Birûska pîrozbahiyê
Ji Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bo Papa Leo 14
Pîrozmend Papa Leo 14
Serokê Dewleta Vatîkan
Bajarê Vatîkanê
Silav û Rêz
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk pîrozbahiyên xwe yên germ bi bûneya hilbijartin û erkdarkirina we ya ser textê papayî, li şûna Papa Francis, pêşkêşî we dike.
Her wiha Hilbijartina we di va dema kirîtîk de, ji bona bawermendan û ji bo gelên ku li aştî û dadmendiyê digerin peyamek hêviyê ya nûjen hildigire. Em, li Sûriyê bi giştî û bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku nirxên jiyana hevbeş û pirrengiyê lê têne bi cih anîn, rola giyanî û mirovî ya Dêra Katolîk pir girîng dibînin û em di Pîrozmendiya we de sembola diyalog û nêzîkbûna di navbera ol û çandan de dibînin.
Em ji bo pîrozmendiya we di bicihanîna mîsyona we ya xanedan de serkeftin û rastkirinê hêvî dikin, em banga hevkariyê dikin ku nirxên rûmeta mirovan pêş bixe û hebûna hemû pêkhateyan, nemaze hebûna Xiristiyanî ya resen li herêma me, biparêze.
Li geli rêz û rûmeta serbar
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk