Îro salvegera yekem a hilweşîna rejîma Baasê di 8ê Berfenbara 2024an de ye. Ew bûyera dîrokî xalek veguherînê ya mezin di dîroka Sûriyê û gelê wê de pêk anî, ku piştî çardeh salan ji şer, çewsandin û koçberiyê deriyê qonaxeke nû vekir.
Gelê Sûriyê li hember rejîma ku çaksazî û diyalog red kir, berdêlên giran ji xwîna xwe, aramî û hevgirtina civakî dan, ku zordarî li hember daxwazên aştiyane da meşandin û bi polîtîkayên xwe yên dûrxistinê, navendîbûnek zêde ava kir, ku dewlet xirab kir û civak parçe kir.
Tiştê ku li welêt rûdide, lawaziya ewlehiyê, hilweşîna civakî û nakokiyên xsecihî, ji bilî encamek rasterast a wan polîtîkayan tiştek din nînin, ku îdeolojiya şovenîst a Partiya Baasê kir çavkaniya rewatiyê û bû sedema hilweşîna dewletê li hember veguherînên ku rejîmê êdî nikaribû pê re rû bi rû bimîne.
Piştî salekê ji bidawîbûna rûpela zordariyê, diviyabû ku Sûriyê ber bi rêgehek neteweyî ya zelal ve, jibo ji nû ve avakirina dewletê li ser bingehên demokratîk ên nû ve biçe. Lê belê, hikûmeta veguhêz tevî ku ev saleke paytext kontrol kiriye, hîn jî hişmendiya mîlîşiyatan û baweriyên lêvegerên tenig derbas nekiriye û ne jî zihniyeta dewleta neteweyî ya hevgir pejirandiye, her wiha diyalogeke neteweyî ya berfirehdest pê nekiriye û ne jî saziyên veguhêz ên serbixwe ava kiriye. Lê belê bi heman hişmendiya navendî ya ku berê dewlet xera kiriye, berdewam kiriye.
Tevlî ku peymana di 10ê Adarê de di navbera hikûmeta demkî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de hat îmzekirin gaveke girîng, ber bi rawestandina nakokiyên navxweyî ve bû, lê astengkirina danûstandinan û nebicîhanîna bendên peymanê, digel krîzên zêdebûyî li herêma peravê û Suweydayê, kapasîteya hikûmetê ya sînordar ji bo birêvebirina qonaxa veguhêz nîşan daye.
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, dema ku di vê kêliya neteweyî de silavê li gelê Sûriyê dike, tekez dike ku girîngiya lezgîn a destpêkirina pêvajoyek veguhêz a demokratîk a zelal û îcbarî, li gorî biryarên navneteweyî yên têkildar, di despêkê de biryarên 2254 û 2799, bi şêweyek ku desthilateke veguhêz a rewa ku nûnertiya hemû Sûriyan dike, nivîsandina destûreke demokratîk li ser bingeha peymaneke civakî ya nû, çaksazîkirina saziyên dewletê û avakirina dadmendiyeke serbixwe garantî bike.
Meclîs tekez dike ku serkeftina veguherîna demokratîk beşdariyeke berfirehtir ji hemû beşên civakê hewce dike: hêzên siyasî yên demokratîk, partiyên neteweyî, tevgerên jinan, ciwan û aktorên civaka sivîl, ji ber ku ew hevkarên bingehîn in di avakirina Sûriya nû de. Meclîs her wiha bawer dike ku beşdarbûna civakên xwecihî û saziyên Rêveberiya Xweser di çêkirina polîtîka û biryardanê de gaveke pêwîst e ji bo misogerkirina beşdariyeke rastîn, ne tenê sembolîk be. Wekî din, Meclîs pêdiviya avakirina sîstemeke nenavendî ya demokratîk dibîne ku yekîtîya welêt garantî bike, civakên xwecihî hêzdar bike ku karûbarên xwe bi xwe birêve bibin, belavkirina dadmend a samanan misoger bike, rêzê li pirrengiya etnîkî, olî û siyasî digire û saziyên ewlehiyê ji nû ve saz bike û hêzên leşkerî di çarçoveyeke nû ya ewlekarîya neteweyî de entegre bike, ku parastina welatiyan li ser berjewendiyên hêza serdest dide pêş.
Her wiha Meclîs piştrast dike ku dadmendiya veguhêz şertek ji bo aştiyeke rastîn e û bêyî diyarkirina rastiyan, misogerkirina mafên qurbaniyan û çareserkirina dosyeya girtiyan û windayên bi zorê wekî pêşîniyeke neteweyî ku nayê paşxistin, nikare Sûriyayeke nû were avakirin. Meclîs hişyariyê dide li dijî her hewldanek ji bo veguherandina qonaxa veguhêz bo formalîteyek tenê ku desthilata navendî ya kevin di bin rûyên nû de ji nû ve hilberîne.
Meclîs bawer dike ku rola Sûriyeyê dê di veguherînên jeopolîtîk ên pêşerojê de girîng be, divê Sûrî di çêkirina pêşeroja xwe de bibin hevkar, ne tenê wergirên biryarên yên din. Di vê çarçoveyê de, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bang li hêzên siyasî, demokratîk û jinan ên Sûriyê dike ku xebatên xwe bikin yek, ku bigihîjin dewletên Ereb, welatên Meclîsa Hevkariya Kendavê û civaka navdewletî da ku piştgirîya rêgehek rastîn a guhertinê li Sûriyeyê bikin, ku xizmeta aramiya herêmê û mafên gelê wê bike.
Di encamê de, Sûriye niha di zayineke dîrokî re derbas dibe ku dê forma dewletê û rola wê li Rojhilata Navîn ji nû ve danasîn bike. Tenê rêya misogerkirina serkeftina vê zayinê bi hişmendiya neteweyî ya rastîn û baweriya ku pêşeroja Sûriyeyê li ser azadî, hemwelatîbûn, dadmendî û beşdarbûn hatiye avakirin e.
Rûmet Û Aştî Ji Bo Şehîdan
8ê Berfenbara 2025an
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk


