Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî Derbara Binpêkirin Û Girtinên Li Til Eran Û Til Hasilê

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi tundî kampanyaya serdegirtin û girtinan şermezar dike, ya ku hejmarek ji welatiyên sivîl ên Kurd li her du bajarokên Til Eran û Til Hasilê yên li gundewarê Helebê armanc girtiye. Her wiha her wekî binpêkirinên pê re rû dane, ji belavbûna leşkerî, serdegirtina malan û binpêkirina mafên sivîlan, ku di nav wan de jin, kal û pîr jî hene; ev yek bûye sedema tirs û fikarê di nav niştecihan de.

Ev kiryar li dijî prensîbên serweriya yasa û mafên mirovan in û li gel daxwazên yasaya veguhêz naguncin, ya ku divê li ser bingeha dadmendî û hemwelatiya wekhev ava bibe, ne li ser bingeha girtinên kêfî an armancgirtina her pêkhateyek ji pêkhateyên gelê Sûriyeyê di bin her bihaneyê de be.

Meclîsa Sûriya Demokratîk tekez dike ku berdewamiya van binpêkirinan metirsiyê li ser aştiya navxweyî (civakî) çêdike, baweriyê di navbera Sûriyan de lawaz dike û dubendiyên civakî kûrtir dike, di demekê de ku  pêdiviya Sûriyê bi çespandina hevkariya neteweyî û avakirina dewleteke demokratîk, ya ku rêzê li maf û azadiyan bigire û rûmeta hemû welatiyên xwe biparêze heye.

Meclîs, dema ku van êrîşên li dijî sivîlên Kurd şermezar dike, bi her awayî her kiryarekî red dike ku bibe sedema koçberkirina bi darê zorê, ferzkirina guhertina demografîk, an bikaranîna hêzê ji bo ferzkirina rastiyên nû li ser erdê.

Li ser vê yekê, Meclîsa Sûriya Demokratîk bang dike ku ev binpêkirin demildest werin sekinandin, hemû girtiyên ku bi awayekî kêfî hatine girtin werin berdan, çarenûsa wan were eşkere kirin û lêkolînek serbixwe û zelal were destpêkirin da ku berpirsiyar werin cezakirin; her wiha parastina sivîlan û rêzgirtina li mafên hemû Sûriyan bêyî cudahî were mîsogerkirin.

Avakirina Sûriyeyeke aram û ewle tenê bi rûmeta dewleta yasa, dadmendî, hesabpirsîn û hevkariya neteweyî ya rasteqîn pêkan e, dûrî polîtîkayên dûrxistin û tirsandinê û bi vî rengî bawerî di navbera hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê de xurt dibe û yekitî û paşeroja welat tê parastin.

1’ê Tîrmeha 2026’an

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk

 

 

Follow Me