Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyaniya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Di Derbara Girtî, Binçavkirî Û Dîlan De

Di çarçoveya berdewamiya xerabûna rewşa mirovî û jiyanî ya ku Sûriyeyî li herêmên cuda tê de dijîn û digel dijwarbûna kêşeyên aborî û ewlehiyê, Meclîsa Sûriya Demokratîk tekez dike ku gavên avakirina baweriyê dergehê bingehîn e ji bo pêşxistina proseya çareseriya siyasî ye. Di vê çarçoveyê de, Meclîs piştgiriya xwe nû dike ji bo hemû gavên cidî yên ku bicîhkirina lihevkirinên 29’ê Rêbendanê bi rengekî temam û hevgirtî misoger dikin, bi awayekî ku encamên berbiçav li ser erdê bidest bixe.

Meclîs pêşwaziya serbestberdana bi dehan girtiyên li parêzgeha Hesekê dike û vê gavê wekî nîşaneke erênî dibîne, ku dikare wekî bingeh jê re were girtin.

Di heman mijarê de, Meclîs amaje bi gavên ku li hin herêmên din ên Sûriyeyê ku di çarçoveya biryarên efûyê de hatine avêtin dike, ku dibe ev gav bibin dergehekî girîng ji bo çareserkirina vê dosyayê; bi şertê ku bibe nêzîkatiyek berfireh û domdar ku serbestberdana hemû girtiyan bêyî cudakarî misoger bike, da ku beşdarî xurtkirina atmosfera baweriyê li ser asta niştimanî bibe.

Meclîs bang li tevgera bilez û cidî dike ji bo destpêkirina operasyonên pevguhertina dîlan di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hikûmeta Sûriyê de; wekî gaveke mirovî ya lezgîn û yek ji rêyên bingehîn ên avakirina baweriyê di çarçoveya lihevkirinên 29’ê Rêbendanê de, da ku beşdarî kêmkirina azarên mirovî bibe û şert û mercan ji bo pêşxistina çareseriya siyasî amade bike.

Meclîs daxwaz dike ku ev rêgeh bi serbestberdana hemû girtî û binçavkiriyên ku li ser bingehên ne yasayî yan bi awayekî kêfî hatine girtin were temamkirin, li gorî mekanîzmayên zelal û eşkere ku rêzgirtina serweriya yasa û pîvanên navdewletî yên mafên mirovan misoger dike.

Di vê çarçoveyê de, Meclîs tekez dike ku mijara girtinên kêfî hîn jî yek ji mezintirîn astengiyan e ku bandorê li baweriya welatiyan bi proseya aramî û çareseriya siyasî dike. Her wiha tekez dike li ser pêwîstiya çareserkirina vê mijarê bi rengekî giştî li seranserê erdnîgariya Sûriyê, bi awayekî ku dawî li vê diyardeyê bîne û prensîba serweriya yasa û wekheviya di navbera hemû welatiyan de bi cih bike.

Her wiha Mecîis pêşwaziya vegera nêzîkî 400 malbatên koçberên Efrînê bo herêmên wan dike. Meclîs tekez dike ku ev gav, tevî girîngiya xwe, divê bibe beşek ji çareseriyeke berfireh û cidî ji dosyaya koçber û derbideran re, bi rengekî ku vegera ewle, xwebexş û birûmet misoger bike, mafên niştecîbûn û milkdarî biparêze û binpêkirinên ku bi koçberkirinê re rûdane çareser bike, da ku rê li ber dubarebûna wan bigire û aramiya civakî xurt bike.

Meclîs destnîşan dike ku vekirina rê û dergehên navxweyî, nemaze li derdora bajarên Kobanî û Hesekê, pêdiviyeke mirovî û aborî ya lezgîn e. Ev yek xwedî roleke mezin e di hêsankirina tevgera sivîlan, çalakkirina jiyana aborî û xurtkirina aştiya navxweyî de, bi misogerkirina azadiya çûnûhatin û niştecîbûnê bêyî cudakarî ji bo hemû welatiyan.

Li gorî nêrîna Meclîsê, serkeftina bicîhkirina lihevkirinên navborî, tevî vîna aliyên peywendîdar, pêdivî bi hawîrdorek herêmî û navdewletî ya piştgir û berpirsiyar heye, ku beşdarî çespandina van gavan bibe û wan veguherîne rêyekî domdar ji bo aramiya demdirêj.

Her wiha tekez dike ku çespandina aramiyê li herêmên cuda yên Sûriyê, di nav de Bakur û Rojhilatê Sûriyê, stûneke bingehîn e ji bo aramiya giştî ya welat, bandoreke erênî li ser ewlehiya herêmî dike, beşdarî kêmkirina metirsiyên alozî û anarşiyê dibe û piştgiriya hewildanên berdewam ên têkoşîna li dijî terorê dike.

Meclîsa Sûriya Demokratîk tekez dike, ku divê bicîhkirina lihevkirinên navborî bi rengekî hevseng û hemwext ji aliyê hemû aliyan ve were kirin, da ku rê li ber astengkirin yan valakirina naveroka wan were girtin û bibe bingehek ji bo qonaxeke nû ya xebata hevbeş a li ser bingeha bawerî û berpirsyariya niştimanî.

Li ser bingeha nêrîna xwe ya ji bo Sûriyeyeke demokratîk û nenendendî, Meclîs amadehiya xwe nû dike ji bo tevlîbûneke erênî û çalak di her rêyeke niştimanî ya cidî de ku bibe sedema çareseriyeke siyasî ya berfereh û domdar, beşdarbûna hemû Sûriyeyiyan misoger bike, yekparçeyiya welat biparêze û rûmeta gelê wê biparêze.

Meclîsa Sûriya Demokratîk tekez dike, ku bidestxistina pêşketineke berbiçav di gavên avakirina baweriyê de, digel vîneke siyasî ya rastîn, dê rê li ber destpêkirina diyalogeke niştimanî ya berpirsiyar veke, ku bibe bingeha avakirina Sûriyeya nû ya li ser dadmendî, hevkarî û pirrengiyê.

24’ê Sibata 2026’an

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk

Follow Me