Bi boneya hatina Cejna zayinê, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) pîrozbahiyên xwe yên herî germ û ji dil pêşkêşî gelê Sûriyê li her derê û bi taybetî pêşkêşî xwişk û birayên me yên ji pêkhateyên Mesîhî bi hemû dêr û mezhebên wan ve dike. Em ji Xwedê daxwaz dikin, ku ev cejn bibe sedema vegera ewlehî, aramî û geşedanê ji bo tevahiya Sûriyê.
Cejna Zayinê ku bi xwe re wateyên evîn, aştî û hêviyê tîne, îsal di demeke wisa de tê ku Sûriye li ber dergehê qonaxeke dîrokî ya kirîtîk radiweste. Qonaxeke ku tê de hemû Sûrî li benda avakirina dewleteke welatîbûn û dadmendiyê ne; dewleteke ku mîrasa stemkarî, zordestî û dûrxistinê derbas bike û bingehên peymaneke civakî ya nû li ser hîmê wekheviya tam di navbera hemû welatiyan de ava bike.
Mesîhiyên Sûriyê her dem wekî stûneke bingehîn di avakirina şaristaniya Sûriyê de cih girtine û di dewlemendkirina çanda wê ya niştimanî de xwedî kedeke mezin in. Pirrengiya olî, neteweyî û çandî ya Sûriyê çavkaniya hêza wê ya rastîn e. Divê em hemû ji bo çespandina vê pirrengiyê di çarçoveya dewleteke dadmend de bixebitin ku rêzê li her kesî bigire û derfetên wekhev ji her kesî re dabîn bike.
Ew serdema nû ya ku em ji bo Sûriyê dixwazin, divê bi rengekî dawî li ezmûnên rabirdûya bi êş bîne; ew ezmûnên desthilatdariya totolîter û yekdestdariya li ser desthilatê ku welat bi dehsalan di bin serweriya Partiya Baas de tê de jiyaye. Di Sûriya nû de cih ji serdestiya yek partî, yek bîrdozî an yek alî re nîne. Lê belê, divê dewleteke piralî ya rasteqîn be ku li ser bingeha veguhastina aştiyane ya desthilatê ava bike û rêzê li mafê her kesî di beşdariya siyasî û îfadekirina azad a ramanên wan de bigire.
Em bawer dikin ku divê Sûriya nû bibe welatê hemû zarokên xwe, ku tê de maf û azadî werin parastin û rêz li taybetmendiyên her herêm û pêkhateyekê di nav çarçoveya yekitiya niştimanî de bê girtin. Welatîbûna wekhev bingeha avakirina dewleteke demokratîk a nûjen e, ku bi yasayê tê birêvebirin û li ser beşdariya rasteqîn a hemû pêkhateyan ava dibe, dûrî hişmindiyê tunekirin û paşguhkirin ku taybetmendiya serdema borî bû.
Em li pêşberî derfeteke dîrokî ne ji bo derbaskirina bi dehan salên sitem û terorê û ji bo destpêkirina rêgeheke niştimanî ya rasteqîn ber bi azadî û dadmendiyê ve. Ev yek ji her kesî dixwaze ku li dora xalên hevpar ên niştimanî bicivin, nefret û dûrxistinê red bikin û diyalogê wekî rêya avakirina pêşerojê bipejirînin.
Sala nû li gelê Sûriyê pîroz be
24’ê Berfanbara 2025an
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk


