Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyaniya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Derbara Rewşa li Siwêdayê

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bi fikareke kûr û mijûlbûyî pêşveçûnên rewşa bilez ên li Parêzgeha Siwêdayê dişopîne, ku metirsiyê li aştiya navxweyî û pêkhaeyên neteweyî dixwe. Ev yek birînek nû li laşê Sûriyê yê ku ji ber şer û parçebûnan bi salan e westiyaye zêde dike.

Girbûna pêkhatî, bêyî ku sedemên wê çi bin, nikare ji rêça giştî ya aloziya Sûriyê û nebûna çareseriyên siyasî yên dadmend ku dê êşê bi dawî bikin û rê li ber guhertinek rastîn vekin, were veqetandin. Lêbelê, em di ” MSD” de bawer dikin ku pêveçûna nav rûbirûbûna çekdarî û hêsankirina tundûtûjiyê, xizmeta berjewendiyên milet nake, tenê bêhtir alozî û parçebûnî diafrîne, di dema ku pêdiviya Sûriyê bi dermankirina birînên wê heye, ne ku hîn kûrtir bike.

Di vê çarçoveyê de, em beşdariya hêmanên ji dezgeha desthilata Sûriyê, di sorkirina va pevçûna navxweyî de şermezar dikin. Em vê yekê wekî kiryarek metirsîdar dibînin, ku dûrî rola pêwîstdar e, a ji hêla her hikûmetek berpirsiyar ve tê girtin, ku parastina welatiyan û misogerkirina ewlehî û saxiya wan e, ne ku saziyên ewlehiyê tevlî pevçûnên ku parçebûnê zêde dikin bibin. Her wiha her destwerdana hikûmetê ku tundûtûjiyê girtir dike an jî dibe sedema ku qelşandina civakî kûrtir bibe, ku binpêkirinek eşkere ya berpirsiyariya dewletê ya li hember gelê xwe ye, her wiha welêt ber bi kaoseke din ve dibe.

Em hişyariya metirsiya gotinên mezhebî û nefretê yên ku bi van bûyeran re tên kirin, dikin, her wiha em tekez dikin ku pêwîst e ji va rêya metirsîdar dûr bikevin, ku demek dirêj e pevçûna li Sûriyê sortir kiriye. Yekîtîya gelê Sûriyê ne li ser teşwîqkirina mezhebî ye, lê belê li ser bingehên hemwelatîbûn, wekhevî û rêzgirtina hevbeş wê were avakirin.

Em bang li hemû aliyên, li Siwêdayê û seranserî deverên Sûriyê dikin, ku demildest rageşiyê kêm bikin, xweragirtinê nîşan bidin, her wiha diyaloga avaker li şûna bikaranîna çekan bidin pêş. Em pêwîstiya destpêşxeriyên berpirsiyar ji bo kêmkirina rageşiyan û çareserkirina sedemên rastîn ên krîzan bi rêbazên siyasî û aştiyane yên ku rûmet û pêdiviyên gel didin pêş tekez dikin.

Sûriyê îro bi derfeteke dîrokî re rû bi rû ye, ku ji krîza xwe derkeve, lê ev yek ji me hemûyan daxwez dike, ku em astek bilind a berpirsiyariya neteweyî nîşan bidin û berjewendiyên gelê Sûriyê li beramberî her rojeva teng bidin pêş. Ku Sûriyeyeke nû bi rêya pevçûnên hundirîn nayê avakirin, lê belê bi rêya yekîtîya li ser rêgezê pirrengî, dadmendî û demokrasiyê tê avakirin.

Em, di Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de, helwesta xwe ya pêbawer dubare dikin, ku banga diyaloga Sûrî- Sûrî, redkirina tundûtûjiyê û rêzgirtina vîna gel û pêkhateyan dikin. Em her aloziyeke hundirîn, li her herêmeke welêt, wekî qelskirina projeya çareseriyê û xizmetek ji bo hêzên ku naxwazin Sûriyê saxlem bibe dibînin.

Em dengên hişmend ên gelê Siwêdayê yên ku banga aramiyê dikin teqdîr dikin, her wiha em li kêleka daxwezên gelê wê ne ku maf û rûmeta xwe bi dest bixin, dûrî hizra ferzkirin û zorê. Em banga hevkarên xwe yên welêt dikin, ku ji bo qonaxek nû li Sûriyê, li ser bingeha lihevhatin û guhertinê, ne li ser bingeha nakokî û perîşaniyê, bi hev re bixebitin.

14ê Tîrmeha 2025an

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk

Follow Me