Di van rojan de, dema ku em salvegera pîroz a rizgarkirina bajarê Kobanî bi bîr tînin, em yek ji girîngtirîn qonaxên dîrokî di têkoşîna li dijî terorê de vedijînin. Kobanî, bi berxwedana keç û xortên xwe û bi feda kariya hêzên xwe yên parastinê, bû xala guhertinê ya herî mezin û destpêka dawiya rêxistina DAIŞ a terorîst, ne tenê li Sûriyê, lê belê li seranserî cîhanê.
Kobanî ya ku li dijî hovtirîn rêxistina terorîst sekinî û ji bo parastina mirovahiyê bi hezaran şehîd dan, îro rûbirûyî êrîşên berdewam û dorpêçeke giran a ji hêla hêzên desthilatdariya Şamê ve dibe. Ev dorpêç ku qutkirina av, kehrebe û dermanan lixwe digire, di dîmenke ku polîtîkayên cezakirina komî û tolhildanê tîne bîra mirov; ev yek li gorî yasayên navdewletî wekî “sûcekî şer ê temam” û binpêkirineke eşkere ya bingehên yasaya navdewletî ya mirovî tê hesibandin.
Tiştê ku îro li Kobanî diqewime, ji sembola wê ya dîrokî nayê qutkirin. Wisa xuya dike ku ev dorpêç û êrîş hewldaneke tolhildanê ye ji wî bajarê ku pişta DAIŞ’ê şikand û xeyala terora ku gef li cîhanê dixwar, hilweşand. Ji ber vê yekê, berdewamiya vê rewşê metirsiyeke rastîn a pêkanîna komkujiyan li dijî sivîlan çêdike û derfetên aramî û aştiyê li seranserî Sûriyeyê lawaz dike.
Li ser vê bingehê, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) van xalên jêrîn tekez dike:
1- Daxwaza rawestandina demildest a şer li derdora Kobanî û hemû herêmên aloz û rakirina dorpêça li ser bajêr bi awayekî tam û bêşert.
2- Vekirina korîdorên ewle û mirovî ji bo misogerkirina gihandina av, kehrebe, derman û pêdiviyên bingehîn ji bo şêniyên sivîl bêyî tu astengiyan.
3- Dûrxistina hemû hêzên leşkerî yên ku gefê li ewlehî û aramiya Kobanî dixwin ji derdora bajêr, bi gerantîkirina sivîlan û rêgirtin li her geşepêdaneke leşkerî.
4- Rawestandina êrîşên çekdarî li ser herêma Cizîrê û krîmînalîzekirina gotara sorkirî a medyayî ya ku yekîtiya civakî û aştiya navxweyî dixe metirsiyê.
5- Pabendbûn bi nirx û exlaqên peywendiyên Kurdî-Erebî û kirina wan wekî bingeha sereke ya parastina ewlehiya herêmê û kilîta çareseriya krîza niştimanî.
6- Vegera cidî bo rêça diyaloga siyasî wekî yekane bijarde ji bo
çareserkirina nakokiyan, dûrî mantiqa hêz û tundiyê.
Di vê çarçoveyê de, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bangekê li van aliyan dike:
- Hêzên Navdewletî û Hevpeymaniya Navdewletî: Berpirsyariya exlaqî û siyasî ya ku di şerê têkbirina DAIŞ’ê de ketiye ser milê we, îro roleke çalak ji bo parastina Kobanî ji êrîş û dorpêçê ferz dike, da ku rê li ber her paşveçûnekê were girtin ku destkeftiyên di şerê li dijî terorê de hatine bidestxistin, bixe metirsiyê.
- Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê: Parastina Kobanî, parastina projeya Sûriyeya demokratîk û pirreng e û parastina paşerojeke li ser bingeha hevparî, dadmenî û redkirina paşguhkirin û tundiyê ye.
- Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê: Em bang li we dikin ku hûn berpirsyariyên xwe yên niştimanî û yasayî hilgirin, hemû şêweyên geşepêdanên leşkerî rawestînin û bi awayekî cidî tevlî diyalogeke niştimanî ya berfireh bibin ku ber bi çareseriyên siyasî ve biçe, daku yekîtiya Sûriyê û rûmeta gelê wê were parastin.
Em ji gelê xwe yê li Kobanî û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re radigihînin ku ew berxwedana ku DAIŞ têk bir, îro jî dikare hemû hewldanên dorpêç û êrîşan pûç bike. vîna berxwedanê û jiyanê ji hemû şêweyên çewsandinê bihêztir e û Kobanî dê her wekî sembola azadî û rûmetê bimîne.
Çawa ku Kobanî bû destpêka dawiya DAIŞ’ê, parastina Kobanî ya îro jî dikare bibe destpêka rastîn a pêkanîna aramî û aştiyê li Sûriyeyê, eger her kes berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bîne.
Rûmet ji bo şehîdan,
Azadî ji bo Kobanî,
Aştiya dadmend ji bo tevahiya Sûriyê.
26’ê Rêbendanê 2026an
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk


