Ji Aliyê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Ve
Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rûbirûyî rageşiyeke metirsîdar in. Ev êrîş ji aliyê komên çekdar ên radîkal ên di bin sîwana “Hikûmeta Veguhêz” de li dijî gelê Kurd û hêzên wî yên ku di rêza pêşîn a şerê li dijî DAIŞ’ê de bûn û di têkbirina wî de xwedî rol bûn, tên kirin.
Înfazkirina şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) piştî dîlgirtina wan û berdana endamên DAIŞ’ê, terorê ji nû ve zindî dike. Ev yek gefeke rasterast li ser ewlehiya herêmî û navdewletî ye û nîşana komkujiyên nû ye, wekî yên ku di derhwqê Elewî, Dirûzî û Kurdên li Helebê de hatin kirin de.
Îro bajarê Kobanê, ku sembola berxwedana cîhanê ya li dijî DAIŞ’ê û destpêka hilweşandina wê bû, rûbirûyê gefeke rasterast e. Êrîşkirina ser Kobanê, êrîşkirina li ser nirxên demokratîk, azadî û vîna azadîxwazên li Sûriyê, herêmê û cîhanê ye; û hewldaneke tolhildanê ye ji wan kesên ku teror têk birin.
Bi armanc girtina Kobanê re, tevahiya herêma Cizîrê bi hemû pêkhateyên xwe yên Ereb, Kurd, Suryan û Aşûrî tê armanckirin. Ev êrîşeke îflaskirî ye ku armanca wê tunekirina projeya jiyana hevbeş û astengkirina avakirina Sûriyeyeke demokratîk û azad e.
Piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro ne tenê bijardeyeke siyasî ye, lê belê berpirsyariyeke exlaqî û mirovî ye ji bo rêgirtina li vegera terorê, parastina sivîlan û parastina ewlehiyê. Paştguhkirina van metirsiyan wê bibe sedem ku teror careke din li deriyên cîhanê bixe.
Di dema ku Meclîsa Sûriya Demokratîk tekezî li ser zimanê diyalog û danûstandinên di navbera Hikûmeta Demkî û Hêzên Sûriya Demokratîk de dike, di heman demê de kiryarên hovane yên hêzên desthilata Şamê yên ku diyalog û çareseriyên aştiyane red dikin, şermezar dike. Ji ber israra hikûmeta demkî ya li ser çareseriyên leşkerî, MSD tekezî li ser domandina berxwedana rewa ji bo parastina azadî û rûmetê dike, ji bo Sûriyeyeke demokratîk, pirreng û nenendendî ku ji bo hemû welatiyên xwe ewle be.
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk
20’ê Rêbendana 2026’an


