Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî Derbara girankirina krîza jiyanî û girtina asoya reforma siyasî û aborî li Sûriyeyê

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi fikarek mezin li peyçûna xirabûna bilez a rewşa jiyanî û aborî li Sûriyeyê dike. Ev xirabûn ligel berfirehbûneke bêhempa ya xizanî û belengaziyê, hilweşîna hêza kirînê ya welatiyan û bilindbûna bihayên kelûpelan bo astên ku ji şiyana tehamula Sûriyeyiyan derbiriye, rû dide. Ev hemû di demekê de ne ku xizmetguzariyên serekî kêm dibin, şansên jiyana bi rûmet hildiweşin û hestek giştî ya girtina asoyan û windakirina hêviyê belav dibe.

Tiştê ku Sûriyeyî îro tê de dijîn ne tenê krîzek aborî ya derbasbûyî ye, belku encameke rasterast a binyadeke siyasî ya girtî ye û bêşiyaniya berdewam a di hilberandina reformên rasteqîn de ji bo birêvebirina dewlet û aboriyê ye. Vê yekê welat kiriye dîlê sîyasetên rûpîv û bêserûber ên ku li ser bingeha desteserkarî (monopol), pêşxistina berjewendiyên teng, paşguhkirina şarezayan û dûrxistina civakê ji biryardana çarenûsa xwe ava bûne.

Meclsa Sûriyeya Demokratîk dibîne ku berdewambûna va rêbaza sîyasetê rewşa hilweşînê girantir dike, tiştê ku ji hîmên berxwedana civakî maye lawaz dike û bêtir Sûriyeyiyan neçarî koçberiyê dike an jî wan dixe bin destê torên berjewendîperestiyê û dovikên wan, ku ev yek gefê li pêkhateya neteweyî dixwe û dabeşbûna civakî kûrtir dike.

Êdî diyar bûye ku tu çareseriyeke aborî nikare serbikeve eger reformeke siyasî ya cidî nebe; reformeke ku rûmeta saziyan vegerîne, rewşeke yasayî ya zelal ava bike û dawiyekê li gendelî û reva ji berpirsiyariyê bîne. Aboriya saxlem hewceyî dewleta yasayî û pêbaweriya giştî ye, ku ev yek jî bêyî beşdariya siyasî ya aktîv û mîsogerkirina welatiya wekhev ava nabe.

Ji ser bingeha nêrîna xwe ya neteweyî, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk piştgiriya xwe ya tam ji bo xwepêşandanên gelêrî yên aştiyane û rewa, yên ku daxwaza çareserkirina krîza jiyanî û aborî li welat dikin, tîne ziman û tekez dike ku dergehê rasteqîn ê derketina ji krîzê di van xalan de ye:

  • Destpêkirina pêvajoya reformeke siyasî ya berfireh ku rê li ber beşdariya hemû Sûriyeyiyan di xêzkirina paşeroja welatê wan de veke.
  • Jinûve avakirina saziyên dewlêt li ser bingehên welatîbûn, şarezayî û serbixwebûnê, dûrî serdestiya desthilat û navendên hêzê.
  • Pejirandina sîyasetên aborî yên dadperwer û zelal ku çavkaniyan arasteyî sektorên hilberîner û xizmetguzariyên serekî bikin.
  • Danîna pênase û pilansaziyên lezgîn ên parastina civakî ji bo çînên herî hejar û lawaz, bi awayekî ku herî kêm rûmeta mirovî mîsoger bike.
  • Têkoşîna li dijî gendeliya bingehîn wekî yek ji sedemên herî girîng ên hilweşîna aborî û astengkirina geşepêdanê.
  • Amadekirina rewşa neteweyî ya guncan ji bo çareseriyeke siyasî ya berfireh û domdar ku dawî li rewşa şer û perçebûnê bîne.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk dibîne ku rûmeta Sûriyeyiyan û mafê wan ê jiyaneke ewle û bi rûmet, nabe ku bibe dîlê paşxistin an jî lihevkirin û peymanan. Ji bona ku kirîz gihştiye astekê ku êdî înkar û xemsarî tê de nayê pejrandin û her derengketinek di destpêkirina reformên bingehîn de dê zirareke mezin bide ser milê civak û dewletê bi hev re.

Îro pêdiviya Sûriyê bi vîna neteweyî ya komî heye; vîna ku wateya dewletê wekî çarçoveyek ji bo welatîbûn û dadweriyê vegerîne, ne wekî amûrek ji bo serdestî û dûrxistinê. pêdiviya projeyeke neteweyî ya nû ye, ku siyasetê bi civakê re, aboriyê bi dadweriyê re, û dewletê bi mirov re girê bide.

24ê Pûşber 2026an

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk

Follow Me