Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyaniya  Salvegera Dehemîn a Komkujiya Kobanî

Di salvegera dehemîn a komkujiya Kobanî, ya ku ji aliyê rêxistina terorîst a reş ve li dijî sivîlên Kurd pêk hat de, em yek ji tawanên herî hovane ên ku hebûna mirovî li Sûriyê armanc girit bi bîr tînin. Di heman demê de, em sembolîzma bajarekî ku radestkirin red kir û bi xwîna  keç û xortên xwe rûpelek bi nirx di dîroka berxwedana li dijî terorîzmê de nivîsand, bi bîr tînin.

Di vê rojê de ji sala 2015an de, piştî ku Kobanî bi wêrekî li hember pêşveçûna rêxistina tundrew li ber xwe da, komên terorîst  bi nepenî derbasî nav taxên wê yên niştecîbûnê bûn û êrîşek hovane li dijî zarok, jin, pîr û kalan pêk anîn. Di dîmeneke karesat de, ku ti kes ji hovîtiya tawanê rizgar nebû, bi sedan mirovên bêguneh di yek ji komkujiyên herî xwînî û hovane yên dîroka Sûriyê ya nûjen de şehîd bûn.

Berxwedana Kobanî xalek guhêrokî di rêgeha  ya diyarker di şerê li dijî terorîzmê de nîşan da. Ew yekem bajarê Sûriyê bû – her wiha jî yekem herêma erdnîgarî ya herêmê – ku bi wêrekî li dijî makîneya tundûtûjî û tekfîrê bi ser ket, di demekê de ku bajarên din bêyî berxwedanek berçav dihatin daqurtandin. Navê Kobanî bûye hemwateya xweragirî, wijdanek zindî yaê mezlûmî ku veguheriye kiryarek berxwedanê ku tevahiya cîhanê sirûş kir.

 

Em, di Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de, va salvegera bi êş bi bîr tînin, em di dengvedana wê de berdewamiya dîmenên kuştina terorîstî dibînin ku hîn neqediyane. Çend roj berê, paytext Şam şahidiya komkujiyek bi êş di hundirê Dêra Ortodoksên Yewnanî ya Mar Elias de kir, dema ku hêzên tundrew êrîşî perestvanên bêçek kirin, di dema ku wan li cihên xwe yên perestgehê rêûresmên xwe pêk tanîn. Her çend rêbaz dibe ku guherîbe jî, lê belê heman zihniyet li pişt van komkujiyan e – hişmendiyek ku mirovahiyê bi navê nefretê qirêj dike û rijandina xwînê bi navê baweriyê rewa dike.

 

Ev salveger ne tenê meseleyek xemgîniyê ye; ew di heman demê de banga seferberkirina vîna neteweyî û navneteweyî dike, da ku şerê li dijî terorê bi hemî awayên wê berdewam bike û pêşî li vegera wê bi awayên nû li axa Sûriyeyê bigire. Rêxistina tundrew bi temamî bi dawî nebûye û şaneyên wê yên razayî û fînansorên wê hîn jî gefek rastîn li ser ewlehî û pêşeroja Sûriyan çêdikin.

Em, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk , bi vê boneyê pabendbûna xwe ya bi rijid bi nirxên dadmeniyê û jiyana hevbeş re piştrast dikin. Em soza xwe ji gelê xwe û hemû civakên Sûriyê re nû dikin, ku em ê têkoşîna xwe ji bo avakirina Sûriyeke ewle û demokratîk, bê zordarî û tundrewî, ku rûmeta mirovan biparêze, yekîtîya civakê biparêze û mafê jiyanê bê tirs, bê tundûtûjî û bê terorî bide gelê xwe bidomînin.

 

25ê Hezîrana 2025an

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk

Follow Me