Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî Bi Boneya Roja Navdewletî Ya Şermezarkirina Tundûtujiya Li Dijî Jinan

Bi boneya Roja navdewletî ya Ji Bo şermezarkirina tundûtujiya li dijî Jinan, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk pabendbûna xwe ya mayinde ji bo parastina mafên jinên Sûrî û xebata ji bo parastina destkeftiyên siyasî û civakî yên ku wan di salên borî de bi dest xistine, ji nû ve piştrast dike. Ev destkeftî ne diyariyek bûn, lê belê encama têkoşînek dirêj û qurbaniyên mezin bûn, ku ew beşek girîng a projeya demokratîk a ku em dixwazin di Sûriyeya pêşerojê de bi cih bînin.

Ev roj di kêliyeke hestiyar de, ku welat pêre derbas dibe, tê, nemaze piştî pêşketinên ku piştî 8ê Çile û encama guhertinên di asta rêveberî û nûnertiyê de çêbûn. Ku kiryarên hikûmeta veguhêz meylek zêde jibo paşguhkirina jin nîşan dane ku jinan ji navendên biryardayinê dûr bixin, her wiha amadebûna wan sînordarkirine ku rola wan a rastîn an jî asta berpirsiyariyên ku wan di şert û mercên herî dijwar de hilgirtine nîşan nade. Ku encamên hilbijartinên dawî vê yekê nîşan didin, ji ber ku nûnertiya jinan bi hebûna wan a rastîn di civakê de, qels û nelihevhatî bû.

Berdewamiya vê siyasetê şêweyên zordariyê, ji nû ve diafirîne, ku Sûriyan demek dirêj êş kişandine û jinan careke din dixe ber kêşeyên dijwar, çi siyasî, aborî, çi jî civakî bin. Her wiha bi sedan jin hîn jî hatine revandin an bi dara zorê winda bûne, hinên din jî rojane rastî şêweyên cûrbecûr ên şîdet, zext û cudakarîyê tên, nemaze di nebûna mekanîzmayên bi bandor ên parastin û lêpirsînê.

Dûrxistina jinan ji navendên bandorê ne tenê hebûna wan qels dike, lê belê di heman demê de dewlet û civakê jî qels dike, şansên derketina ji krîzê kêm dike. Ji ber Ji nû ve avakirin û arambûn bêyî jinan nayê bidestxistin, her wiha axafina li ser pêvajoyeke siyasî ya serketî ne mimkûn e dema ku jin têne marjînalîzekirin an jî danûstandin pêre wekî sembolan were kirin.

Ji ber vê yekê, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk banga jêrîn dike:

Bidawîanîna hemû cûreyên tundûtujiya li dijî jinan û avakirina mekanîzmayên lêpirsnê yên zelal da ku dabîn bikin ku sûcdar ji cezayê xilas nebin.

Parastina destkeftiyên ku jinan di salên dawî de bi dest xistine, her wiha dev ji wan di bin tu bahaneya siyasî an rêvebirî de bernedin.

Garantîya nûnertiya aktîvkirî ji bo jinan di navendên biryardayinê û di saziyên siyasî û rêvebirî de, bi rêya bendên yasayî û destûrî yên diyar.

Beşdarbûna rêxistinên jinan û civakê di gengeşe û pêvajoyên xêzkirina polîtîkeyan yên têkildarî çareseriya siyasî, nivîsandina destûr û planên ji nû ve avakirinê de.

Peydakirina polîtîkayên neteweyî yên zelal ji bo parastina mafên jinan û zêdekirina beşdariya wan di jiyana giştî de. Pêşeroja Sûriyê dê ne aram û ne jî demokratîk be heya ku jin di biryardayinê û birêvebirina karûbarên welêt de hevkarên tam nebin. Hêzdarkirina jinan ne tenê dirûşmeyek an daxwazek li ser bingeha mafan e, lê belê  şertek bingehîn e ji bo avakirina dewletek dadmend û demokratîk li ser hîmê pirrengî û nenavendîbûnê ye.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk

Roja Navdewletî Ya Şermezarkirina Tundûtujiya Li Dijî Jinan

25ê Mijdara 2025an

Follow Me