Meclîsa Sûriya Demokratîk bi boneya hatina Cejna Vejînê (Fisih) ya pîroz; cejna vejîn, ronahî û hêviya nûbûyî, pîrozbahiyên xwe yên herî germ û dilsoz pêşkêşî hemû civaka Xiristiyan li Sûriyeyê û li seranserî cîhanê dike. Meclîsa me di heman demê de ku parvekirina şahiya vê boneya pîroz ligel gelê me yê Xiristiyan dike, wan nirxên aşitî, jiyan û lêborînê yên ku cejn hildigire bi bîr tîne; ew nirxên ku di cewherê xwe de digihêjin armanc û daxwazên gelê me yên ber bi paşerojeke ku hêjayî fedakarî û hêviyên wan be.
Sûriyê bi cihêrengiya xwe ya olî û çandî ya kevnar, dewlemendiya xwe ya rastîn ji hevgirtin û piştevaniya pêkhateyên xwe di rûbirûbûna dijwariyan de digire. Meclîsa Sûriya Demokratîk bawer dike ku ev cihêrengî ne tenê rastiyeke dîrokî ye, lê belê stûnek serekî ye ji bo avakirina welatekî ku li ser bingehê hemwelatîbûna wekhev û rêzgirtina hevbeş ava dibe. Meclîs di vê boneya pîroz de hêviyên xwe yên herî germ tîne ziman ku aramî li seranserî axa Sûriyeyê belav bibe û her hemwelatiyek di bin sîbera dewleteke ku dadmendiyê biçespîne û rûmetê biparêze de, xwedî rûmet û cihê xwe yê guncan bibîne.
5’ê Nîsana 2026’an
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk


