Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD), bi boneya Roja Cîhanî ya Karkeran, yekê Gulanê, pîrozbahiyên xwe yên herî germ û nirxandina xwe ya herî kûr pêşkêşî hemû karker û kedkarên li Sûriyeyê û cîhanê dike, yên ku stûna bingehîn a avakirina civakan û parastina rûmeta wan in. ku Kar ne tenê amûreke jiyanê ye, lê belê nîşaneya vîna mirovahî û vegotineke rasteqîn a xwedîderketin û berpirsiyariya komî ye.
Bi taybetî di çarçoveya Sûriyê de, çîna karkeran barekî giran û ducar hildaye ser milên xwe; ku ne tenê li ber encamên salên kirîzê û wêranbûna aborî û civakî li ber xwe da, lê di heman demê de wekî dînamîka bingehîn a berdewamiya jiyanê û parastina pêkhateya civakî ma. Di demekê de ku barê jiyanê roj bi roj li ser milê hemwelatiyê Sûrî giran dibe, dabînkirina jiyaneke birûmet û rewşeke aborî ya dadmend dibe berpirsiyariyeke neteweyî ku paşxistinê napejirîne. Piştgiriya karkeran, parastina mafên wan û peydakirina derfetên kar ên guncaw, ne daxwazên beşî ne, lê belê mercekî bingehîn e, ji bo her jinûve avakirineke rasteqîn û her rêgeheke ber bi aramî û başbûna neteweyî ve. Ku tu vejîn bêyî karkerên xwedî rûmet nabe û tu civakek hevgirtî bêyî dadmendiya civakî ya aktîv ku mafê kar, mûçeya dadmend û parastina yasayî ya tam ji bo her hemwelatiyekî garantî bike, pêknaye.
Em di dema ku vê boneyê silav dikin, pabendbûna xwe ya bi parastina mafên karkeran û têkoşîna ji bo Sûriyeyeke li ser bingeha wekhevî, rûmet û dadmendiyê nû dikin. Em piştevaniya xwe ya tam bi her destek karker re radigihînin ku beşdarî vejîna vî welatî dibe û emaneta paşeroja wî hildigire.
1’ê Gulana 2026’an
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk


