Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyaniya Şermezarkirina Teqînqa Terorîst A Ku Dêra Mar Elias Li Şamê Armanc Kir

Di bûyerek xwînî de ku wijdanê Sûriyan hejand, teqînek terorîstî êvara Yekşemê li herêma Douweila, li başûr rojhilatê paytext Şamê, dema ku nimêjkar beşdarî ayîna Yekşemê dibûn, qewimî. Li gorî bîlançoyek destpêkê ya bi êş, di êrîşê de hejmarek qurbanî, di nav de şehîd û birîndar, çêbûn, li gel zirarên mezin ên madî di hundirê dêrê de. Ev tawan di demekê de tê, ku welat hîn jî di nav qonaxek veguhêz a tevlihev de, piştî hilweşîna rejîma berê li asoyek ewle digere.

Em, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, va êrîşa terorîstî ya ku sivîl di hundirê cihekî perestinê de armanc girtin bi tundî şermezar dikin. Her wiha em tawanê wekî binpêkirinek eşkere ya yasaya mirovî û nirxên neteweyî û olî destnîşan dikin, ku hewldanek ji bo çandina tirsê û armancgirtina civaka Sûrî ya cihêreng dibînin. Binpêkirina pîroziya cihên perestinê û êrîşkirina giyanê sivîlan sûcek dualî ye, ku li dijî hemû peymanên exlaqî û navdewletî ye.

Meclîs hestên xwe yên kûr ên hevgirtinê û sersaxiyê ji malbatên şehîd û birîndaran re nîşan dide û xemgîniya wan ji bo vê trajediya bi êş parve dike. Her wiha piştrast dikin, ku gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe yên olî û etnîkî, dê li hember hemû cureyên terorîst û tundrewiyê yekgirtî bimîne, ku sûcên wiha dê baweriya wan bi mafê jiyana bi ewlehî û rûmetê lawaz neke.

Ev teqîn hişyariyek metirsîdar û peyamek e ku nayê paşguhkirin e, ji ber ku ew di çarçoveya astengiyên ewlehiyê yên mezinbûyî yên ku Sûriyê piştî hilweşîna rejîma otorîter di 8ê Berfenbarê de pê re rû bi rû dimîne de tê. Ev êrîşek bêhempa ye ji hêla dem û cîh ve, ku ji nû ve nirxandina rewşa ewlehiyê û nirxandinek cidî ya polîtîkayên ku ji bo parastina sivîlan û pêşîgirtina jinûve vegerandina terorîzmê di nav dilê welêt de hewce dike.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, di dema ku şermezarkirina vê kiryara hovane de dubare dike, piştrast dike ku rêya ber bi Sûriyeyek ewle û aram ve di nav lihevkirina neteweyî ya demokratîk û hevkariya dilsoz di navbera hemû hêzên Sûriyê de derbas dibe, ku baweriya wan bi çareseriyek siyasî û dadmendiy heye. Ew tekez dike ku pêwîstiya bi çalakiyek hevbeş heye. Her wiha pêwîstiya xebata hevbeş jibo avakirina dewletek sivîl ku maf û azadiyan dabîn dike û dawî li tundûtûjî û terorîzmê di hemû şêwe û çavkaniyên wê de tîne.

22ê Hezîrana 2025an

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk

Follow Me