Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) bi tundtirîn şêwe teqîna terorîstî ya ku kafeteryayek li herêma Hîcazê ya li Şamê armanc girt, ku bû sedema hejmarek welatiyên sivîl û bêguneh jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, şermezar dike.
Ev kiryara sûcdar û tirsonek, êrîşeke eşkere ye, li ser ewlehî û aramiya welatiyan û careke din nîşan dide ku teror, bi her şêwe û bi hemû çavkaniyên xwe, hîn jî gefeke rasterast e li ser aramî û pêşeroja gelê Sûriyê.
Meclîs, di demekê de ku sersaxiyên xwe yên germ pêşkêşî malbatên şehîdan dike û daxwaza başbûneke lezgîn ji bo birîndaran dike, tekez dike ku çespandina ewlehî û aramiye li seranserî Sûriyê herî pêşîn pêşaniyek neteweyî ye. Her wiha, rûbirûbûna terorê û jiholêrakirina çavkaniyên wê, berpirsyariyeke kolektîf e ku pêdiviya bi yekgirtina hemû hewildanên neteweyî heye, dûrî her şêweyên tundûtûjî û radîkalîzmê, da ku canê sivîlan biparêze û yekbûn û aramiya welêt were parastin.
Meclîs her wiha tekez dike ku gelê Sûriyê, piştî salên dirêj ji şer û cefayê, mafê wî ye ku di nava ewlehî, azadî û rûmeteke li gorî qurbanî û hêviyên wî de bijî û avakirina Sûriyeyeke aram û bi ewle tenê bi serweriya yasayê, xurtkirina nirxên dadmendî û aştiyê û redkirina terorê bi hemû şêwe û rûyên wê pêkan e.
Rûmet ji bo şehîdan, şifaya bilez ji bo birîndaran.
2’yê Tîrmeha 2026’an
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk


