Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî Bi Boneya Roja Cîhanî Ya Kobanê

Her sal di 1ê Mijdarê de, Sûrî û azadîxwazên li çaraliyê cîhanê Roja Cîhanî ya Kobanê, roja ku bajêr bi xwîna keç û xortên xwe rûpelek nû di dîroka azadî û rûmeta mirovahiyê de nivîsand, bi bîr tînin

Di vê rojê de, em destana berxwedana ku gelê me li Kobanê di sala 2014an de li dijî rêxistina terorîst DAIŞê nîşan da, bi bîr tînin, dema ku bajarê piçûk bû sembola cîhanî ya berxwedan û serfiraziya li ser hêzên tarîtiyê, her wiha bû çirayek ku rêya têkoşîna ji bo rûmet û demokrasiyê li Sûriyê û herêmê ronî kir.

Serkeftina Kobanê di şerê li dijî terorîzmê de, kêliyek kirîtîk nîşan da û tekez kir, ku vîna gelên azad dikare stûna hêzên tundirê yên xwînrêj bişkîne.

Şerê Kobanê ne tenê parastina erdnîgariyekê bû, lê belê parastina nirxên mirovî û projeyek neteweyî ya demokratîk bû, ku bi wekhevî û pirrengiyê bawer dikir û vîna Sûrîyan ji bona avakirina welatekî ku hemî welatiyên xwe bê cudahî hembêz bike, temsîl dike. Ji dilê wî şerî ezmûna Rêveberiya Xweser derket holê, wek nimûneyek serkeftî ji bo birêvebirina civakê li ser hîmên dadmendî û beşdarbûnê û çarçoveyek rastîn ji bo yekîtiya neteweyî di rûbirûbûna terorîzim û zordariyê de.

Dema ku Meclîsa a Sûriyeya Demokratîk va destana bi heybet bi bîr tîne, ew pabendbûna xwe ya bêdawî ji bo berdewamiya têkoşînê ji bo bidestxistina projeyek neteweyî ya demokratîk û nenavendî, ku dadmendî û hemwelatîbûna wekhev garantî dike û yekîtiya welêt li ser hîmên azadî û pirrengiyê diparêze, ji nû ve piştrast dike. Her wiha ew soza xwe ji bo parastina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin û ji bo berdewamiya xebatên bi rêya diyaloga Sûrî-Sûrî heya gihîştina çareseriyek siyasî ya berfireh ku hêviyên hemî Sûrîyan di avakirina dewletek yasayî û sazumanî de nîşan dide, nû dike.

Di dema ku kêşeyên ewlehî û siyasî berdewam dikin de jî, gefa terorê bi hemî şêweyan berdewam dike ku aramî û yekîtiya Sûriyê dixe metirsiyê. Di vê çarçoveyê de, rola girîng a ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di parastina ewlehî û aramiyê ber çave, bi rêya nimûneya Rêveberiya Xweser a demokratîk, ku bandora xwe di parastina jiyana hevbeş û xurtkirina giyanê hemwelatîbûn û berpirsiyariya neteweyî de nîşan daye.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk rêzê li giyanê şehîdên Kobanê û hemû kesên ku ji bo azadî û yekîtîya Sûriyê fedakarî kirine digire. Banga hemû gelê Sûriyê dike, bi hemû pêkhate û nasnameyên xwe, ku rihê hevgirtin û berxwedanê yê ku Kobanê temsîl dike biparêzin û ji bo paşerojek demokratîk a hevpar ku hêjayî fedakarîyên wan be û rûmeta welat û gelê wê biparêze, bi hev re bixebitin.

 

1ê Mijdara 2025an

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk

Follow Me