreş di vê astê de û di rewşên wiha de bê guman hewceyê nexşeyek yekgirtî û taybetmendiyên zelal e ku ruhê demê derbas dike, û ewlehiya beşdarbûna çalak û berpirsiyar a gel û pêkhatên cihêreng di avakirin, parastin û pêşxistina pergalek nû ya demokratîk, mînakek baş a ezmûnê ye. Wek nimûne tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya demokratîk li Rojava – Bakurê Sûriyê, ku
berpirsiyariya birêvebirina herêmê di rewşên zehmet de girt, û jiyana mirovan ji êrişên groupên tekfîrî û komên din ewle kir û digel dorpêçkirina tund li ser herêmê, ew peyda kir. Vê yekê jiyana mirovan ji êrişên komên Tekfîrî û yên din ewle kir û digel dorpêçkirina teng li ser deverê, sedemên jîyana wan peyda kir, Vê rêveberiya hevpar nûnertiya pêkhatên li herêmê kir, digel belge kirina peywendên biratî yên di navbera wan de li ser bingeha pêkvejiyana aştiyane û pêkvejiyanê ye. Di bin siya vê rêveberiyê de xelkê Sûriyê canê xwe dan ji bo avakirina jiyanek azad û bi rûmet, wek berê hîna jî yê kurd, ereb, suryanî aşûrî û turkmen bi hev re liber xwe didin di rûbrûbûna hovtirîn dijmin û rojane qurbaniyan didin .
Çareseriya siyasî ji aloziya Sûrî re, xwe wek çareseriya yekane dibîne ku dikare vê aloziyê sînordar bike û rê bide hemû pêkhateyên civakê rola xwe ya pêdivî di Sûriyeya pêşerojê de li ser bingehên demokratîk bilîze da ku civakek demokratîk, pirreng û sazîyên dewletek destûrî, hevpeymanî û nenavendî ava bike.
ji ber ku aloziya Sûrî aloziyeke binesazî ye, bi bingeha yek-dewlet a netewperesta yekdestî ye û li ser zordarî û înkarkirina yê din e, divê çareserî li Sûriye were rêvebirin ber bi nenavendî, hevparî û demokrasiya rasteqîn ve, da ku hemî pêkhatan, bi taybemendî û dîtinên cihêreng, bikar bîne da ku xwe di nav welatê hevbeş de pêkbîne ku divê her kesî himbêz bike beyî ku bê dûrxistin an qedexe bimîne an jî serdestî lê bibe, ew pêdivî yî welatekî ye ku bi zagonên dadperwerî tê domandin û ji hêla saziyên demokratîk ve were rêvebirin ku bibe misogeriyeke destûriya mafnasî ji Sûriya ku li gor vê serdemê, berovajî vê yekê israr kirina liser netewdewletê an ferzkirina navendîbûnê an nasnameyek taybetî li ser dewletê dê xizmeta dabeşkirin û perçekirina Sûriya yê bike.
Bi israr kirina li ser Sûriyeyek yekgirtî, nenavendî nayê wê wateyê ku navenda wê bi tevahî were rakirin, lê belê ev navend dê ji alîyê rêxistina kontrolê ve veguheze navgînek hevrêzî û yekbûnê di navbera hemî herêmên wê de ku giştî pêk tîne, di heman demê de birêvebirina karên bingehîn ên taybetî yên ku karaktera stratejîk a giştî . Ji bo rawestandina xwîna Sûrî û bidawîbûna belavbûn û perçebûna ku Sûrî ji wê azar dibe û hêzên wê yên siyasî yên ku bûne sdema wêranbûna enerjiyên civaka Sûrî, û ji bo têkbirin û jinavbirina terorê û rijandina wê, pêdivî ye ku diyalogek Sûrî-Sûrî ji nû ve avakirina Sûriyeyek azad û demokratîk li ser bingeha rêzgirtina cûdarengiya civaka Sûrî, dadmendî, wekheviya zayendî û berçavkirina azadiya jinê bingeha hemî azadiyan e. Tê zanîn, Sûrî di demokratîkbûna rejîmên li seranserê Rojhilata Navîn de xwedî roleke girîng e, û ew ê taybetmendiyên 100 salên din diyar bike, ji ber vê yekê em rijdin ku Sûriyê bibe welatekî demokrat, nenavendî û cihêreng be. Li gorî vê yekê, Meclisa Sûriya Demokratîk, ku di 8-9 / 12/2015’an de li Dêrikê hate damezrandin, pirensîb û ayendên jêrîn pesend dike: • Gel di welatê Sûrî de yekîneyeke civakî yekgirtî ye ku bingeha wî hevwelatî ye di maf û peywirên xwe de bê cudahî di navbera zarokên xwe de, û ew li ser axa dewleta xwe azad û serwer e û bi kûrahiya xwe ya şaristanî û çandiya dewlemend û cihêreng ser bilind e, û dewleta xwe li ser vê bingehê ava dike û bi tevlîbûna hemû pêkhateyên wê ve bê cudahî, herwiha ew hemahengî ye li ser pêkvejiyanê û xebata ji bo berjewendiya giştî.
Gelê Sûrî, wekî pêvajoyeke dîrokî, têkilî û hevsengiya civakî di nav gelên sereke yên li herêmê de, di nav de Ereb, Kurd, Siryan, Asûrî, Kildanî, û neteweyên din ên wekî Turkmen, şerkes, û Ermenî diyar dike, û hemî pêkhateyên wê bi tevahî xwedî mafên neteweyî yên rewa ne li gorî peyman û hevpeymanên navneteweyî. Bi girêdana karaktera yasayî ya vî gelî bi kesayeta dewleta Sûrî re, gelên Sûrî yek in, bi tekezî li ser erêpêdan û mukurhatina ciyawaziya civakî û siyasî. • Danpêdana cihêrengiya civakî ya Sûrî û mukurhatina destûrî bi mafên neteweyî yên gelê Kurd, gelê Asûrî Suryanî-Kildanî, Aramî, gelên Turkmen, Ermenî û Şerkesî, û çareserkirina pirsa wan bi çareseriyeke demokratîk û dadmend li gorî peyman û hepeymanên navdewletî.
• Parastina yekîtiya welatê Sûrî û pişkdariya wî, welatekî ku ne tenê bi neteweke bi yek ziman an yek olê re, lê belê welatekî pir ziman, netew û pir olî ku bi ruhê niştîmanî serdest e li ser bingeha girêdana bi axê, ekolojî û pêşketinê re, dûrîji Sofyetî û etnîkî ..
Veguheztina ji rewşa zordar a polîtîk, zîhniyeta Soviyetê, pergala navendî û netew-dewlet ber bi pergaleke federal, demokratîk û nenavendî. Ne mimkûn e ku hem dewlet bibe netewe û hem jî demokrasî be, cewherê komariyê wekî dewleta netewe faktorekî bingehîn e ku di taybetmendiyên demokratîk ên civakan de bête rakirin û tunekirin. Eger cihêrengiya çandî li ser rastiya siyasî li Sûriyê were danîn, em ê bibînin ku prensîba çareseriya demokratîk bi modela Komara Federal a Sûriya Demokratik wek pergala jorîn ya berfireh ji bo hemî federasyonan wekî pergalek yasayî û demokratîk ji bo hemî hemwelatiyan pêkve ye, û bi vî rengî têgeha bingehîn a netewa demokratîk tête peyda kirin, li gorî vîn û xwestekên pêkhateyên civakî dibe ku çend herêmên federal hebin.
Ji bo cîbicîkirina prensîbên demokrasî û ‘Elmaniyetê, pêdivî ye ku make zagoneke demokratîk bi hevrazî be, ku ew gerantor e ji bo yekxistina federasyonan di hundurê welatê hevbeş .
• şerkirin li dijî komên tundrew yên bi navên cuda cuda û dijberkirina çanda tundrewiyê bi hemû cûreyên wê re, û piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratik jibo rizgarkirina herêmên Sûrî ji serdestiya terorê û hêzên tundrew.
• Azadiya jinê wekî bingeh û misogeriya hemî azadiyan. Ji bo rakirina kiryarên nedemokrat û neheqane yên ku li jinê tê kirin, pêwîstî heye bi bendên destûrî ku wekheviya jin û mêran di hemû warên jiyanê de misoger bike. Ji ber vê yekê, beşdarbûna çalak a jinan di proseya amadekirina destûra nû li Sûriyê, yek ji wan tiştên bingehîn e ku bêyî wê nabe.
Nûnertiya wekhev a zayendî di hemî warên jiyanê de wekî bingehekî serke ji bo bidestxistina jiyanek azad û dadperwer di civaka Sûrî de. Herwiha misogerkirina vê yekê di destûrê de.
Em siyasetek aborî dikin ku civak û jîngeh xwe ji bandorên yekdestî diparêze, têra pêdiviyên civakê dike, û dabeşkirina dadmend ji dewlemendiya ku em wekî Sûrî bi dest xwe ve digirin pêk tîne. Herwiha bidawîkirina bêkariyê da ku kar ji bo her kesî hebe.
• Mafê gelan ji bo bikaranîna ziman û çanda xwe di her warî de, ji mafên bingehîn yê mirovan e. Ji ber vê yekê, garantiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî di destûra nû de ji bo hemiyan (Ereb, Kurd, Aşûrî, Ermenî, Tirkmen, Şerkes, û Çeçan) girîng û pêdivî ye ji bo pêkanîna hevgirtina civakî û çandî ya civakên Sûriyê û rê ji bo yekîtiya dilxwazî di navbera hemû pêkhateyan de vedike.
Xweparastin; pirsek bingehîn e ku girêdayî hebûna gelan û nasnameyên civakî û çandî li Sûriyê ye, û jiyana ku ji xweparastinê bêpar e bi trajedî û karesatên li ser civakan bi dawî dibe û dikeve jenosîdê. Ji ber vê yekê, garantiya xweparastina civakan ji bo ewlehiya jiyanek wekhev û azad pêwîst e.
• Ciwan di civakê de hêzeke çalak in û divê ew di pergala demokratîk de xwedî nûnertiyeke rasteqîn bin. Ew pêşengên pêvajoya guhertina demokratîk in. Ji ber vê yekê, guhdana li wan û dayîna mafê wan a nûnertî û xebata di warên jiyanê de yek ji prensîbên jiyana azad.
Misogeriya mafên xwediyên pêdawîstiyên taybet, bi taybetî zirarmend û qurbaniyên cenga ku ev çend sal in Sûriyê te re derbs dibe.
Şervanên kevin yek ji nirxên exlaqî yên şoreşê tên hesibandin, ku hewcedariya wan bi lênêrîna wan heye û mafên wan di jiyanek birûmet a mayînde de misoger bibe.
• Parastina zarokan û pêşxistina projeyên afirîner ên ji bo rizgarkirina zarokan ji salên tundûtûjiyê ji encamên koçberî, leşkerî û nexwendewariyê, û parastina mafên zarokan li gorî zagon û rêbazên navneteweyî.
Edaleta û dadweriya civakî misogeriya aştiya civakî û geşepêdana hevseng e.
• Rêgeziya cîranperwerî û têkiliyên li ser bingeha berjewendîyên hevbeş wekî prensîpek ji bo parastina ewlehiya welat be .
• Tekezî li ser yekrêziya xaka Sûriyê.
• Şehîd nirxên exlaqî yên şoreş û civakê ne. Vejandin û zindîkirina wan di bîranîna civak û dîrokê de tê wateya parastina şoreşê, herwiha xwedî derketin û guhdana li malbatên şehîdan erkekî exlaqî ye.
Prensîbên Meclisa Sûriya Demokratîk û bingehên wê yên sereke, projeyekî siyasî niştîmanî û demokratî Sûrî ye, ku dixebite ji bo tevlîbûna hemû pêkhateyên civakê û saziyên siyasî di vê qonaxa girîng ya berbiçav de, da ku berpirsiyariyên xwe di rizgarkirina welatê xwe de ji wê trajediya ku ew ezmûn digire û bigihîje armancên gelê xwe ji bo guhertina berfireh û avakirina pergalek demokratîk a alternatîf. Herwiha, Meclisa Sûriya Demokratîk ew projeya ku dê yekîtiya Sûriyê bike û wê ji parçebûna ku di salên derbasbûyî de rû daye xelas bike. MSD’ê sîwana siyasî ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ye, hêzên ku qurbanî dan û berdewam e .
Veguhestina demokratîk
Nexşerêya çareserkirina kirîza Sûriyê
Geşedanên li Rojhilata Navîn û Sûriye û wêranbûna ku ji hêla dewletên netewe navendî yên zordest, ku sînorên xwe bi zorê çêkirine, bûn pergala serdestiya cîhanî ya di destpêka sedsala borî de, û derketina encamên wan politikan bi eşkere, diyar dike ku herêma me û bi taybet Sûriyê ya ku di aloziyan de derbasdibe, bingehên wê yên binesazî, zanyarî, siyasî, abûrî û civakî heye û heta niha civak bi şêweyê rêveveberiyén kevnperest yên zordest nayê kontrol kirin . Ji bo bibe alternatîfek li şûna wê, civakek demokratîk wekî qonaxek nû di forma sîstem û neteweyên demokratîk de were damezrandin .
Yekîtî, biratî, jiyana kolektîf û pirjimarî li Rojhilata Navîn – bi taybetî Sûriye ji wê – û kevneşopî û mîrateyên wê yên çandî ji her cihekî din kevnar û resentir e, tevî ku perçebûn û marjînalbûna welatan bi bîrdoziyek neteweyî (an olî) re, ku ji hêla çînên serdest ên civakan ve, ku gel û civakan dagir dike, dijîn. Digel biratî û aşitiyê, gel û civakan bi polîtîkayên nefret, dijminatî, pişaftin, perçebûn û çêkirina sînoran nizanîbûn, û yên ku van tiştan tevlihev dikin û nakokiyan diafirînin hêzên serdest ên hundurîn û derveyî ne.
Li gorî van rastiyan, em bawer dikin ku çareseriya rasteqîn a li Sûriye bi avakirina civakek demokratîk tê bidest xistin. Bi navgîniya wê de, avahiya netewdewleta navendî, ya şoven û zordar ku dijberî dîtina çareseriyên mayînde û bingehîn ji bo pirsgirêkên demokratîk û civakî têk diçe.
Wekî din, hemî şêwirên navneteweyî yên ku heya niha li ser pêşeroja Sûriyayê de hatine lidarxistin li ser bingeha pergala dewletên navendî û zordar nayê çareser kirin, û têgihîştina sûriyeke nenavendî û dêmokratîk rê li ber derketina ji vê aloziyê vedike ya ku hemî têgihiştin û lihevkirinên navdewletî yên têkildar têne rêve kirin.
Ji bo pêkanîna jiyana hevbeş ya aştiyane di navbera gelan de, gihîştina civakek demokratîk ekolojîk û sosyalî , avakirina pergala zagon û demokrasiyê ku jiyanek azad û bi rûmet ji bo hemû komên gel peyda dike, û pabendî nirxên heqîqetê û dadmendiya civakî dûrî têgehên netew-dewlet, leşkerî û olî, û hwd.
Wekhevî bêyî cûdahî li ser bingeha nijad, ol, mezheb an zayend, û bi mebesta ku bigihîje hevgirtina exlaqî û polîtîk di civaka Sûrî de ji bo erkdariya wê ya têgihiştina hevbeş û pêkvejiyanê di nav piralîzmê de, rêzgirtina ji prensîba mafê gelan ji bo çarenûsê, nedewletî û demokratîk, û mafê rizgarbûna wan. Rêzgirtina aşitî û ewlehiya navneteweyî.
Sazkirina mafên jinan li ser bingehê wekheviya durist, û misogerkirina mafên zarok û ciwanan, xweparastin û parastina rewa, rêzgirtina ji azadiya ol û baweriyê, û bêalîbûna dewletê li hember wê. Em bawer dikin ku nexşeriya çareseriyê, bi qasî ku ew li ser bingeha xalên destûrî esas digire, bi navgîniya pêvajoyek danûstendinê ya berfireh, di jîngeheke ewle û baş de, ku li ser du qonaxan de dabeş dibe :
Yekemîn : gavên destpêkê û pîvanên avakirina baweriyê :
1- Şerê terorê û zuhakirina jêderkên wê yên
bîrdozî, madî û darayî.
2- Ragihandina agirbestek berfireh di bin serberiştî û çavdêriyeke navdewletî û kontrolkirina sînoran ji bo pêşîgirtina li ber derbasbûna komên terorîst û komên çekdar yên nebawer bi çareseriya siyasî .
3- Destpêkirina guftûgoyên berfireh û domdar di navbera hemû aliyan de da ku nêrînan bigihîne hev û li ser yek nerînê ji bo Sûriya pêşerojê li hev bikin.
4- Serbest berdana girtî û kesên revandî ji her aliyan ve.
5- Derxistina hemû çekdarên biyanî ji herêmên Sûriyê û misogerkirina vê yekê bi biryareke navneteweyî.
6- Dawî kirin li dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka Sûriyê, û bi yekdengî şerê hêzên terorê û tundrewiyê bikin, wek rêxistina DAÎŞ û Al-Nusra û rêxistinên girêdayî wan, herwiha piştgiriya her berxwedaneke niştimanî Sûrî li dijî dagirkeriya Tirkiyê bikin, vegerandina hemî herêmên sûrî yên dagirkerî û hemî dagirkeriyan bidawî bikin.
7- Rakirina dorpêçê li ser hemû deverên dorpêçkirî û rêdana kar ji bo rêxistinên alîkariyê li hemû herêmên Sûrî bixebitin, rakirina cezayên aborî li ser Sûriyê, çalakirina jiyana aborî û kardarî, û pêkanîna pêdiviyên bingehîn ji bo jiyanek birûmet û birêkûpêk ji bo hemî Sûriyan.
8- Bi alîkariya rêxistin û saziyên Neteweyên Yekbûyî tevgerek bi lez bêkirin bi riya peydakirina şert û mercên baş ji bo vegerandina koçber û penaberan .
9- Guhertina demografîk li her devereke Sûrî ne rewa ye, tawan û sûc e û divê were sererastkirin.
10- Pirsa Kurdî li Sûriyê pirsgirêkek niştîmanî û demokratîk tête hesibandin. Divê çareseriyeke dadmend û demokratîk jê re bê dîtin li ser bingeha erêpêdana destûrî ya mafên neteweyî yên rewa ji bo gelê kurd .
11 – Erêpêdana yasayî û destûrî bi Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, û nenavendiya demokratîk li herêman li gorî mercên wan yên têkildar.
12- Erêpêdana û danasîna destûrî bi hebûn û nasnameya neteweyî ya Sûryaniyên Aşûrî û pejirandina zimanê wan yê Suryanî wekî zimanekî niştîmanî be .
13- Fêrbûna û hêzkirina jinê di warên polîtîk, aborî û civakî de wekî pirsekî niştîmanî demokratîk bê dîtin, û misogeriya wê bi destûrnameyî û di zêdekirina beşdariya jinan di dana biryaran û biryargirtinê de, û hêzkirina wê di beşdariya kar di warên parastina rewa û ewlehiyê de.
14- Danasîna azadiyên giştî û takekesî, azadîya bîr û ramanî, rojnamevanî , sîyasî û çandî û azadiya damezrandina partî û komeleyan.
Duyemîn : xalên destpêk û gavên pêvajoya siyasî:
1- Divê çareserî, Sûrî-Sûrî be, bi sponserî û misogeriyeke navneteweyî be, bi goftûgo û danûstendina rasterast û razîbûnê, li ser bingeha biryarên navneteweyî yên têkildar.
2- Redkirina çareseriya leşkerî û berbiçavkirina danûstendina siyasî ya demokratîk wekî rêgehek bingehîn ji bo çareseriyê.
3- Avakirina meclîsa damezrêner bi rêya kongireyekî niştîmanî Sûrî giştî ku ji wan re peywira yasayî û çavdêriyê be, tê de nûnertî û temsîla hemî pêkhatên gelê Sûriyê bi awayekî dadmend dike.
4- Avakirina hikûmetek veguhêz, xwedî hêz û desthilatên berfireh.
5- Armanca proseya siyasî, bidawîkairina zordarî bi her cûreyên wê, ú pêkanîna guhertina demokratîk û ji nû avakirina Sûriyê li gorî sîstemeke nenavendî demokratîkdi destûrek lihevhatî de ji hêla Sûriyan ve misoger be, ku bersivê dide
vîn û daxwaza wan di pêkvejiyanê û yekbûna hevwelatî de, ku tê de hêzên hikumdariyê û mijarên serweriyê di navbera navend û aliyan de bi rengekî hevbeşî û berjewendiyên giştî pêk tê di hundirê yekîteya axa Sûriyê de .
6- Rawestandina pêkanîna destûra heyî, û ragihandina prensîbên bingehîn yan
ser destûrî, û damezrandina komîteyekê ji bo pêşnûmayîna destûreke demokratîk ya lihevhatî ku nûnertiya hemû aktorên di çareserkirina aloziya Sûrî de dike ji bo danîna destûrea nû ya Sûrî li
gorî belgeya bingehên sereke be.
7- Diyarkirina demê ji bo proseya veguheztina demokratîk, ku di dawiyê de dê hilbijartinên giştî li ser asta rêveberiyên xweser û li ser asta niştîmaniya giştî li gorî destûra nû werin saz kirin.
8- Betalkirina hemî zagon û projeyên awarte û nijadperest.
9- Avakirina desteyekê ji bo edaletê, lihevkirinê, aşitiya navxweyî û bidestxistina dadmendiya veguhêz.
10 – Damezirandina mecliseke leşkerî ji bo yekîtiya şervanên xwedî bawerî bi çareseriya sîyasî di artêşeke nû ya niştîmanî de û ji nûve sazkirina karûbarên dezgehên ewlehiyê pêk bîne, piştî ku li ser form û rê û awayên xweparastina rewa bê lihev kirin.
11- Avakirina mecliseke aborî bi peywira ji nû ve avakirinê û avakirina aboriya niştîmanî ya civakî .
12- Beşdariya jinan di tevahiya proseya siyasî de wekî mercekî sereke ji bo serkeftina proseya danûstendinê û misogerkirina mafên wan bi awayekî destûrî.
13- Hikûmeta veguhêz pabend e li ser xalên lihevkirî di derbarê belavkirina hêz û desthilatan de, di navbera navendê û Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûriyê de .
14 – Hikûmeta veguhêz bi tedbîr û prensîbên pêwîst rdibe ji bo giştpirsîn û refrendûmê li ser destûrê û lidarxistina hilbijartinan pêk tîne.
15- Kar û karûbarên hikûmeta veguhêz bi rûniştina yekemîn re ya Meclisa Zagonsaz bi dawî dibe.
Rêzikname ( Tozika hundirîn )ya Meclisa Sûriya Demokratîk ( MSD’ê )
Benda Yekemîn : Pênasekirina MSD’ê :
Ew çarçoveyeke niştîmanî demokratîk ya Sûrî ye, ji hêzên civakî û sîyasî û kesayetiyên serbixwe ku belgeyên wê erê dikin pêk tê. Ew vekiriye li ser hemî rêxistin û kesayetiyên siyasî ji bo li xwe girtina berpirsyariyên xwe di rizgarkirina Sûriye de û pêkanîna daxwazên gelên Sûrî di guhertina demokratîk a berfireh, wekheviya zayendî, dadmendî û misogerkirina mafên jinan.
Ji bo vê armancê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkoşîneke berdewam û domdar dike ji bo şerê li dijî tundrewiyê bi her cûreyên xwe ve, û damezrandina rêveberiyên sivîl ku bingeheke ji bo pergala siyasî ya demokratîk, ya ku wergerîne prensîba nenavendî, garantiyek serfirazî ya projeyên pêşveçûnê yên domdar li seranserê welêt, dike, herwiha binpêkirina bingehên cûdabûnê û serdestiyê hildiweşîne .
Benda Duyemîn – Logo :
Ew nexşeya Sûriyê ye bi rengê zer e, di dorpêçek gilovereke spî de, tê de navê meclisê bi reş, sor û şîn hatiye nivîsandin .
Benda Sêyemîn: Rêgezên bingehîn
1- Rêziknameya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) organîzatorê bingehîn yê têkiliyên rêxistinî di navbera hêzên meclîsê, partî, kesayetî û pêkhatên wê de ye.
2- Meclisa Sûriya Demokrat; ew lêveger û sîwana siyasî ya rêveberiyên xweser û meclisên sivîl û hêzên sûrya demûkratîk QSD’ê ye .
Benda Çaremîn: Mekanîzmeya stendina biryarê:
Biryar di Meclisa Sûriya Demokratîk, lihevkirî tên stendin, û eger biserneket, dengdan li gorî nerîna pirraniya berbiçav di biryarên îdarî de, û piraniya du-sêyan di biryarên siyasî stratejîk de, dê pêk were. •
Benda Pêncemîn: Siyaseta rêxistinî ya Meclisa Sûriya Demokrat MSD :
• Demokrasî; çand, pratîk û rêbaz e, ku di pêşveçûna karên meclîsê û rêça wê de beşdar dibe.
• Misogerkirina mafê nerîna din û gengaz kirina wê hicet û argûmentên xwe di nav sazî û dezgehên meclîsê de pêşkêş bike.
• Pabendî bi encamên lihevhatinan, û cezakirina binpêkiriyan bê dudilî .
• Bikaranîna nenavendiya îdarî di saziyên meclîsê de wek mekanîzme ji bo biryardan û bicihanînê di nav sîstema guştî de û pabendî bi rêç û biryarên meclîsê.
• Zêdekirina hebûna jinan ji bo gihîştina bi heman beşdariyê li hemû deveran bi heman rêjeya mêran, beşdarbûnek wekhev.
• Hevnêzîkirin di navbera nifşan de, û beşdariya ciwanan li cih û navendên biryardanê .
• Dûrketin ji dubarekirina peywiran û beşdarkirina hemû kesên çalak û jêhatî di erkdarî û berpirsiyariyan de .
Benda Seşemîn : Endametî :
Endametiya meclîsê du cure ne :
• Endamên takekesî .
• Endamên hêz û partî, û çalakvanên sivîl .
_ Endametî nîşaneya erêkirina xweber ya pabendiya biryarên derçûyî ji Meclisa Sûriya Demokratîk û pejirandina nerîn, bername û belgeyên wê, û daxeazî ji bo beşdarî di sazûmanên rêxistinî yên wê de be.
• Endametî di rewşên îstîfa an mirinê de tê sekinandin û bi dawî dibe.
• Endametî tê sekinandin dema endam binpêkirinê dike di rêgezên bingehîn ên Meclisa Sûriya Demokratîk, belgeyên wê, armanc û siyasetên wê bi belge zelal digire, herwiha biryar bi pejirandin û erêkirina Meclisa Serokatiyê tê stendin ,û kongreya giştî xwediyê wê yekê ye ku biryarê vegerîne, bipejirîne an betal bike .
Benda heftemîn : Qerqodeya rêxistinî ya meclîsê :
Kongireya Giştî :
Hevserokatî :
Meclisa serokatiyê :
Desteya rêveber :
Navendên şaxan :
Komîteyên pispor :
Komîteya Mafên Mirovan :
Komîteya Malbatên şehîdan :
Komîteya şêwirmendî û yasayî.
1- Kongreya giştî:
A – Kongireya giştî, desthilatdariya herî bilind a meclisê ye, polîtîkayên gelemperî datîne, û her du salan carekê tê lidarxistin herwiha di rewşên awarte de ku hewce be, vexwendina kongireya awarte jî bi pejirandina du-sê parên endamên meclîsa serokatiyê tê kirin.
B- Endamên kongir tên pesend kirin û ew endamên sereke yên kongireya piştî wê ya dahatî ne .
C_ Kongirên dahatî yên paştir, endamên wan li gorî saziyên nû yên girêdayî meclîsê an hevalbendên nû ve têne zêdekirin, û rêjeye ji endamên tevlîbûyî di navbera du kongireyan .
E_ Kongireya Giştî li ser biryarên Meclisa Serokatiyê erê dike, û hemî rêziknameyên ku radestê wê dibin, yan wan sererast bike, û xebata hevserokatiyê, desteya rêveber, û meclîsa serokatiyê di navbera du konferansan de dinirxîne .
F- sererastkirina rêziknamê û pejirandin û nirxandina belgeyên meclisa serokatiyê, ji erkên konfiransê ye.
G_ Di kongreya giştî de, Li ser hevserokatiyê û meclîsa serokatiyê tê lihevhatin û rewabûna wê ji pejirandin û pesendkirina wê re tê girtin.
H_ Kongireya giştî li ser encamnameyên kongir erê dike .
2- Hevserokatî :
Ew sîwaneya siyasî ye ku karên jêrîn temsîl dike :
A – Ew serokatiya karsaziya meclisa serokatiyê dike û çavdêriya xebatên desteya rêveber dike.
B_ Vexwendina civînên mehane û awarte yên meclisa serokatiyê û desteya rêvebir dike.
C_ Biryar û giştîname bi navê wê têne weşandin.
D_ Şopandin li ser pêkanîn û sepandina siyasetan dike û karên ofîsên berpirsiyar bi riya serokatiya rêvebir dişopîne .
E _ Nûnertiya meclisê di çalakiyên siyasî, û partî û hêzên akter û ligel aliyên cûda yên li hundur û derveyî welat dike.
Ê _ Vexwendina kongirê aware ji kongreya giştî re dike bi pejirandina du-sê parên endamên meclisa serokatiyê .
3- Meclisa Serokatiyê:
A_ Ew desteya herî bilind e ji bo danîna siyasetan û stendina biryaran di navbera her du kongiran de, ji nûnerên hêz û partiyan, nûnerên rêveberiyan û meclisên sivîl yên beşdar, û kesayetiyên serbixwe ku nûneriya hevseng ya civakî û siyasî dike .
B_ Meclisa Serokatiyê li gorî siyaseta giştî ya Kongireya giştî, biryaran dide û planên guncan datîne û her heyv mehan e dicive . C_ Erêkirina budceya ku ji aliyê desteya rêveber ve hatî destnîşankirin.
D_ Biryargirtinên bilind tên stendin di berjewendî û desstkeftiyên niştîmanî an hilbijartinê û amzetiyê de biryarên .
E_ Biryara beşdarbûn an vekişîna ji hevbendên siyasî digire .
Ê_ Kişandina Pêbaweriya endamên desteya rêvebir an cezakirina yek ji endamên xwe bi riya şopandin û kontrolkirina karê nivîsgehan .
G_ Ji nav endamên xwe, desteya rêvebir bi razîbûn hildibjêre .
H – Hejmara endamên Meclisa Serokatiyê, ji (40) endaman ne kêmtir e.
4- Desteya Rêveber :
Ew saziya berpirsiyar e di ber bicîhanîna biryarên konferansa giştî û meclisa serokatiyê û ji erkên wê :
. A_ Bawerkirina rêveberiya baş a karûbarên meclisê di asta rêxistinî, îdarî, darayî û rojnamevanî .
B- Ew bernameya xebatê di karûbarên têkiliyên derve û hundur û budceya meclîsê de diyar dike û ji bo erêkirinê pêşkêşî meclisa serokatiyê dike.
C _ Çavdêriyê li ser rêveberiyên xweser û meclisên sivîl dike, karê wan dişopîne û xebatên wan vediguhêze meclîsa serokatiyê.
E_ Endamên desteya rêvebir li gorî nivîsgehên pêşniyar têne destnîşankirin, û serokek tê destnîşan kirin ji bo karê wê birêve bibe .
F_ Hejmara endamên desteya rêvebir li gorî ofîsên pispor û pêşniyarkirî têne destnîşankirin .
G_ Desteya Rêvebir sîstema parkirinê (kota) bi rêjeya % 50 ji endamên xwe re bikartîne .
Nivîsgehên pispor û karê wan:
Girêdayî desteya rêveber in û du endam ji desteya rêveber( hevserok ) rêveberî û çavdêriya nivîsgehê dikin û endamên wê destnîşan dikin, çalakî û civînên mehane dişopînin û di civîna herî nêz de radestî Desteya Rêveber dikin.
Nivîsgeh (ofîs ) wiha têne belav kirin :
(Sekreterî – nivîsgeha rêxistinî – nivîsgeha darayî – nivîsgeha têkilîyên giştî – nivîsgeha ragihandinê – nivîsgeha jinan – nivîsgeha ciwanan û di pêwîstiyê de tiştê dikare were pêşniyar kirin).
Ofîsa Sekreterî :
Du endamên desteya rêveber çavdêriya wê dikin pji bo pêkanîna pêdawîstiyên kar li gor yên li jêr e:
1- Sicilên endaman û çarçewên di meclisê de bi rêxistin û erşefe dike .
2- Ew saziya berpirsiyar e ji bo amadekirina civînên desteya rêveber û meclisa serokatiyê û vexwendinan ji bo beşdarbûna wê, û nivîsandina kar, erşîfkirina û parastina wê bi awayekî durist bigire da ku ew di gava pêwîst de bi hêsanî werin wergirtin.
3- Avakirina dîwanekê ji bo rêvebirin û hevrêziya hevdîtin û civînên desteya serokatiyê .
4- Şopandina Hemû nameyên çûn û hatinê ji bo meclisê û arşîfkirina wê
Nivîsgeha Rêxistinî :
Karûbarên ofîsa rêxistinî têne destnîşankirin li gor :
1- Çavdêrî li ser damezrandina meclisên herêmî û şaxên .
2- Amadekirina pergal û rêzikên ku karê meclîsê bi rêxistin dike .
3- Hejmara endamên konferansa giştî ya salane bi hevrêziya komîteya amadekar tê destnîşankirin.
Nivîsgeha darayî:
Karûbarê ofîsa darayî wiha ye:
A – Çavdêriya rasterast li ser çavkaniyên darayî yên meclisê û lêçûnên wê.
B- Avakirina sîstemeke darayî û jimarkarî taybet bi meclisê .
C – Kontrolkirina hemî xercî û lêçûnên ku di meclîsê de çêdibe.
D- Ji Serokatiyê re belavkirina xercî û lêçûnên meclisê pêşniyar dike.
E – Alîkarî ji endamên meclisê têne kom kirin.
Nivîsgeha têkiliyên giştî:
Karûbarên ofîsa têkiliyên giştî bi vî rengî têne destnîşankirin:
A – Berpirsê têkiliyên
siyasî û dîplomatîk e li hundur û derve .
B – Peywendî ligel hemû hêzên Sûrî yên li hundir û hêzên li derve re, ji bo berjewendiyên gelê Sûriyê, bi hemî pêkhateyên wê re, xizmet bike. C – Ji bo başkirina têkiliyên
civakî di navbera hemî gelên Sûriyê û pêkhatên wê de, û xurtkirina pêwendiyan di navbera hemû pêkhateyan de bi riya beşdarbûna di hemî boneyên olî, neteweyî û niştimanî û her boneyên din ên ku
endamên civakê berhev û kom dike
Nivîsgeha Ragihandinê :
Karûbarên Ofîsa Ragihandinê bi van erkên li jêrîn têne destnîşankirin:
A – Peywendî û têkilî ligel dezgehên ragihandina nivîskî, bihîstî û dîtbarî re, herwiha çavdêrî li ser malpera meclîsê
û ew dikare arîkariyakesên guncaw bixwaze ji bo pêkanîna wê.
B – Danîna plan û bernameyên ragihandinê û bingehên têkiliyê bi hemû aktorên civakê re.
C – Derxistina bulteneke heyamî an mehane û belavokên berdevk û peyvdar bi navê meclîsê.
Ofîsa Jinê:
Karûbarên ofîsa jinê :
A – Perwerdekirina jinan da ku bikaribin di civakê de rola xwe
ya pêşengiyê bilîzin.
B – Hêzdarkirina jinan di helwestên biryargirtinê de û aktîfkirina rola wê
di hemû warên siyasî, civakî û aborî de. C – Ji bo ku jin ji hemî pêkhateyên civaka Sûrî beşdarî
meclisê bibin dixebite û kar dike .
D – Têkilî ligel hemû rêxistinên jinan ên li hundur û derve.
E – Têkoşîna ji bo bidawîkirina şîdetê li dijî jinan bi hwr cure yên wê .
Ofîsa Ciwanan:
Karûbarên wê :
A – Armanc girtina bi rêxistin kirin û perwerde kirina hemû ciwanên Sûriyê da ku wan bigihîne pêşketina bîrdozî û pêşengtiya civaka Sûrî da bigihêje azadî û demokrasî ye.
B – Ew sîwaneya rêxistî ye ya ku ciwanan di civakê de rêxistin
dike.
C – Ew di nava hemû astên rêxistinî yên MSD’ê de cî digire û berpirsiyar e di ber biryarên Meclisa Sûriya Demokratîk de .
D – Ew mekanîzma rêxistinî ye, ku ew nûnertî û temsîla xwe dike di Meclisa Sûriya Demokratîk de .
Navendên şaxan :
Li ser pêşniyara Ofîsa Rêxistinî li navçe û bajaran, navendên ku nûnerê meclîsê ne têne damezirandin, di nav de partiyên ku beşdarî Meclisa Sûriya Demokratîk dibin li wê herêmê beşdar dibin û komîte û ofîs li gorî pêwîstiyê tên belavkirin û navend di karê xwe de girêdayî desteya rêvebir e bi riya hevserokatiya navendê .
Benda heştemîn: Yasayên giştî:
1_ Ev rêzikname bikar tê, piştî ku kongir li ser wê pesend kir .
2_ Guhertina bendên rêziknameyê an guheztina wê ji karûbarên Kongira Giştî ye .
• Meclisa Serokatiyê mafê wê heye ku zagonan zêde bike an bendên li ser pêdawîstiyên xebata îdarî li gorî pêşveçûn û hewcadeariyê nû biguherîne .
• Meclis pabende bi prensîba hevserokatiyê li hemû ofîs û sazûmanên rêxistinî .
• Kota jinan % 50 berçav digire .
Meclisa Sûriya Demokratîk