Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi fikar û giraniyek mezin rewşa mirovî ya karesatbar dişopîne, ya ku koçberên li kampên gundewarê Îdlibê tê de dijîn, wekî encama lehiyên ku ji ber baranên dijwar çêbûne.
Nûçe gihîştine me ku du zarokan li kampa Eyn Îsa ya di navbera Îdlib û Laziqiyê de jiyana xwe ji dest dane û du kesên din jî li kampa El-Esîle winda bûne. Bi hezaran hemwelatiyên Sûrî yên ku di kampan de dijîn, bi şert û mercên trajîk re rû bi rû ne, ku roj bi roj dijwartir dibin. Ew îro bê stargeh in, di bin sermaya dijwar de ne û ji ber lehî û mercên jiyanê yên giran, di bin xetereya nexweşî û epîdemî de ne. Ev êş û azar daxwaz dike ku em hemû bi hemû hêza xwe li hember vê karesata mirovî bisekinin.
Em, wek Meclîsa Sûriya Demokratîk, banga lezgîn li desthilata demkî ya li Şamê dikin ku berpirsiyariyên xwe yên mirovî li hember hemû Sûriyeyiyên di kampan de bi cih bîne û demildest bixebite ji bo vegera koçberên Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî û hemû herêmên din û parastin û lênêrîna pêwîst ji wan re peyda bike, bi taybetî di bin van mercên awarte de.
Her wiha em bang li civaka navdewletî dikin, bi rêya rêxistinên Neteweyên Yekbûyî û saziyên mirovî yên peywendîdar, ku bi lez destwerdanê bikin ji bo pêşkêşkirina alîkariyên bijîşkî, xwarin û hawarçûnê yên pêwîst, xebatê bikin ji bo baştirkirina mercên jiyanê di kampan de, daku koçber bikaribin vê tengasiyê bi kêmtirîn ziyan derbas bikin.
Em hemû li hember vê karesata mirovî radiwestin û li benda bersiveke bilez û bi bandor in ku beşdar bibe di kêmkirina êş û azara van sivîlên ku ji bilî benda piştgiriya mirovî tu bijardeyek din di destê wan de nemaye.
8’ê Sibata 2026’an
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk


