Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya Cejna Remezanê ya Pîroz, pîrozbahıyên xwe yên herî germ pêşkêşî gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wî û hemû cîhana îslamî dike. Em ji Xwedê daxwaz dikin ku vê cejnê bike xêr û bereketa ewlehî û aramiyê ji bo Sûriyeyê û gelê wê.
Em bi taybetî malbatên şehîdên silav dikin, ku ji bo rûmeta vî welatî milkên xwe yên herî biha feda kirine. Ku wefadariya herî rast ji bo wan, berdewamkirina rêya ber bi Sûriyeyeke demokratîk e ya ku baweriya wan nîşan dide. Her wiha, em rêz û spasiya xwe ya kûr nîşanî hêzên xwe yên leşkerî û ewlehiyê didin ku erkê xwe di parastina aramî û ewlehiya civakê de bi cih tînin.
Di vê boneya de, em nirxên cejnê yên wekî yekîtî û hevkariyê bi bîr tînin û pabendbûna xwe bi xurtkirina hevgirtina neteweyî ya di navbera Sûriyan de nû dikin; ya ku îro beriya ku erkeke exlaqî be, pêdiviyeke siyasî ye.
Ev cejn di demekê de tê ku rewşa Sûriyeyê hîn jî pêdiviya vîneke kolektîf a rastîn e, ji bo avakirina baweriyê û derbaskirina perçebûnê. Em wek Meclîs tekez dikin ku em di hewildanên xwe de ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, pirreng û nenavendî, ya ku mafên hemû welatiyan bê îstîsna tê de parastî bin, berdewam in.
Cejna we pîroz be, her sal Sûriyê û gelê wê di xêr û xweşiyê de bin.
19’ê Adara 2026’an
Meclîsa Sûriya Demokratîk


