Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyaniya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Derbara Girtina Birêz Xesan El-Yûsif, Cîgirê Hevserokatiya Meclîsê

Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) bi tundtirîn gotin girtina birêz Xesan El-Yûsif, Cîgirê Hevserokatiya Meclîsê, şermezar û rûreş dike. MSD vê pêngavê wekî kiryareke keyfî û redkirî, binpêkirineke xeter li dijî bingehên xebata siyasî û hewldaneke nepejirandî ji bo armanckirina kesayetên niştimanî, yên ku xebata eşkere û aştiyane ji bo xizmeta civak û Sûriyeyê hilbijartine, dibîne.

 

Girtina birêz Xesan El-Yûsif mînakeke xeter e ku nayê bihanekirin an nayê paşguhkirin. Ev yek peyamên neyînî dişîne ku li dijî her axaftineke derbara aramî yan vebûna siyasî ye. Armanckirina kesayeteke siyasî ya naskirî bi rola xwe ya di piştgiriya diyalogê, xebata sazûmankirî û lêgerîna li çareseriyên niştimanî de, xizmeta aramiya herêmê nake û bi daxwazên vê qonaxê re ne guncaw e, ya ku divê ber bi kêmkirina rageşiyê û avakirina baweriyê ve biçe.

 

Di vê çarçoveyê de, Meclîsa Sûriya Demokratîk tekez dike ku birêz Xesan El-Yûsif, mîna kesayetên din ên ku di nav Rêveberiya Xweser de an li kêleka wê xebitîne, parçeyek ji civaka niştimanî ya Sûriyê bûn û hîn jî piştgirên rêka danûstandin, çareseriya aştiyane û entegrasyona niştimanî ne. Hilbijartina wan a ji bo mayîna di nav gelê xwe de û karkirina di bin mercên dijwar de, ne çalakiyeke rûbirûbûnê bû, lê belê nîşaneya berpirsyariyeke niştimanî û exlaqî ye û baweriya bi yekbûna Sûriyê û pêwîstiya veguhertina demokratîk bû.

 

Meclîs destnîşan dike ku projeya Rêveberiya Xweser tu carî ne projeyeke cudaxwaziyê an qutbûnê bû, lê belê pêşniyareke Sûrî bû ku di encama hilweşîna dewletê de derket holê û armanca wê parastina civakê, parastina aştiya navxweyî û vekirina rê li ber çareseriyeke siyasî ya giştî bû.

Va projeyê di hemû qonaxên xwe de pabendbûna xwe bi yekparçeyiya xaka Sûriyê û pejirandina diyalogê wekî yekane rê ji bo çareserkirina nakokiyan tekez kiriye.

 

armanckirina kesên ku xebata siyasî ya aştiyane hilbijartine û barkirina berpirsyariya encamên hilbijartinên niştimanî li ser civakên herêmî yên ku ew ji zilma rejîma berê parastine, tiştekî redkirî û ne rewa ye. Mafê tu desthilatdariyê nîne ku gel ceza bike, ji ber ku di herêmên xwe de mane yan beşdarî ezmûnên rêvebirî bûne ku parastina wan di mercên şer de mîsoger kiriye. Divê îro ev civak bên pesnandin û garantiya aramiyê bidinê, ne ku bi gavên wiha tirs û birînên wan kûrtir bikin.

 

Li ser vê bingehê, Meclîsa Sûriya Demokratîk daxwaza azadkirina demildest a birêz Xesan El-Yûsif dike. Meclîs berdewamiya girtina wî wekî pêngaveke provokatîf dibîne ku aliyê berpirsiyar berpirsê hemû encamên wê ye. MSD bi awayekî eşkere siyaseta armanckirina kesayetên siyasî yên niştimanî û çalakvanên aştiyane şermezar dike, her wiha redkirina ji bona ku, sivîl û civakên herêmî berpirsyariya guhertinên siyasî yan ewlehî yên ku mercên şer ferz kirine, hilgirin. Meclîs bangewaziya xwe nû dike, ji bona ku ev doz di çarçoveyeke siyasî de bên çareserkirin, ku daxwazên aramiye li ber çavan bigire û rê li ber diyalog û lihevkirina niştimanî veke.

 

Meclîsa Sûriya Demokratîk, dema ku helwesta xwe ya zelal û biryardar nîşan dide, di heman demê de pabendbûna xwe ya domdar bi xebata siyasî ya aştiyane û xebata ji bo çareseriyeke niştimanî ya giştî tekez dike; çareseriyek ku yekbûn û serweriya Sûriyê mîsoger bike û bingehê qonaxeke nû ya li ser bingeha dedmendî û veguhertina demokratîk, dûrî mantiqê dûrxistin û cezakirinê, ava bike.

 

Azadî ji bo birêz Xesan El-Yûsif,

Azadî ji bo hemû girtiyên siyasî.

 

28’ê Rêbendana 2026’an

Meclîsa Sûriyeya Demokratî

Follow Me