Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî Ji Bo Raya Giştî

18’ê Adara 2026’an, heştemîn salvegera dagirkirina herêma Efrînê ye ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ên bi ser ve. Ev dagirkerî piştî berxwedaneke qehremanî ya gelê herêmê pêk hat, ku di encamê de nêzî 300 hezar şêniyên resen bi darê zorê hatin koçberkirin. Heya roja îro jî, beşeke mezin ji wan bi koçberiya dubare û nebûna şert û mercên bingehîn ên jiyanê re rû bi rû ne.

Di nava van heşt salên derbasbûyî de, kurdên resen ên Efrînê rastî binpêkirinên giran û eşkere hatin ku ji aliyê rêxistinên mirovî û navdewletî ve hatine belgekirin. Di nav de: kuştin, êşkencekirin, destdanîna ser mal û milkan, koçberkirina bi darê zorê, guhertina demografiya herêmê, rûxandina milkên giştî û taybet û bi zanebûn armancgirtina şûnwarên çandî û sembolên dîrokî. Her wiha polîtîkayên dagirkeriyê bûn sedema têkçûna jîngeha herêmê û ferzkirina rastiyeke rêvebirnê ya nû ku li dijî vîna şêniyên resen e.

Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) tekez dike ku çareserkirina doza Efrînê di bingeha xwe de bi bidawîkirina hebûna leşkerî ya Tirkiye û komên çekdar, vegerandina herêmê ji bo xwediyên wê yên resen, rakirina hemû şopên dagirkeriyê û misogerkirina vegera bi rûmet û ewle ya koçberan pêkan e.

Meclîs wiha dibîne ku vegerandina maf û milkan û rakirina guhertinên demografî û rêvebirî, bingeha her çareseriyeke mayinde û dadmende.

Her wiha, vegera 400 malbatên koçber ên ku herî dawî di encama rêkeftinek di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hikûmeta Demkî de pêk hat, wek gavek erênî dibîne. Lê belê, ev gav nabe cîgirê çareseriyeke giştî ku vegera hemû şêniyên resen ji bo mal û milkên wan di çarçoveyek yasayî de misoger bike, bi awayekî ku rûmeta wan biparêze û mafên wan biparêze. Meclîsa Sûriya Demokratîk destnîşan dike ku ew ji nêz ve dozên koçberên Efrînê û hemû koçberên Sûriyeyê dişopîne, ku bidestxistina mafên wan û misogerkirina vegera wan a ewle û bi rûmet mijarek bingehîn e di her çareseriyeke siyasî ya mayinde de, ku aramî û dadmendiyê ji bo hemû Sûriyeyiyan garantî bike.

18’ê Adara 2026’an

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk

Follow Me