Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî Ji Bo Raya Giştî Derbara Dorpêça Li Ser Bajarê Kobanî

Zêdetirî sê hefteyan e bajarê Kobanî di bin dorpêçeke giran de ye. Ev dorpêç rasterast jiyana bêtirî nîv mîlyon mirovî dike armanc, ku di nav wan de şêniyên bajêr ên resen û koçberên ji Efrîn, Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, Tebqa, Reqa û gundewarên wê hene. Ev dorpêç bi qutkirina sîstematîk a elektrîk û avê û qedexekirina derbasbûna derman, xwarin, sotemenî û pêdiviyên bingehîn re hemwext e, ku bûye sedema xirabûneke metirsîdar di piraniya rewşa mirovî û tenduristî de.

Berdewamiya va rewşa trajedîk jiyana sivîlan, bi taybetî zarok, nexweş û kesên hewcedar, xistiye bin metirsiyeke mezin. Ji ber kêmbûna xwarin, şîrê zarokan û dermanên bingehîn, navendên tenduristiyê derman û amûrên xwe yên dermankirinê yên dawî bi kar tînin. Her wiha piraniya dikanan piştî qedandina kelûpelên xwe hatin girtin û jiyana rojane veguherî têkoşîna ji bo mayinê. Ev rewş li gorî hemû pîvanan wekî “tawana şer” û “sazayê komî” tê pênasekirin.

Kobanî ya ku bûye sembola cîhanî ya berxwedana li dijî terorê û serkeftina wê bû destpêka dawiya DAIŞ’ê, îro tê

cezakirin ji ber ku wê parastina rûmeta tevahî mirovahiyê kir. Veguherandina bajêr weke kaxezeke zextê ya siyasî li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk, çalakiyeke tolhildanê ya metirsîdar e, ku vîna gelê di refên pêşîn de li dijî terorê parastina tevahiya cîhanê dikir, armanc dike.

Meclîsa Sûriya Demokratîk, dorpêça li ser Kobanî bi tundî şermezar dike û wekî tawaneke li dijî mirovahiyê û binpêkirina eşkere ya yasaya mirovî ya navdewletî û hemû peymanên parastina sivîlan di demên şer de dibîne. Em aliyên ku dorpêçê dimeşînin, bi temamî berpirsyarê yasayî û exlaqî, ji her qurbaniyek ku ji ber birçîbûn, nexweşî an nebûna dermanan jiyana xwe ji dest bide dibînin. Em bi her awayî redkirina xwe, ku sivîl û debara wan bibe amûreke şantaja siyasî yan leşkerî di bin her bahaneyekê de tekez dikin.

Meclîs bang li desthilatdariya Şamê ya demkî dike ku berpirsyariyên xwe yên serwerî û yasayî li hember welatiyên xwe bi cih bîne, yekser hemû dergehan li pêşiya xwarin, derman û sotemeniyê veke û dawî li her kiryarekê bîne ku dibe sedema xeniqandina bajêr. Yekitiya Sûriyê ne bi birçîkirina gelê wê, lê bi parastina rûmet û mafên wan ava dibe.

Meclîs bang li hemû hêzên niştimanî û demokratîk ên Sûriyê dike ku li hember tawana li Kobanî bêdeng nemînin û helwesteke niştimanî ya yekbûyî nîşan bidin ku rûmeta mirovî di ser hemû hesabên teng re bigirin.

Her wiha Meclîs bang li Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê dike, ku bi erka xwe ya parastina ewlehiyê rabe û

bi lez destwerdanê bikin da ku dorpêçê rakin û pêşîgirtina li hilweşîna rewşa mirovî, ku gefê li aramiya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye bidestxistin dixwe.

Meclîsa bang li Neteweyên Yekbûyî, Meclîsa Ewlehiyê û rêxistinên mirovî yên navdewletî dike ku komîteyên lêkolînê bişînin, korîdorên mirovî yên bilez vekin û van kiryaran di bin çarçoveya tawanên ku pêdiviya wan bi lêpirsîna navdewletî heye, dabeş bikin, ne ku tenê daxuyanî bin.

Kobanî îro bang li wijdanê cîhanê dike. Bajarê ku serkeftin ji bo jiyanê anî, nabe ku di bin mirina hêdî de were hiştin. Em di Meclîsa Sûriya Demokratîk de tekez dikin ku rûmeta xelkê Kobanî nabe mijara bazarê û vîna gelê ku DAIŞ têk bir, bi dorpêç û birçîkirinê naşkê.

 

9’ê Sibata 2026’an

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk

Follow Me