Meclîsa Sûriyeya Demokratîk pîrozbahiyên xwe yên herî germ û xêrxwazî pêşkêşî xwişk û birayên me yên Êzîdî li Sûriyê û cîhanê dike, bi boneya Cejna Rojiyê, “cejna Êzî”, cejna ku wateyên qencî, aştî û nûjenkirina giyanî dihewîne.
Ev boneya olî ji bo civaka Êzîdî xwedî nirxeke kûr e, ku dewlemendiya mîrata wan a giyanî û çandî ya kevnar wekî beşek resen ji pêkhateyên dîrokî û civakî li Sûriyê û hêmanek aktîv di cihêrengî û pirrengiya wê de nîşan dide.
Dema ku em di vê boneya pîroz de beşdarî kêfxweşiya Êzîdiyan dibin, em piştrast dikin ku pêşeroja Sûriyê tenê dikare li ser bingeha danpêdana hevbeş, rêzgirtina ji taybetmendiyên olî û çandî re, her wiha parastina azadiya bawerî û pêkanîna rêûresmên olî bê cudahî an paşguhkirin were avakirin. Pirrengî li Sûriyê nûnertiya nirxên neteweyî yên resen û çavkaniya hêz û hevgirtinê dike, ne sedemek ji bo dabeşbûnê ye.
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk pabendbûna xwe ya ji bo bi cihkirina peymanek civakî ya dadmand piştrast dike, ku li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev, garantîkirina tevahî mafên hemû civakan, her wiha damezrandina bingeha pergalek demokratîk a piralî û nenavendî ku hevkariyek rastîn di jiyana siyasî, civakî û çandî de misoger dike.
Her sal Êzîdî di nava qencî û aştiyê de bin, bi hêviya ev bone jibo hemûyan bi aştî û aramî derbas be, her wiha Sûriye di nava aramî û dadmendiyê de bimîne, ku welatek hevgirtina hemû gelê xwe bike.
19ê Berfanbara 2025an
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk


