Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) sersaxî û hevxemiyên xwe yên herî kûr û ji dil pêşkêşî malbat û xizmên qurbaniyên êrîşa terorîstî ya xayîn dike, ku Mizgefta Îmam Elî Bin Ebî Talib li bajarê Humisê hate armanc kirin û başbûna bilez ji bo birîndaran hêvî dike.
Meclîs bi tundtirîn gotinan vê tawanê şermezar dike û tekez dike ku kiryarên bi vî rengî yên tawankar ne tenê pêkhateyekê dikin armanc, lê belê aştiya navxweyî ya tevahiya Sûriyê dikin armanc. Ev êriş bingehên jiyana hevbeş û yekîtiya neteweyî têk dibin, hewl didin nakokiyê biçînin û tundî û bê aramiyê jinûve helberînin.
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk piştrast, ji bo rûbirûbûna terorê pêdivî bi kedeke neteweyî ya berfireh û hevbeş a hemû Sûriyeyiyan heye, ku li ser bingeha hevkarî û berpirsyariya hevpar be. Ji ber ku teror metirsiyeke der-herêmî û pêkhateyî ye û ne tenê gefê li Sûriyê dixwe, lê belê bandora wê digihîje ewlehî û aramiya herêmê û cîhanê jî.
Di vê çarçoveyê de, serkeftina “Rêkeftina 10’ê Adarê” wekî pêdiviyeke neteweyî ya lezgîn tê dîtin û dergehekî serekî ye ji bo ziwakirin çavkaniyên terorê, têkbirina projeyên kaosê û amadekirina zemîna çareseriyeke siyasî ya giştî ku daxwazên Sûriyeyiyan ji bo ewlehî, aramî û dadmendiyê pêk bîne.
Meclîsa Sûriya Demokratîk sersaxiyên xwe ji bo qurbaniyan û başbûna bilez ji birîndaran re dubare dike. Di van rojên ku bi cejnên birayên me yên Mesîhî re hevdem in, MSD tekezî li ser nirxên biratî, jiyana hevbeş, yekîtiya çarenûsê û hevgirtina neteweyî ya di navbera hemû kur û keçên gelê Sûriyeyê de dike.
26’ê Berfanbara 2025an
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk


