Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyaniyî Bi Boneya 8’ê Adarê – Roja Jinan A Cîhanî

8’ê Adarê, Roja Jinan a Cîhanî, îsal di demekê de tê, ku jinên Sûrî hîna têkoşîna xwe ya berdewam ji bo azadî, rûmet û dadmendiyê dimeşînin. Ev piştî zêdetirî 14 salan ji destpêkirina serhildana gelêrî, ku riya xwe di nav tevahî xaka Sûriyeyê de vekir û bû destpêka qonaxeke dîrokî di rêwîtiyagelê Sûriyeyê de, ber bi guhertin û avakirina dewleteke dadmend ve. Jina Sûriyeyî di vê serhildanê de roleke bingehîn lîst û di hemû qonaxên wê de ligel gelê xwe amade bû.

Jina Sûriyeyî ji kêliyên destpêkê ve di dilê vê tevgerê de bû; di xebatên civakî, siyasî û mirovî de beşdar bû û li hemberî zordarî, tundî û şerên ku Sûriyê wêran kirin, li rex gelê xwe sekinî. Ew tenê wek şahidê bûyeran nema, lê belê çalak û pêşeng bû. Wê di birêxistinkirina destpêşxeriyên civakî û mirovî de û di parastina hevgirtina civaka Sûriyeyê de, tevî hemû dijwariyan, kedeke mezin da.

Di salên şoreşa Sûriyeyî de, jina Sûriyeyê bacên giran dan; rastî bi hezaran binpêkirinan hat, ji girtina kêfî, revandin û windakirina bi darê zorê, heya bi her cureyên tundî û destdirêjiyên ku rûmet û mafên wê yên bingehîn li gelek herêmên Sûriyeyî dikirin armanc. Tevî vê yekê jî, jin bi biryardarî ma û bi rola xwe ya di parastina nirxên azadî, dadmendî û wekheviyê de girêdayî ma.

Piştî rûxandina rejîmê, dihat pêşbînî kirin ku rola jina Sûriyeyê di qonaxa siyasî ya nû de roleke rasteqîn û bingehîn bûya, ku li gorî asta qurbaniyên wê yên di salên şoreşê de be. Lê belê, tiştê ku me di gelek gavên siyasî yên paşê de dît, paşguhkirineke eşkere ya rola jina Sûrî û dûrxistina wê ji navendên biryardanê; bi nûnertiyek kêm di hin çarçoveyên siyasî de ku rola wê û qurbaniyên wê îfade nake. Em wek Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), bi zelalî red dikin ku hebûna jinê tenê formalîte an jî sembolîk be. Em tekez dikin ku beşdariya rasteqîn a jinê şertekî bingehîn e ji bo her pêvajoyeke siyasî ku armanca wê avakirina Sûriyeyeke demokratîk, pirreng û nenendendî be.

Derbasbûna zêdetirî salekê bi ser rûxandina rejîma berê de, îro ji hemû hêzên siyasî û neteweyî dixwaze ku berpirsiyariya xwe ya dîrokî hilgirin, da ku hebûna jinê wek hevkarek serekî di xêzkirina paşeroja welat de, di pêvajoyên aştiyê û avakirinê de û di danîna polîtîkayên ku nexşeya Sûriyeya nû diyar dikin de misoger bikin. Her wiha jin bi xwe jî berpirs e ku têkoşîna xwe berdewam bike û hewildanên femînîst bikin yek da ku pozîsyona xwe xurt bikine û daxwazên xwe yên rewa bi dest bixe.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk di vê baweriyê de ye ku avakirina Sûriyeyeke demokratîk, pirreng û nenendendî nayê bidestxistin bêyî beşdariya çalak û rasteqîn a jinan di navendên biryardana siyasî û rêvebirî de û di hemû astan de. Hêzkirina jinê ne daxwazeke sembolîk e, lê belê pêwîstiyeke bingehîn e ji bo misogerkirina paşerojeke demokratîk û aram ji bo Sûriyê.

Her wiha em tekez dikin ku divê mafên jinan bi rengekî zelal û eşkere di her destûreke paşerojê ya Sûriyê de cih bigirin, bi awayekî ku wekheviya tam di navbera jin û mêr de di maf û erkan de misoger bike, beşdariya wê ya dadmend di jiyana siyasî, aborî û civakî de mîsoger bike û garantiyên yasayî yên ku wê ji her cureyên cudakarî û tundiyê diparêzin deyne.

Di Roja Jinan a Cîhanî de, em silavên xwe ji bo hemû jinên Sûriyeyî yên têkoşer li hemû herêman dişînin û ji bo hemû yên ku li hemberî çewsandin, girtin, koçberî û tundiyê sekinîn û dev ji baweriya xwe bi Sûriyeyeke azad, demokratîk, pirreng û nenendendî ya ku dadmendî û wekhevî tê de serwer e, berneda.

Paşeroja Sûriyê bêyî jinan nayê avakirin û bidestxistina aştî û aramiya mayînde, pêdivî bi danpêdana tam a rola wê ya pêşeng û misogerkirina beşdariya wê ya rasteqîn di avakirina dewlet û civakê de heye.

Rûmet Ji Bo Têkoşîna Jina Sûriyeyî

Azadî Ji Bo Hemû Girtiyan

Dadmendî Ji Bo Sûriyê Û Gelê Wê

 

8’ê Adarê 2026’an

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk

Follow Me