Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî Di Derbara Çewsandina Xwepêşandanên Aştiyane Li Bajar Û Herêmên Berav Û Hundirê Sûriyeyê

Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) bi baldarî û berpirsiyariyeke mezin tevgerên gel û xwepêşandanên aştiyane yên di saetên dawî de li bajar û herêmên berav û hundirê Sûriyê pêk hatine dişopîne. Ev xwepêşandan ku daxwazên rewa û fikarên rasteqîn ên gelê me, yên di derbara paşeroja welat û rêgeha veguherîna siyasî de nîşan didin.

Xwepêşandana aştiyane û derbirîna nêrînan mafekî bingehîn ê her welatiyekî Sûrî ye û stûneke sereke ya her projeyeke demokratîk a cidî ye. Li ser vê bingehê, Meclîs tekez dike ku dengê kolana Sûriyê, dema bi aştiyane bilind dibe, nirxekî şaristanî ye ku divê were rêzgirtin û parastin. Daxwazên rewa guhdarîkirina cidî û bersiveke berpirsiyar dixwazin, ne rûbirûbûna ewlehiyê.

Meclîs xemgînî û sersaxiya xwe ya kûr jibona qurbaniyên ku di van xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne nîşan dide; sersaxiyê ji malbatên wan re dixwaze û daxwaza başbûna lez ji birîndaran re dike. Wendakirina her canekî Sûrî windahiyek nîştimanî ya mezin e û hişyariyeke metirsîdar e ku divê bi cidî li ser were sekinandin. Li ser va bingehî, Meclîs “Hikûmeta Sûriyê ya Demkî” rasterast berpirsiyar ji bo parastina canê welatiyên sivîl û misogerkirina mafê wan ê derbirîna aştiyane bêyî ku rastî ti celebên tundî û çewsandinê werin dibîne.

Meclîs hişyariyê dide, metirsiyên nêzîkatiya ewlehiyê bi dozên siyasî û civakî yên bingehîn re. ku nêzîkatiyên bi vî rengî qeyranan kûrtir dikin û çemberê aloziyan fireh dikin û dibe ku welat ber bi çiravên tundiyê ve bikişînin, ku Sûriyan berdêlên giran ji bo wan dane. Sûriyê îro ne hewceyî biryarên provokatîf e ku welat vegerînin xala destpêkê, lê belê hewceyî aqilmendî û hişmendiya siyasî ye.

Tiştê herî metirsîdar li ser paşeroja welat ne cihêrengiya nêrînan e, lê hewldana bikaranîna wê ye ji bo geşkirina dabeşbûnên mezhebî û herêmî, an jî belavkirina gotina nefretê di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de. Yekitî û cihêrengiya neteweyî, olî û çandî ya Sûriyê bingeha zexm a her projeyeke nîştimanî ya hevgirtî ye.

Li ser vî bingehî, Meclîs bang li hemû hêzên siyasî, civakî û sivîl dike ku diyaloga nîştimanî ya giştgir wek rêya yekane ji bo çareserkirina qeyranan bipejirînin, her wiha li çareseriyên siyasî yên lihevhatî bigerin ku mafên hemû Sûriyan bêyî cudakarî û dûrxistinê misoger bikin. Ev qonax daxwaz dike ku her kes di asta berpirsiyariya nîştimanî de be, aştiya navxweyî biparêze û ji bo avakirina dewleteke demokratîk û piralî bixebite, dewleteke ku rêzê li vîna gelê xwe bigire û rûmeta wî biparêze.

28’ê Berfanbara 2025an

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk 

Follow Me