Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî Derbara Bombekirina Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Helebê

Ji ber berpirsiyariya neteweyî û di qonaxek krîtîk de ku pêdiviya wê bi rêjeya hişmendî û xweragirtinê ya herî zêde heye, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi fikarek mezin bombebarana çekên giran, ya li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de li Helebê, ji hêla hêzên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ve dişopîne. Ev êrîşa, ku bû sedema birîndarbûna hevdeh sivîlan û şehadeta jinekê, binpêkirinek xeter e ku jiyana niştecihan û ewlehiya milkê wan dixe bin gefê. Meclîs, ku parastina sivîlan dide pêşîn, van êrîşan wekî tevgerên nepejirandî şermezar dike, ji ber ku li dijî pêdiviyên aramî û aştiya sivîl e.

Ev bûyer binpêkirinek eşkere ya lihevkirinên heyî ye, bi taybetî rêkeftina 1ê Nîsanê ya taybet bi taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de. ku ji bo parastina sivîlan, pêşîgirtina li aloziyê û çareserkirina pirsgirêkan bi mekanîzmayên dîsîplîn û lihevkirî pêk hatiye. Her binpêkirina ji van rêkeftinan re, ne tenê ewlehiya taxên mebestbûyî dixe bin gefê, lê di heman demê de bandorek neyînî li ser hemû hewldanên ku armanc dikin ku aramiyê xurt bikin û pêşî li belavbûna rageşiyê bigirin dike.

Meclîs girîngiya bi pabendbûneke cidî û tevahî, ji bo pêkanîna rêkeftina 10ê Adarê ya di navbera Hikûmeta Demkî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de tekez dike, ku wekî çarçoveyeke neteweyî ye, armanca xwe rêkûpêk kirina têkiliyên di navbera aliyan de, aloziyan kêm bike û rêyeke siyasî û leşkerî ya hevseng veke ku xizmeta berjewendiya giştî ya gelê Sûriyê bike. Her wiha rêzgirtina va rêkeftinê gaveke bingehîn e, ji bo avakirina baweriyê û pêşîgirtina li bikaranîna hêzê di çareserkirina nakokiyan de.

Di vê çarçoveyê de, Meclîs girîngiya çareserkirina pirsgirêk û dosyayên navxweyî yên neteweyî bi vîneke Sûrî ya serbixwe, dûrî her ajanda an hesabên derveyî yên ku xizmeta yekîtiya welêt an jî hêviyên gelê wê nakin, tekez dike. Têxistina faktorên derveyî di karûbarên navxweyî yên Sûriyê de tenê krîzan tevlihev û dirêjtir dike, di heman demê de diyaloga neteweyî ya berpirsiyar û pabendbûna bi li hevkirinên heyî re rêya herî bibandor a çareserkirina nakokiyan dimîne.

Meclîs pabendbûna xwe ya bi pêşîniya çareseriyeke siyasî ya berfireh, yekîtiya axa Sûriyê û redkirina xwe ya kategorîk a kaos û tundûtûjiyê dubare dike. Her wiha nerîna xwe ya di derbara tevlêbûna QSDê, li gorî rêkeftina 10ê Adarê, di pêvajoya avakirina artêşeke neteweyî ya yekgirtî de, bi baweriyek neteweyî ya komgir, bê paşguhkirin an tolhildan û bi awayekî ku parastina wekhev a hemû Sûriyan garantî bike, piştrast dike.

Di encamê de, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bang li hemû aliyan dike, di despêkê de Hikûmeta Demkî, ku pabendî li hevkirinên îmzekirî bibin, berjewendiya neteweyî ya bilind a Sûriyê bidin pêşiyê û bi hev re bixebitin da ku sivîlan biparêzin, agirbestê xurt bikin û piştgirî bidin pêvajoyek siyasî ya neteweyî ku dê Sûriyê bixe ser rêya aramiyê û dewletê li ser bingehên dadmend û komgir ji nû ve ava bike.

Meclîs sersaxiyên xwe yên kûr ji malbatên şehîdan re dixwaze, ji bo şehîdan rehmet û ji bo birîndaran başbûnek bilez dixwaze.

23ê Berfanbara 2025an

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk

Follow Me