Îro em bergî salvegera salane ya Şoreşa 19ê Tîrmehê tên, şoreşa ku bûye nîşaneyek berçav di têkoşîna Sûrî ya ji bo azadî, rûmet û dadmendîyê de. Di va rojê de di sala 2012an de, ji bajarê Kobanî çirûska destpêka projeyek demokratîk a cihêreng dest pê kir, ku ezmûnek bêhempa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava kir. Tê de vîna gel û pêkhateyan a ji bo avakirina nimûneyeke ku xwestekên wan ên hevpar rave bike, her wiha redkirina dûrxistinê, bidestxistina dadmendiya civakî bi rêya Rêveberiya Xweser ku li ser bingeha prensîbên pirrengî û mafên mirovan, yek bûn.
Ezmûna Şoreşa 19ê Tîrmehê tekez kir ku guhertina rastîn ne tenê bi hilweşandina rejîmên zordare, lê di heman demê de bi avakirina alternatîfên siyasî û rêvebirî li ser bingeha nûnertiya dadmend û rêvebiriya zane jî tê. Ku ev nirx îro di ronahiya zêdebûna rageşiya ewlehiyê li Parêzgeha Suweydayê û armancgirtina bi fikar a pêkhateya Durzî, ku demek dirêj e stûnek neteweyî ya bingehîn di dîroka Sûrî de ye, her ku diçe girîngtir dibin. dubare kirina armancgirtina pêkhateyên civaka Sûrî fikarên rewa li ser paşeroja aştiya navxweyî û yekîtiya civakî derdixe hole, ku helwesteke neteweyî ya berfireh ku ji hevrêziyên teng derbas bibe pêwîst dike.
Tiştê ku îro li Siwêdayê rûdide, pêwîstiya lezgîn a projeyek neteweyî ya demokratîk tîne bîra mirov, ku rûmet û parastinê ji bo hemû Sûriyan bê cudahî, garantî bike û çarenûsek hevpar li ser bingeha pirrengî û danpêdana hevbeş bi cih bîne. Di vê çarçoveyê de, em xemgîniya xwe ji ber berdewamiya nebûna nerîneke zelal ji aliyê hikûmeta veguhêz ve di derbara van mijaran de diyar dikin. Em bawer dikin ku rola wê di parastina pêkhateyên civakî û pêşvebirina aramiyê de di vê qonaxa krîtîk de ji asta xwestî kêmtir dimîne, ku derî li pêş alî û rojevên ku dixwazin tiştê ku ji baweriya civakî maye, têk bibin vedike.
Her çend em her hewldanek ji bo bikaranîna krîzan ji bo sedemên ewlehî an mezhebî şermezar dikin jî, em piştrast dikin ku zêdebûn û dabeşbûn ne çarenûs in, ku axaftina teşwîqkirinê tenê xizmeta dijminên guhertin û demokrasiyê dike. Her wiha em bang li hemû aliyên neteweyî dikin, ku ji bo aramkirina rewşê bixebitin, giraniyê bidin dengê hişmend û diyalogê, û li hember hewldanên çandina nakokiyan an jî ji nû ve hilberandina amûrên kevin ên zordariyê di bin dirûşmeyên nûjen de yekgirtî bisekinin.
Di salvegera Şoreşa 19ê Tîrmehê de, em bangek neteweyî ya yekgirtî ji bo hemû Sûriyan dikin: Werin em vê bûneyê bikin kêliyek ji bo bîranîna nirxên damezrîner ên şoreşê – rûmet, dadmend, cihêrengî û beşdarbûn – û werin em têkoşîna xwe ya hevpar ji bo Sûriyeyek demokratîk, nenavendî û piralî bidomînin, ku hemû pêkhateyên xwe hembêz bike û êşa gelê xwe ya ku ji deh salan zêdetir ve berdewam dike bi dawî bike.
19ê Tîrmeha 2025an
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk