Di 11emîn salvegera komkujiya Kobanî de, em bi êş û rêzdariyeke mezin giyanên qurbaniyên bêguneh bi bîr tînin; yên ku di yek ji hovtirîn tawanên rêxistina DAIŞ a terorîst de li dijî sivîlên li Sûriyeyê bûn qurbanî. Di berbanga 25ê Pûşbera 2015an de, piştî ku çeteyên rêxistinê nekarîn Kobanî bi leşkerî bixin bin destê xwe, bi dizî ketin hundirê bajêr û şêniyên ewle di mal û kolanan de kirin armanc. Di encamê de komkujiyeke hovane pêk anîn ku tê de bi sedan jin, zarok û pîr bûn qurbanî.
Ev salveger ne tenê kêliyek e ji bo bîranîna trajediyeke kûr a mirovî, her wiha fersendeke neteweyî û exlaqî ye ji bo tekezkirina li ser pabendbûna bi rastî û dadmendiyê. Di heman demê de, bîranîna qebareya wan qurbanî û feda kariyên mezin e ku keç û kurên Kobanî û tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rûbirûbûna xeternaktirîn rêxistina terorîst a serdema nû de dane. Ev kêlî, kêliya vegerandina bîra giştî ya gelekî ye ku teslîm bûn red kir û tevî hemû şêwazên tundûtûjî û terorê, li mafê xwe yê jiyan, azadî û rûmetê wedî derket.
Kobanî, bi wan wate û feda kariyên ku hilgirtine, veguherî semboleke cîhanî ya berxwedan û rûmetê li hember terorê. Ew şerê ku li bajêr hat meşandin, ne tenê parastina sînorên erdnîgarî an civakeke herêmî bû, lê belê parastina nirxên mirovî yên hevpar bû, li hember projeyeke tarîperest, ku hewl dida cihêrengî û pêkvejiyanê tune bike û civakan bixe bin hişmendiya tundûtûjî û kîndariyê. Ji nav kavilên şer û wêraniyê, Kobanî tekez kir ku vîna gelan ji terorê bihêztir e û baweriya bi azadiyê dikare projeyên herî tund û hovane têk bibe.
Berxwedana Kobanî di herikîna şerê dijî rêxistina DAIŞê de, ne tenê li Sûriyê, lê belê li ser asta herêmê û cîhanê jî xaleke guhertinê ya dîrokî pêk anî. Ji vî bajarî qonaxeke nû ya rûbirûbûna terorê dest pê kir; qonaxeke ku tekez kir ku ev rêxistina ku wê demê wekî hêzeke berfireh û xwedî şiyana sepandina rastiya nû bi zorê dihat dîtin, dema ku vîna gel bi nirxên azadî û parastina rewa ya mirov re bibe yek, dikare were têkbirin. Wê berxwedanê rê li pêşiya rêze serkeftinan vekir, ku di encamê de, hilweşandina bi navê “Dewleta Xîlafetê” û bidawîkirina serweriya wê ya erdnîgarî bi dawî bû.
Îro, piştî yanzdeh salan di ser komkujiyê re, ew dersên ku Kobanî dane hîn jî giringî û herdemiya xwe diparêzin. Çimkî teror bi temamî bi dawî nebûye û hîn jî tor û şaneyên wê yên razayî hewl didin krîzên siyasî, aborî û civakî bi kar bînin. da ku xwe bi şêwazên cuda ji nû ve hilberînin. Di heman demê de, gotara kîndarî, daxwazên olperestî û tundrewî hîn jî metarsiyê li ser civakan çêdike û gefê li fersendên aramî û aştiya navxweyî li Sûriyê û herêmê dike.
Ev salveger di demekê de tê, ku Sûriye rûbirûyî rûdan û kêşeyên aloz dibe ku girêdayî paşeroja wê ya siyasî, ewlehî û civakî ne. Welat hîn jî ji bandorên şer, dabeşbûn û krîzên aborî dikişîne, di heman demê de pêkhateyên cuda yên welat çavê wan li avakirina dewletekê ye ku maf û azadiyan garantî bike û rûmeta hemû welatiyan bêyî cudahî an dûrxistin biparêze. Ji ber vê yekê, bibîranîna komkujiya Kobanî divê bibe handarek ji bo xurtkirina hewlên neteweyî yên ku armanca wan çareserkirina kokên tundrewiyê ye û çandina çanda diyalog, tolerans û welatiya wekhev e, wekî garantiya rastîn ji bo rêgirtina li dubarebûna wan trajediyên ku Sûriyeyê di salên borî de dîtine.
Meclîsa Sûriya Demokratîk di vê boneyê de tekez dike ku rûbirûbûna terorê tenê bi aliyên leşkerî û ewlehî sînordar nabe, lê belê avakirina pergaleke siyasî, civakî û çandî ku bikaribe civakê ji fikra tundrew biparêze û çavkaniyên wê zuha bike. Her wiha, pêkanîna dadmendiyê ji bo qurbaniyan û hesabpirsîn ji tawanbarên tawanên terorîstî, beşekî bingehîn e ji her pêvajoyeke cidî ber bi aştî û aramiya herdemî ve.
Em feda kariyên hemû pêkhateyên Sûriyê yên ku di yek refê de li dijî DAIŞê sekinîn bi bîr tînin û tekez dikin ku cihêrengî û piralîbûn wekî çavkaniya hêzê ji bo Sûriyeya paşerojê ma û dê bimîne.
Ew vîzyona ku em îro ji bo wê têdikoşin, xwe dispêre wan dersên ku Kobanî dane û ser wê baweriya pêtew ku Sûriye nikare ewlehî û aramiya xwe vegerîne heya ku çareseriyeke siyasî, demokratîk û giştî pêkneyê; çareseriyek ku beşdariya hemû welariyên wê di birêvebirina karûbarên welatê wan de garantî bike û bingehekê ji bo dewleteke demokratîk, nenavendî ku rêzê li piralîbûna neteweyî, çandî û olî bigre, mafên jin û ciwanan mîsoger bike, azadiyên giştî û mafên mirovan biparêze, û şert û mercên pêwîst ji bo pêkanîna geşepêdan, dadmendiya civakî û aştiya navxweyî dabîn bike.
Slav û rûmet ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Kobanî, dilovanî ji bo qurbaniyên bêguneh, şîfa ji bo birîndaran û wefadarî ji bo her kesê ku li dijî terorê li ber xwe da û parastina mirovahiyê kir.
26ê Pûşbera 2026an
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk


