Komîteya Penaberên Serê Kaniyê bangawaziyeke lezgîn a hewarçûnê arasteyî hemû rêxistinên mirovî yên navdewletî û herêmî, her wiha hemû aliyên peywendîdar kir. Di bangawaziyê de daxwaza alîkariyên mirovî yên lezgîn ji bo kampên Waşokanî û Serê Kaniyê yên li herêma Cizîrê hat kirin, ku ji ber baranên dijwar, lehiyê û mercên giran ên keşûhewayê rastî ziyanên mezin hatine.
Ev kampên ku bi hezaran penaberên bi darê zorê ji herêma Serê Kaniyê hatine koçberkirin dihewînin, bi karesateke mirovî ya rasteqîn re rû bi rû ne. Ku baranên zêde bûne sedema binavbûna gelek kon û stargehên demkî, ku ev yek bûye sedema rewşeke trajîk û ne ewle ji bo malbatan. Di bin van şert û mercên dijwar de, zarok, kal, pîr û nexweş bi awayekî taybet di nav kêmbûneke giran a xwarin û xizmetguzariyên tenduristiyê de êşê dikişînin.
Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) dema ku vê bangawaziya lezgîn dike, tekez dike li ser pêwîstiya tevgereke bilez û bibandor ji hêla hemû aliyên peywendîdar ve ji bo peydakirina piştgiriya pêwîst ji bo kampan. Her wiha tekez dike ku divê Hikûmeta Sûriyê ya Demkî li gorî pîwerên mirovî yên navdewletî, bi berpirsiyariyên xwe yên derbara vegera bi dilxwazî û ewle ya koçberan , bo bajar û gundên wan bi cih bîne û mafê wan ê vegera bi rûmet û ewle garantî bike.
Em careke din tekez dikin ku pêwîst e alîkariyên mirovî bigihêjin hemû Sûriyiyên di kampan de û divê çareseriyên mirovî bala xwe bidin ser bidawîkirina êş û azariyên penaber û koçberan li seranserî Sûriyê, da ku jiyaneke mirovî ya birûmet di van şert û mercên dijwar de ji bo wan misoger bikin.
15’ê Adara 2026’an
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk


