Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî Bi Boneya 15’emîn Salvegera Destpêkirina Şoreşa Sûriyeyê

Panzdehemîn sal li ser destpêkirina Şoreşa Sûriyeyê re derbas dibin; şoreşa qonaxeke dîrokî ya diyarker ava kir, ku tê de Sûriyeyiyan bi awayekî zelal vîna xwe ya guhertinê û xwesteka xwe ya rewa ji bo avakirina dewleteke li ser bingeha azadî, rûmet û dadmendî nîşan dan. Sûriyeyî li bajar û bajarokên xwe yên cuda derketin qadan, daxwaza mafên xwe yên bingehîn kirin û tekez kirin ku paşeroja welatê wan tenê li ser bingeha vîna gel, serweriya yasayê û rêzgirtina ji bo pirrengiyê bi hemû rehendên wê ve dikare bê avakirin.

Hilweşîna rejîma Esed perde li ser qonaxeke dirêj a sitemkarî û dûrxistina siyasî girt û rûpeleke nû di dîroka Sûriyeyê de vekir. Ev veguherîn ji bo Sûriyeyiyan bû kêliyeke ku tê de bêhnvedana kûr hildan û derfeteke dîrokî ya rastîn peyda kir da ku dewlet li ser bingehên saxlem û durust ji nû ve bê avakirin; dewleteke ku dawî li xelekên tundûtûjî û sitemkariyê bîne û rê li ber qonaxeke neteweyî ya nû veke ku bingeha wê beşdarî, berpirsiyariya hevpar û serweriya saziyan be.

Ew armancên ku Şoreşa Sûriyeyê ji bo wan dest pê kir, hîn jî wekî kumpasa neteweyî ya her pêvajoyeke siyasî ya cidî û berpirsyar dimînin. Azadî, rûmet, demokrasî û edalet, li gel prensîba hemwelatiya wekhev, ew bingeh in ku divê dewleta Sûriyeya paşerojê li ser bê avakirin. Bi vî rengî mafên hemû Sûriyeyiyan bêyî cudahî tên parastin û cihêrengiya wan a neteweyî, olî û çandî wekî dewlemendiyeke neteweyî tê parastin, ne wekî çavkaniya aloziyan.

Li berçavgirtina guhertinên kûr ên di qonaxa dawî de qewimîn, divê pêvajoya siyasî ya neteweyî ruhê biryarên navdewletî yên peywendîdar û prensîbên wan ên bingehîn bigire ber çavan. Biryara Meclîsa Ewlekariyê ya 2254’an komek ji bingehên neguher danîne ku bi guhertina aliyan an şert û mercan ji holê ranabin. Her çend bi ketina rejîmê re xwezaya van aliyan guherîbe jî, lê prensîbên cewherî yên vê biryarê wekî çavkaniyeke navdewletî ya ku nabe jê derbas bibe dimînin. Di serî de: Pêdiviya destpêkirina pêvajoyeke siyasî ya berfireh ku bibe sedema amadekirina destûreke demokratîk û lidarxistina hilbijartinên azad û dadperwer û dabînkirina atmosferke ewle û aram ku rê bide beşdariya berfireh a hemû Sûriyeyiyan. Biryara 2799’an a Meclîsa Ewlekariyê jî vê yekê xurt dike, ku careke din tekez kir ku çareseriya siyasî ya berfireh tenê rêya gihîştina aramiyê ye û her rêkeftineke veguhêz ku li ser bingeha nûnertiya rasteqîn a hemû Sûriyeyiyan nebe, ji rewayiya pêwîst a ji bo berdewamiyê bêpar e.

Ji vî alî ve, qonaxa veguhêz a niha berpirsiyariyên giran dixe ser milê hêzên cuda yên siyasî û civakî ku nabe di pêkanîna wan bêne paşguhkirin. Rastkirina rêya vê qonaxê pêdivî bi destpêkirina pêvajoyeke siyasî ya demokratîk a rasteqîn heye, ku li ser bingeha diyalogeke neteweyî ya berfireh be û beşdariya hemû Sûriyeyiyan bêyî dûrxistin an paşguhkirin garantî bike. Her wiha bibe sedema amadekirina peymaneke civakî ya nû ku daxwazên hemû pêkhateyên gel nîşan bide û bingehên dewleteke sivîl û demokratîk a li ser bingeha hevkariya rasteqîn ava bike.

Her wiha, ji nû ve avakirina saziyên dewletê li ser bingehên pîşeyî û neteweyî, mercekî jêneveger e ji bo pêkanîna aramiyê û xurtkirina baweriya di navbera dewlet û civakê de. Ev yek pêdivî bi reformeke bingehîn di avahiya saziyan de, çespandina serweriya Yasayê û pejirandina modelên hikumraniya demokratîk a nûjen a li ser bingeha nenavendîbûnê heye. Ev yek rê dide beşdariyeke berfirehtir û bi bandortir a civakên herêmî di birêvebirina karûbarên xwe de û hesta girêdana neteweyî ya giştî xurt dike.

Sûriye nikare bikeve ser rêya aramiya rasteqîn bêyî ku çareseriyeke objektîf û cidî ji bo bandorên salên dirêj ên şer bibîne. Pêkanîna dadmendiyê ji bo qurbaniyan, eşkere kirina çarenûsa girtî û windayan, qerebûkirina zirarê û karkirina li ser lihevkirina civakî, stûnên pêwîst in ji bo avakirina aştiyeke mayînde û nûjen kirina tevna neteweyî ya ku ji ber şer û parçebûnê westiyaye. dadmendiya veguhêz di vê çarçoveyê de ne dosyeyeke duyemîn e ku were paşxistin, belku yek ji şertên bingehîn ên her aramiyeke domdar e.

Meclîsa Sûriya Demokratîk, di vê boneya neteweyî de, pabendbûna xwe ya tam bi karkirina bi hemû hêzên neteweyî yên Sûriyeyê re diyar dike ji bo çespandina pêvajoyeke siyasî ya demokratîk ku yekparçeyî û serweriya Sûriyeyê biparêze û bingeha dewleteke sivîl û piralî ku li ser hevpariya rasteqîn a di navbera hemû pêkhateyan de ava dibe, deyne. Meclîs silavên rêz û hurmetê pêşkêşî gelê Sûriyê dike ji ber berxwedan û qurbaniyên wan ên mezin, û tekez dike ku paşeroja ku Sûriyeyî heq dikin, paşeroja dewleteke dadmend, aram û demokratîk e; dewleteke ku ji bo hemû zarokên xwe be û rol û pêgeha Sûriyeyê di herêma wê de vegerîne.

15’ê Adara 2026’an

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk

Follow Me