Meclîsa Sûriya Demokratîk

Pîrozbahiya Sersala Nû Ya 2026an

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi boneya sersala nû ya 2026an, pîrozbahiyên xwe yên herî germ û hîviyên xwe yên ji dil pêşkêşî hemû keç û kurên gelê Sûriyê li hundir û derveyî welat dike. Em hêvî dikin ku ev sal bibe sala hêviyên rastîn û destpêka rêgeheke neteweyî ku daxwazên Sûriyeyiyan yên ji bo aramî, rûmet û aştiyê bi cih bîne.

Sala nû di demekê de tê ku Sûriyê li pêşberî derfeteke dîrokî ye, da ku rêyeke neteweyî ya cuda ji nû ava bike; rêyek ku rûpelên stemkarî, tundî û terorê bipêçe û dawî li polîtîkayên dûrxistin û paşguhkirinê bîne, yên ku zirarên kûr gihandine civak û dewletê. Ev qonax berpirsyariyeke komî û vîzyoneke siyasî ya gihîştî dixwaze, ku berjewendiya welat di ser hemû bercewendiyên teng re bigire û vîna Sûriyeyiyan wekî xwediyên rewa yên paşeroja xwe, bike bingeha biryaran.

Îro daxwaza Sûriyeyiyan bi zelalî ber bi bidawîkirina xeleka tundiyê, çespandina aştiya domdar û amadekirina atmosfereke ewle ve diçe; atmosfereke ku rê bide destpêkirina geşepêdana aborî û civakî, da ku tiştên di salên şer de hatine rûxandin werin avakirin û dadmendiyeke civakî ya hevseng were damezirandin ku derfetên wekhev ji bo hemû welatiyan bêyî cudahî peyda bike. Ev armanc bi cih nayên heya ku bi mîlyonan koçber, derbider û penaber bi rûmet û ewlehî li ser bingehê garantiyên rastîn ên parastina maf û milkên wan, venegerin ser mal û warên xwe.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk tekez dike, ku yekitiya Sûriyeyiyan, bi hemû nasnameyên wan ên neteweyî, olî û siyasî, bingeha serekî ya her projeyeke neteweyî ya serkeftî ye. Ku pirrengiya civaka Sûriyê pê dinase, her dem çavkaniya hêz û dewlemendiyê bûye û tenê bi rêya çespandina prensîba hemwelatiya wekhev, redkirina hemû cureyên cudahiyê û parastina mafên takekesî û komî di çarçoveya dewleteke dadmend û piralî de tê parastin.

Di vê çarçoveyê de, Meclîs tekeziyê li ser pêwîstiya destpêkirina qonaxeke veguhêz a rast û berpirsiyar dike, ku xwe dispêre rojevên neteweyî yên resen û bi vîneke siyasî ya serbixwe tê birêvebirin. Armanca vê qonaxê parastina yekitî û serweriya Sûriyê û pêkanîna daxwazên gelê wê ye, dûrî her cureya ferzkirin û berjewendiyên derveyî.

Meclîs careke din destnîşan dike ku pêkanîna “Rêkeftina 10’ê Adarê” di serî de wekî erkeke siyasî û xalek destpêkê ya pratîkî ye ji bo avakirina baweriyê û avakirina aramiyê ye. Her wiha, em giringiya lidarxistina kongreyeke diyaloga neteweyî ya berfireh tekez dikin, ku hemû hêz û pêkhateyên Sûriyê li hev kom bike ji bo amadekirina destûreke dadmend û demokratîk ku piralîbûnê mîsoger bike, maf û azadiyan biparêze û dewleta yasayî û saziyan a ku xizmeta hemû Sûriyeyiyan dike, ava bike.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk pabendbûna xwe ya ji bo karkirina bi hemû hêzên neteweyî re nû dike, da ku em bigihîjin Sûriyeyeke yekbûyî, demokratîk û ewle, ku tê de rûmeta Sûriyeyiyan parastî be û asoyên paşerojeke birûmet ku hejayî wan be, li pêşiya wan vekirî bin.

Sersala gelê Sûrî pîroz be, aştî ji bo Sûriyê.

31’ê Berfanbara 2025an

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk 

Follow Me