Meclîs li lihevkirina dawî ya di navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, wekî gaveke di nav pêvajoyeke tevlihev de dibîne. Armanca vê gavê dawî li aloziyê bîne, pêşî li kaosek din bigire û amadekirina mercan ji bo qonaxeke siyasî ya nû biafrîne. Ev qonax hewce dike ku sedemên bingehîn ên şer bi rengekî kûr werin çareserkirin, ne ku tenê encamên wî werin birêvebirin. Meclîs tekez dike ku nirxandina her lihevkirineke siyasî an ewlehî, tenê bi asta pabendbûna wê ya pratîkî bi parastina sivîlan, mîsogerkirina mafên sivîl û siyasî yên Sûriyan, dabînkirina vegera bi rûmet û ewle ya penaberan û parastina aştiya navxweyî û aramiya civakî pêkan e.
Nêzîkatiya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) li hember van geşedanan, li gorî nêrîna wê ya siyasî ya li ser bingeha diyalog û çareseriyên aştiyane ye. Meclîs ji guhertinên mezin ên li Sûriyê û herêmê agahdar e; ev guhertin ferz dikin ku bi berpirsyarî ji mantiqê “birêvebirina erdîngarî û nakokî” ber bi mantiqê “xebata siyasî ya niştimanî” û avakirina lihevkirinên berfireh ên Sûriyeyî ve gav were avêtin. Di vê çarçoveyê de, Meclîs piştrast dike ku piştgiriya wî ji bo her pêvajoyeke danûstandinê, nîşaneya rola wî wekî hêzeke siyasî û demokratîk e ku hewl dide rê li ber vegera sîstema zordar bigire û dubarebûna ji nû ve avakirina sedemên krîzê red dike. Her wiha, MSD bi tundî bikaranîna tundutûjî û pevçûnên leşkerî wekî rêbazek ji bo birêvebirina nakokiyên siyasî şermezar dike. MSD di wê baweriyê de ye ku tiştên li peravên Sûriyê (Sahil), Siweydayê û piştre li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qewimîn—ji gurkirina şer û piştre lihevkirinên parçe parçe û demkî—nîşaneya revîna ji berpirsyariya bingehîn e, ku ew jî serkeftina qonaxa veguhêz û avakirina rêgeheke niştimanî ya giştî bo çareseriya siyasî ye.
Meclîs destnîşan dike ku qonaxa heyî pêwîstî bi ji nû ve avakirina baweriyê di navbera pêkhateyên gelê Sûrî de heye. Divê rê li ber fitneyan were girtin, hevbeşiya Erebî-Kurdî were xurtkirin û rola hêzên medenî û siyasî wekî garantorên rastîn ên yekîtî û aramiya welat were çespandin, dûrî mantiqê serdestî an dûrxistinê. Her wiha, Meclîs pabendbûna xwe bi parastina têkiliyên xwe yên niştimanî û navdewletî yên piştgirê aramiyê, şerê li dijî terorê û parastina maf û azadiyan di çarçoveya rêzgirtina li serweriya Sûriyê û vîna gelê wê de, tekez dike.
Meclîsa Sûriya Demokratîk, di dema ku vê qonaxa hestiyar û kêşeyên pê re dişopîne, piştrast dike ku ew ê li ser bingeha bernameya xwe ya siyasî ya niştimanî xebatên xwe bidomîne. MSD berpirsyariyên xwe yên dîrokî hildigire ser milê xwe û di wê baweriyê de ye ku tiştê îro li Sûriyê diqewime ne dawiya rêgehê ye, lê belê kêliyeke veguhertinê ye. Ev kêlî li ser hemû hêzên demokratîk ferz dike ku rolên xwe ji nû ve birêxistin bikin û berevaniya daxwazên Sûriyan ên ji bo azadî, rûmet, dadmendî û demokrasiyê de bikin.
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk
31’ê Rêbendana 2026’an


