Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyaniya Civata Giştî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Derbara gurkirina leşkerî û bandora wê li ser pêvajoya siyasî ya Sûriyê

Sûriyê di qonaxeke veguhêz a çarenûsî re derbas dibe ku tê texmînkirin bibe sedema peymaneke civakî ya nû li ser bingeha hevparî û dadmendiyê. Lê belê, rêbaza ku desthilatdariya demkî li Şamê dişopîne, nîşan dide ku ew hîn jî mantiqa hêza leşkerî wekî yekane rê ji bo çareserkirina dosyayan bi kar tîne, ku ev yek tê wateya kuştina pêvajoya siyasî di destpêka wê de.

​Bûyerên bixwîn li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bûn mînakeke eşkere ya vê rêbazê; ku tê de wesayîtên zirxî û çekên giran bi awayekî şid li herêmên sivîl hatin bikaranîn û di encamê de komkujî û binpêkirinên giran

pêk hatin. Ev mînak ne tenê ye, lê belê berdewamiya wê rêbazê ye ku berê li peravên deryayê, Hims, Siweyda û gundewarê Şamê hatibû meşandin. Ev yek tekez dike, ku di mijara nakokiyên siyasî de bikaranîna çareseriya leşkerî bûye şêwazekî dubarekirî.

​Meclîsa Sûriya Demokratîk, di dema ku van bûyeran bibîr tîne, berpirsiyariya tam dixe ser milê biryarderên siyasî û leşkerî yên desthilatdariya demkî ji ber van binpêkirinan, ku armanc girtina sivîlan, navendên tenduristiyê yên jiyanî û binpêkirina rêkeftina 10’ê Adarê û 1’ê Nîsana 2025’an bi şêweyek eşkere ye. Ev binpêkirin ne tenê derketina ji rêkeftinê ye, lê belê pêşandana metirsiyekê ye ku gefê li her lihevkirin an diyalogeke paşerojê dike.

Parastina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, parastina hemû bajarên Sûriyê ye û parastina wê prensîbê ye ku Sûriyê bibe dewleta hemû welatiyên xwe.

Armacgirtina nimûneya rêveberiya navxoyî ya hevpar, ku van her du tax nîşan didan, armacgirtina ramana Sûriyeyeke nenavendî, demokratîk û yekbûyî ye.

Li ser vê bingehê, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ji bo vegera li ser rêgeha siyasî û avakirina baweriyê, van daxwazên herî kêm wekî şert destnîşan dike:

1-Rawestandina yekser a hemû çalakiyên leşkerî li herêmên sivîl û dabînkirina parastina tam ji bo sivîl û navendên xizmetguzarî û mirovahî, li gorî yasaya mirovî ya navdewletî.

2-Vekirina lêpirsîneke navdewletî ya serbixwe û zelal li ser hemû binpêkirin û

komkujiyên hatine kirin, û darizandina hemû berpirsên siyasî û leşkerî, tevî misogerkirina ne-dubarebûna wan bi rêya mîkanîzmayên çavdêriyê yên sivîl, serbixwe û navdewletî.

3-Misogerkirina vegera ewle û birûmet a penaber û koçberan, qerebûkirina dadperwerane ya ziyanpêketiyan û jinûve avakirina herêmên wêranbûyî.

4-Pêbendbûna tam bi rêkeftinên 10’ê Adarê û 1’ê Nîsana 2025’an wekî bingeha her diyalogê û destpêkirina danûstandinên cidî di çarçoveyeke giştî ya Sûrî-Sûrî de, dûrî mantiqa ferzkirin û teslîmgirtinê.

5-Ji nû ve birêxistinkirina saziyên leşkerî û ewlehiyê li ser bingehên neteweyî û pîşeyî ku welat biparêzin ne ku gefê li gelê xwe bixwin û girêdana wan bi desthilatdariya siyasî ya sivîl a hilbijartî re, wekî şertekî serekî ji bo avakirina dewleta yasa û hemwelatîbûnê.

6-Destpêkirina amadekariyan ji bo lidarxistina Kongreyeke Neteweyî ya Sûrî ya giştî.

​Paşeroja Sûriyê bi maseya diyalogê û projeya neteweyî ya berfireh tê avakirin, ne bi qada şer û mantiqa ewlehî ya yekalî. Yekbûna Sûriyê bi rêya pejrandina cihêrengiya wê û beşdariya di rêveberiya wê de pêkan e, ne bi rêya jinûve hilberandina navendparêziya zordar. Meclîsa Sûriya Demokratîk dê ji bo vê armancê karê xwe berdewam bike, ji bo parastina hemû Sûriyan û mafê wan ê di jiyaneke azad û birûmet de.

​Civata Giştî ya Meclîsa Sûriya Demokratîk

11’ê Rêbendana 2026’an

Follow Me