Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî bi Bonaya Salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê

Salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê di demekê de tê ku Sûriye di qonaxeke çarenûsî re derbas dibe; qonaxek ku pêwîstî bi nêzîkatiyên neteweyî heye daku bikaribe bermahiyên salên şer derbas bike û ber bi avakirina dewleteke li ser bingeha hevparî, dadmendî û serweriya yasayî gavan biavêje. Ev boneye dibe fersendek ji bo bibîranîna ezmûneke ku hewl da modelekê di rêveberiya civakî û hevkariya di navbera pêkhateyên cihêreng de pêşkêş bike, ku ev yek ji baweriyeke kûr tê ku aramiya Sûriyê tenê bi rêya projeyeke neteweyî ya giştgir ku hemû welatiyên xwe hembêz dike, pêkan e.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê wekî projeyeke demokratîk a Sûriyeyî dest pê kir, ku li ser bingha piralîbûn, hevparî û berpirsiyariya hevpar ava bûye, ne ku projeyeke taybet bi pêkhateyekê be bêyî pêkhateyên din. Vê ezmûnê, di salên borî de, beşdarbûna pêkhateyên cihêreng di birêvebirina karûbarên giştî de berfireh kir, rola jinê di navendên biryardanê de xurt kir, saziyên herêmî yên ku xwe dispêrin vîna civakê ava kirin û çanda biheverajiyan û rêzgirtina dualî wekî bingeha aramî û geşepêdanê bi cih kir.

Ev salveger di bin siya hewldanên berdewam de ji bo avakirina Sûriyeyeke nû tê; ev yek jî pêwîstiya lihevkirineke neteweyî li ser bingehên destûrî û siyasî ferz dike ku nûnertiya rasteqîn ji bo hemû Sûriyeyiyan mîsoger bike, maf û azadiyan biparêze û û cihêrengiya ku welat pê dinase bipejirîne. Her wiha, derbaskirina navendîbûn û dûrxistinê û pejirandina nenavendîbûnê wekî çarçoveyek ku yekitiya dewletê xurt dike û rêveberiyê nêzî welatiyan dike, dibe dergehekî sereke û herî giring ji bo avakirina saziyên çalak û dadperwer.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) dibîne ku aramiya herdemî tenê bi rêya diyaloga neteweyî ya berpirsiyar, hevkariya di navbera hemû hêz û pêkhateyan de û danpêdana dualî di navbera wan de pêkan dibe; ev yek jî rê li ber çareseriyên siyasî vedike ku yekitiya Sûriyê û serweriya wê xurt dike û bingeha dewleta hemwelatiya wekhev ava dike ku tê de hemû Sûriyeyî di maf û erkan de şirîk in, bêyî tu cudakarî an jî paşguhkirin.

Di vê salvegerê de, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bang dike ku ev roj bibe qonaxeke neteweyî ji bo xurtkirina jihevtêgihiştina di navbera Sûriyeyiyan de, sûdwergirtina ji ezmûnên ku nirxên beşdarbûn û piralîbûnê bi cih kirine, û xebata hevbeş ji bo paşerojeke ku hêjayî Sûriyê û gelê wê be; paşerojeke ku li ser bingehê demokrasî, dadmendî û serweriya yasayî ava bibe, rûmeta mirov biparêze, û pirrengiyê bike çavkaniya hêz û yekitiyê ji bo hemû Sûriyeyiyan.

19ê Tîrmeha 2026an

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk

Follow Me