Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî Jibo Raya Giştî Di Derbara Tundûtûjiya Li Sahnaya Û Jeramana De

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bi fikar û hişyariyeke mezin aloziya leşkerî ya metirsîdar ku li deverên Eşrefiyê Sahnaya û Jeramana li gundewarê Şamê dişopîne, ku metirsiya berferhkirina xeleka tundûtûjiyê di navenda paytexta Sûriyeyê de nîşan dide.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bi tundî kuştin, çavtirsandin, gotinên nefreyê û sorkirina mezhebî şermezar dike. Bang li hemû aliyan dike ku şer rawestînin û aram bibin, her wiha desthilata Şamê bi tevahî ji ber xirabûna rewşê berpirsiyar dibîne.

Meclîs bawer dike ku bikaranîna zêde ya hêzê dê Sûriyê ber bi hilweşînê ve bibe, dê valahiya ku ji hêla rejîma berê ve di navbera gelê Sûriyeyê de çêkiriye firehtir bike û dê derî li ber destwerdana derve veke, nemaze ji hêla wan aliyên ku ewlehî û aramiya welêt armanc digirin û dixwazin li Sûriyê serdest bibin û yekîtî û serweriya wê ji holê rakin.

Li gorî vê yekê, Meclîs bang li desthilata Şamê dike ku ewlehiyê biparêzin, çalakî û kiryarên dijminane yên berdewam rawestînin, her wiha  çavkaniyên sorkirina mezhebî û gotinên nefretê zuwa bikin. Meclîs bawer dike ku lezandina lidarxistina konferanseke neteweyî ya berfireh bi beşdariyeke rastîn û aktîvkirî ji hemû pêkhate û beşên gelê Sûriyê re pir girîng e, da ku rêgeha tevahiya pêvajoya veguhêz were sererastkirin û destûreke neteweyî ya demokratîk û hemdemî were nivîsandin ku hêjayî qurbaniyên gewre ên gelê Sûriyê be, daxwazên wan diyar bike, mafên wan biparêze û dewleteke hemwelatîbûn û dadmendiyê damezrîne.

30ê Nîsana 2025an

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk

 

Follow Me