Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyaniya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Di Derbara Xwepêşandanên Dawî De

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bi fikareke mezin pêşhateyên li çendîn bajarên Sûriyê rûdidin dişopîne, di nav de xwepêşandanên ku welatiyên ji pêkhateya Elewî derketine kolanan, da ku fikar û daxwazên xwe yên rewa yên têkildarî ewlehî, dadmendî û bidawîanîna binpêkirinên mafên mirovan diyar bikin.

Meclîsa piştrast dike ku xwepêşandana aştiyane mafekî xwezayî yê hemû Sûriyan ne û şêweyeke sivîl e ji bo vegotina daxwaz û gazinan. Divê ev maf were parastin û rêz jê re were girtin, bê sînorkirin an jî bikaranîna hêzê.

Êrîş an gefên li dijî her pêkhateyên Sûriyê nayên pejrandin. Divê dewlet erkê xwe yê yasayî yê parastina hemû welatiyan bê cudakarî bicîh bîne, her wiha binpêkirinan lêkolîn bike, ku ew dubare nabin dabîn bike û gavên pêwîst ji bo parastina ewlehî, aramî û serweriya yasayî bigire.

Di vê çarçoveyê de, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk biryara Meclîsa Ewkariyê 2799 ya di 6ê Mijdara 2025an de hate raghandin bi bîr tîne, ku pêwîstiya berdewamiya pêvajoyeke veguhêz a siyasî ya berfireh a bi pêşentigiya Sûriyê tekez dike, her wiha beşdariya hemû pêkhateyên civakê garantî dike, ku berpirsiyariyek zêdetir dixe ser saziyên dewletê, da ku welatiyan biparêzin, rêza mafên wan ên serekî bigirin û di çarçoveyek neteweyî ya hevgir de erêkirina daxwazên wan ên rewa bikin.

Li gorî van bangên navdewletî yên ji bo aramî û dadmendiyê, Meclîs piştrast dike, ku jibo çareserkirina pêşhateyên heyî, pêdivî bi rêza ji mafê xwepêşandana aştiyane were girtin, parastin hemû Sûriyan bê îstîsna, her wiha tevlêbûna di nava diyalogek berpirsiyar de were kirin heye, ku berjewendiyên welêt û yekîtiya gel berî hemû tiştên din were perçav girtin.

Meclîs redkirina xwe ji her ketina nav teşwîqa mezhebî, ku aştiya navxweyî tehdît dike tekez dike û banga hemû hêzên siyasî û civakî dike ku nêzîketiyê bi bûyerên heyî re, wekî pirsgirêkek neteweyî ya ku bandorê li hemû Sûriyan dike, bikin, ne ku pirsgirêkek bi pêkhateyek taybetî ve girêdayî ye.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk piştgiriya xwe ji bo her welatiyekî ku bi şêweyên aştiyane mafên xwe dixwaze tekez dike û pabendbûna xwe ya ji bo xebata ber bi dewletek yasayî û hemwelatîbûnê ve piştrast dike ku rûmeta mirovan diparêze, dadmendiyê û wekheviyê garantî dike, her wiha beşdariya hemû Sûriyan di avakirina pêşeroja welatê xwe yê hevpar de gengaz dike.

25ê Mijdara 2025an

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk

 

Follow Me