20ê Cotmehê salvegera heştemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê ye, ku ji rêxistina terorîst a DAIŞê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û bi piştgiriya koalîsyona navdewletî hate rizgarkirin.
Ew rojê serkeftina vîna gelê Sûriyê li ser rêxistinên herî hovane îlan kir, her wiha destpêka qonaxek nû nîşan da, hêvî vegerand bajarê ku bi salan di bin zilm û tecrîd mabû.
Gelê Bakur Û Rojhilatê Sûriyê di şerê rizgariyê de qurbaniyên mezin dan, ku şervanên ji pêkhateyên cûda beşdarî parastina nirxên azadî û rûmetê bûn. Bi saya van qurbaniyan, Reqa jiyana xwe ji nû ve bi dest xist û gelê wê ji bin kavilên şer vehuhezî serdemek aramî û rêveberiya sivîl bû, ku bingeha ezmûnek bêhempa di rêveberiya xwecihî û tevlêbûna civakî de ava kir.
Di demekê de ku Sûriye piştî hilweşîna rejîma rûxiyayî û girtina desthilatdariyê ji aliyê hikûmeta veguhêz ve dikeve qonaxek siyasî ya nû, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk piştrast dike ku ev qonax divê destpêka pêvajoyek neteweyî ya hevgirtî be, ku dewleteke demokratîk nenavendî li ser bingeha hemwelatîbûn, wekhevî û dadmendiyê ava bike. her wiha Rêveberiya Xweser û saziyên wê, li gorî rola wan di şerê li dijî terorê û avakirina nimûneyeke rêveberiyê de, ku cihêrengiyê diparêze û beşdarbûnê pêş dixe, beşek resen ya vê pêvajoyê ne.
Her wiha Meclîs rola girîng a jinan di rizgarkirin û avakirinê de, çi li meydana şer be çi jî di saziyên sivîl û civaka sivîl de be, silav dike. Ku jinan tekez kirin ku beşdarbûna wan stûnek bingehîn a her vejînek rastîn e.
Tevî têkçûna leşkerî ya DAIŞê, gefa îdeolojiya wê hîn jî heye û şaneyên wê yên razayî gefek berdewam li ser ewlehiya herêm û cîhanê çêdikin. Ji vê perspektîfê ve, Meclîs banga hevkariyek navdewletî ya aktîvkirî dike, da ku bi kokên tundrewiyê re rû bi rû bimîne û pirsgirêka girtiyên li kampên El-Hewl û Roj bi awayekî berpirsiyar û berfireh çareser bike, ku dadmendiyê garantî bike û civakan ji metirsiya ji nûve zindî kirinê biparêze
Serpêhatiya Reqayê, ku li ser bingeha hevkariyê, cihêrengiyê û Rêveberiya Xweser e, nîşan dide ku çareserî li Sûriyê di nimûneyek neteweyî de ye, ku hêz û berpirsiyariyê bi dadmendî belav dike, her wiha beşdarbûna hemî Sûriyan di avakirina pêşeroja xwe de, dûrî zordarî û tundrewiyê, misoger dike.
20ê Cotmeha 2025an
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk


