Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî ji Bo Raya Giştî Derbara Rewşa Jiyanî Û Aborî Li Sûriyê

Di bin siya xerabûna bilez a rewşa jiyanî û aborî de li herêmên cuda yên Sûriyê û ligel zêdebûna nerazîbûna gel a rewa ku êşa rojane ya welatiyan di dabînkirina pêdiviyên bingehîn de tîne jiyîn; Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) tekez dike ku mijara nan û debarê, ewlehiya xurek û tenduristî, bûye destpêka lîsteya pêşayiyên niştimanî yên êdî paşxistin an jî xemsariyê napejrînin.

Rewşa mirovî û jiyanî li gelek deveran, ji Kobanî bigre heya Dêrezor û Reqa, ber bi Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ve û heya digihîje paytextê Şam û parêzgehên din ên Sûriyê, bûye nîşaneke xeternak li ser kûrbûna krîza aborî. Ku ev krîz aramiya niştimanî û civakî dixe metirsiyê û êşên welatiyan girantir dike; nexasim di bin siya bihabûna zêde, kêmbûna hêza kirînê, nebûna derfetên kar, bilindbûna rêjeya bêkariyê û gihîştina hejarî û xizaniyê bo astên ku di dîroka welat de nehatine dîtin.

Berdewamiya polîtîkayên hikûmetê yên ku dibin sedema astengkirina tevgera aborî an jî sepandina dorpêçan li ser hin herêman, ligel nebûna planên aborî û hawarçûnê yên lezgîn, her wiha nebûna çavdêriyê li ser bihayê kelûpelan, zêdebûna mofirkişiyê (ihtîkar) û bilindkirina bihayê nan, kehrebe û enerjiyê; barê ser milê gel girantir dike û bêhêvîbûnê di nava civakê de kûr dike. Lewma, Meclîs bang li Hikûmeta Demkî û hemû aliyên rêveber dike ku demildest bikevin tevgerê da ku planên rizgarkirina aborî yên zelal deynin, ku armanca wan a yekem parastina welatiyan û misogerkirina ewlehiya wan a xurek û tenduristî be û dabînkirina materyalên bingehîn bi bihayên ku li gorî dahata gel be.

Her wiha Meclîs tekez dike, ku bersivdana daxwazên gel ên mafdar divê bi rihê berpirsyariya niştimanî be, bi rêya polîtîkayên aborî yên dadmend û giştgir ku taybetmendiya her herêmekê li ber çavan bigire. Divê di dabeşkirina çavkanî û xizmetguzariyan de cudahî neyê kirin, da ku ev yek bibe alîkar di kêmkirina krîzê û avakirina baweriyê di navbera civak û saziyên pêwendîdar de.

Çareseriya rasteqîn a krîza jiyanî, hevkariyeke niştimanî ya berfireh û vîneke siyasî ya cidî dixwaze ku berjewendiya welatiyan di ser her tiştî re bigire û ji bo parastina rûmet û mafê wan di jiyaneke ewle û birûmet de bixebite.

Di vê çarçoveyê de, Meclîs banga xwe nû dike ji bo hemû hêzên niştimanî û civakî ku ji bo derbaskirina vê qonaxa dijwar bi hev re bixebitin û nirxên piştgirî û berpirsyariya hevpar piçespînin. Em bawer dikin ku rizgarkirina mirovê Sûrî ji êşa wî ya jiyanî, bingeha her rêgeheke siyasî ya paşerojê ye ku armanc dike Sûriyeyeke azad, aram û dadmend ava bike ku jiyaneke birûmet ji bo hemû gelê xwe misoger dike.

18’ê Sibata 2026’an

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk

Follow Me