Ji gelê me yê Sûryeyî re li her derê,
Ji bo hêzên niştimanî, siyasî û civakî,
Di kêliyeke niştimanî ya hestiyar de ku welatê me tê re derbas dibe, Meclîsa Sûriya Demokratîk tekez dike ku çareseriya siyasî ya Sûrî-Sûrî tenê vebijêrk e ji bo bidestxistina dawiya şer û avakirina dewleteke demokratîk, piralî û nenendendî, ku yekparçebûna welat biparêze û rûmeta hemû welatiyan bêyî cudahî mîsoger bike.
Guhertinên bilez ên li Sûriyeyê rû didin, derbasbûneke hişmendane ferz dikin; ji birêvebirina rastiya heyî ber bi beşdariya çalak di damezirandina dewleta hemwelatîbûn û yasa de. Dewleteke ku xwe dispêre peymaneke niştimanî ya giştî û bingehê aramiya herdemî li ser esasê hevparî û edaletê ava dike.
Meclîsa Sûriya Demokratîk li ser bingeha berpirsiyariya xwe ya niştimanî, redkirina xwe ya biryardar ji bo her destwerdaneke biyanî di karûbarên Sûriyeyê de radigihîne û piştgirêdana bi her aliyekî herêmî an navdewletî li ser hesabê serweriya niştimanî red dike. Her wiha tekez dike li ser girîngiya avakirina peywendiyên herî baş bi hemû dewletên herêmê û cîran re, li ser bingeha rêzgirtina hevdu û berjewendiyên hevpar, li gorî yasayên navdewletî, bi awayekî ku ewlehî û aramiya herêmî pêk bîne.
Meclîs piştgiriya xwe ji bo serkeftina peymana 29’ê Rêbendanê dubare dike, wekî gavekê ber bi kêmkirina rageşiyê û vekirina rê li ber pêvajoyeke siyasî ya berfireh. Her wiha amadebûna xwe nîşan dide ji bo danûstandineke erênî bi hemû destpêşxeriya (înisiyatîfên) ku yekparçebûna Sûriyeyê xurt dikin û çareseriya siyasî ya mayînde pêş dixin.
Di vê çarçoveyê de, Meclîs van xalan destnîşan dike:
Yekem: Pêşxistina binyada xwe ya rêxistinî û siyasî bi awayekî ku li gora daxwazên qonaxa nû be û pejirandina mekanîzmayên xebatê yên nerm û zelal ku hebûna wê ya niştimanî xurt bike û beşdarî avakirina dewletê li ser bingehên hevpar ên nûjen bibe.
Duwem: Beşdarbûna çalak di daraştina peymaneke niştimanî de, ku li ser yekparçebûna ax û gelê Sûriyê, dewleta hemwelatîbûna wekhev û nenendendiya demokratîk ava dibe, ligel tekezkirina li ser:
- danpêdana destûrî ya mafên neteweyî yên rewa yên gelê Kurd.
- Parastina mafên çandî, zimanî û neteweyî yên pêkhateyên din ên Sûriyeyê wekî: Suryan, Aşûrî, Tirkmen, Ermen, Çerkes û yên din.
Sêyem: Beşdariya giştî û wekhev a jinan di jiyana siyasî û biryargirtinê de, mîsogerkirina hêzkirina ciwanan û rola wan a sereke di avakirina pêşeroja Sûriyeyê de bi rêya beşdariya wan a çalak di hemû qonaxên siyasî û civakî de.
Çarem: Piştgirîkirina avakirina saziyeke leşkerî ya niştimanî û pîşeyî ya yekbûyî bi rêya pêvajoyeke yekbûnê ya lihevkirî, parastina aştiya navxweyî û pejirandina dadmendiya veguhêz wekî çarçoveyekê ji bo çareserkirina bandorên raboriyê, eşkere kirina rastiyê, qerebukirina ziyanpêketiyan, çespandina lihevanîna civakî û amadekirina mercên guncaw ji bo vegera ewle û birûmet a hemû penaber û awareyan bo ser mal û milkên wan.
Pêncem: Destpêkirina diyalogeke niştimanî ya berfireh a Sûrî, ku xwe dispêre têkiliyên hevseng ên Meclîsê bi hemû hêz û pêkhateyan re, daku bibe pireke pêbawer ber bi Sûriyeyeke nû ya ku tê de cih ji dûrxistin û paşguhkirinê re tune be, û bi beşdariya rasteqîn a jin, ciwan û hemû çalakvanên civakî.
Şeşem: Karê lezgîn ji bo baştirkirina mercên jiyanê û xizmetguzariyê yên xerabûyî, bi rêya pêşxistina hewildanên mirovî û avakirina welat, piştgirîkirina projeyên başbûna zû, dabînkirina xizmetên bingehîn û koordînasyona bi hemû aliyên peywendîdar re ji bo kêmkirina azarên rojane yên welatiyan, bi taybetî di bin siha şert û mercên dijwar ên aborî, ku welat pêre derbas dibe.
Meclîsa Sûriya Demokratîk, dema ku pişta xwe bi ezmûn û rola xwe ya niştimanî di parastina aştiya navxweyî de di salên şer de girêdide, îro bi hîskirina giraniya berpirsiyariya dîrokî, ber bi beşdariya erênî di avakirina pêşeroja Sûriyeyê de gavan dihavêje. MSD hemû şiyanên xwe dixe xizmeta projeyeke niştimanî ya giştî ku armanca wê avakirina dewleteke Sûrî ya demokratîk, nûjen û serbixwe ye, ku bersiva daxwazên gelê xwe yên ji bo azadî, edalet û aramiye bide.
Paşeroja Sûriyê bi hevparî di navbera hemû welatiyên wê de, bi vîna niştimanî ya azad û bi pêvajoyeke siyasî ya berfireh tê avakirin, ku dawî li azarên Sûriyan bîne û deriyên hêviyê li ber nifşên paşerojê veke.
Mezinahî ji bo Sûriyê, azadî ji bo gelê wê.
15’ê Sibata 2026’an
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD)














