Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi tundtirîn zimanan, topbarana li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Bajarê Helebê şermezar dike. Ev êrişên ku ji aliyê komên girêdayî “Hikûmeta Sûriya Demkî” ve têne kirin, di bin dorpêçeke giran û armancgirtina rasterast a deverên niştecihbûnê yên sivîlan de, bûne sedema qurbanîbûna welatiyên bêguneh.
Tiştê ku qewimî nabe weke bûyereke ewlehiyê yê asayî û cuda were dîtin; Berevajî wê, ev nêzîkatiyeke xeternak e ku bingeha aştiya navxweyî têk dibe û her îdîayeke pabendbûna bi çareseriyên siyasî pûç dike. Em “Hikûmeta Demkî” bi temamî berpirsyara van binpêkirinan dibînin, çi bi kiryarên rasterast be, an jî bi bêdengî û têkçûna xwe di kontrolnekirina komên çekdar ên girêdayî wê de.
Dema va gurkirina leşkerî, ku hemwextî liv û tevgerên dîplomatîk û danûstandinên li derveyî Sûriyê yên li ser mijarên serwerî û ewlehiyê pêk tên, fikarên mezin û pirsên rewa li ser cewhera têkiliya derdixe holê. Gelo pêwendiya di navbera tiştên li piş deriyên girtî de têne nîqaşkirin û tiştên ku li ser erdê bi zora çekan têne ferzkirin de çi ye?
Bikaranîna sivîlan wekî karta fişarê, an jî hiştina wan di bin gefa tundiyê de di kêliyên siyasî yên hesas de, mijareke gelekî xeternak e; nabe mirov bipejrîne an jî bêdeng bimîne.
Em hişyariyê didin ku berdewamiya va rêbazî dê bibe sedema kûrkirina parçebûnê û lawazkirina her pêvajoyeke danûstandinê, her wiha dê proseya siyasî bike rûyeke formalîte ku naveroka wê vala ye.
Em bi biryardarî lihevkirinên siyasî, di her astê de, li ser hesabê ewlehiya sivîlan an mafên pêkhateyên Sûriyê werin meşandin, red dikin.
Tevî van hemûyan, em piştrast dikin ku bijarteya me ya bingehîn diyalog û aştî ye. Lê belê aştiya rastîn ne di bin topbaran û dorpêçê de, belku bi rawestandina demildest a şer, parastina sivîlan û pabendbûneke zelal bi çareseriyeke siyasî ya giştgir û dadmend ku mafên hemû Sûriyeyiyan bê cudahî û bê bazarî garantî bike, ava dibe.
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk
6’ê Rêbendana 2026’an


