Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bi tundî tawana hovane ya ku otobusek li ser rêya Şam-Suweydayê sivîl hildigirtin hat armanc kirin, şermezar dike, ku di encamê de gelek şehîdan jiyana xwe ji dest dan û hejmarek din jî, di nav de zarok û jin, birîndar bûn. Ev tawana hovane bêrêziyeke mezin ji bo pîroziya jiyana mirovan nîşan dide û aramiya welêt û yekîtîya civaka wê di demekê de ku pêdiviya me bi ewlehî û aştiya navxweyî, bêtire armanc digire.
Digel ku em sersaxiyên xwe yên ji dil, ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û ji birîndaran re seametiyek bilez dixwazin, em daxwaz dikin ku hikûmeta demkî berpirsiyariyên xwe yên yasayî, ewlehî û exlaqî bi destpêkirina lêpirsînek demildest û zelal ku bibe sedema destnîşankirina sûcdaran û anîna wan ber dadgehê, her wiha garantîkirina parastina welatiyan li hemî deveran bêyî cudahî, bigire ser xwe. Parastina jiyan û rûmeta Sûriyan erkek neteweyî ye ku nayê paşguhkirin an paşxistin.
Meclîs piştrast dike ku ev bûyer, bêyî ku motîv an sûcdar çi bin, bandorê li hemî Sûriyan dikin, bêyî ku girêdayîbûna wan çi be, her wiha gefê li bingehên aştiya sivîl dixwin, ku kevirê bingehîn ê her projeyek neteweyî ya hevgir e. Berdewamiya tundûtûjiyê tenê xizmeta hêzên tundrewî û parçebûnê dike û birînên ku bi salan e civaka me diêşînin kûrtir dike.
Di vê çarçoveyê de, Meclîs tekez dike ku şerê li dijî terorîzm, tundrewî û tundûtûjiyê beşek yekgirtî yê têkoşîna gelê Sûrî ji bo azadî û aştiyê ye û ew berpirsiyariyek neteweyî ya hevpar e ku pêdivî bi xebatên hevrêz û hevkariya xurt di navbera hemî hêzên ku pabendî yekîtîya welêt û serweriya yasayî ne heye.
Li ser bingeha berpirsiyariya me ya neteweyî, em banga xwe ji bo diyalogek neteweyî ya berfireh dubare dikin ku hemî hêzên neteweyî, siyasî û civakî, bêyî paşguhkirin an yekdestdariyê, di nav xwe de digire, wekî yekane rêya rastîn ji bo rawestandina çerxa xwînrijandinê û ji nû ve avakirina baweriyê di navbera Sûriyan de li ser bingeha dadmendî û hemwelatîbûna wekhev.
Her wiha Meclîs bang dike ku demildest dawî li teşwîqkirina medyeyî û axaftina nefretê were ku parçebûnê gur dike û derfetên têgihîştinê têk dibe. Û piştrast dike ku medya divê bibe pirek ji bo têghiştin û berpirsiyariyê, ne amûrek ji bo teşwîqkirina nefretê.
Em pabendbûna xwe ya bêdawî di xebata ji bo parastina sivîlan, parastina nirxên cihêrengî û dadmendiyê dubare dikin, her wiha piştgiriyê didin her hewldanek neteweyî ya dilsoz ku bicih anîna aştiyê, rûbirûbûna terorîzmê û pêşxistina têgihîştinê di navbera hemî welatiyan de armanc digire, didin.
29ê Cotmeha 2025an
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk



