Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî Ji Bo Raya Giştî Derbara Serbestberdana Dîlgirtiyan Li Siweydayê

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) pêvajoya serbestberdana dîlgirtiyan û pevguherîna wan a ku li parêzgeha Siweydayê pêk hat, bi dilxweşî pêşwazî dike. Ku li gorî daneyên pêbawer, ev pêvajo di bin çavdêriya Komîteya Navneteweyî ya Xaçê Sor de bi dawî bû; tê de 86 girtî hatin berdan (61 jê sivîl in ku vegeriyan Siweydayê û 25 vegeriyan Şamê), li beramberî vê yekê jî nêzî 30 endamên hêzên hikûmetê yên ku li cem komên herêmî girtî bûn, hatin berdan.

Ev gav nîşaneke pratîk e, ku tevî tevliheviya rewşa Sûriyeyê jî, pêkanîna destkeftiyên mirovî gengaz e. Her wiha tekez dike ku çareserkirina dosyayên hestiyar û di serî de dosyaya dîlgirtî û girtiyan, dikare bibe dergehekî rasteqîn ji bo kêmkirina rageşiyan û vekirina rêyên avakirina baweriyê.

Meclîs destnîşan dike, ku divê ev destkeftî wekî bûyereke tenê nemîne, lê belê pêwîst e li ser were avakirin û li seranserî erdnîgariya Sûriyê were belavkirin; bi taybetî di têkiliya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hikûmeta Veguhêz de. Ev yek jî bi rêya mekanîzmayên zelal ku berdewamiya pêvajoyên serbestberdanê misoger bike û dûrî nêzîkatiyên bijarte an jî bikaranîna siyasî be.

Li ser vê bingehê, Meclîs bang dike ku dosyaya dîlgirtî û girtiyan wekî pêşaniyek neteweyî ya lezgîn were pejirandin. Her wiha bang dike ku pêvajoyeke berfireh û birêkûpêk ji bo pevguherîna girtiyan li hemû herêmên Sûriyeyê dest pê bike, daku bibe alîkar di nêzîkkirina nêrînên Sûriyeyiyan, nûkirina pêkhatey neteweyî û ber bi veguhertineke erênî ve biçe ku aştiya navxweyî xurt bike û bingehekê ji bo qonaxeke nû ya ji lihevkirin û hevparîya neteweyî ava bike.

 

27’ê Sibata 2026’an

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk

Follow Me