Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyaniya pêşwazîkirin û piştgiriya konferansa yekrêziya helwesta Kurdî li Sûriyê

Bi dehan salan e, Kurd li Sûriyê sembolek zindî ya êş û zulma neteweyî ne. Ku li ser axa welatê xwe, du caran êş kişandine; Talîya zulma ku bi ser hemû Sûriyan, ên ku li azadî û rûmetê digerin de hatiye û talîya sitemkariya neteweyî ku hebûn û mafê wan ê rawa yê jiyanê armanc girt. Ku hatin girtin, binçavkirin û koçberkirin û ji mafên xwe yên sade bêpar man, Her wiha ew di pêşengtiya wan kesên ku bedelê têkoşîna ji bo Sûriyeyeke demokratîk ji bo hemû gelê wê de bûn.

Di vê çarçoveya neteweyî de, em pêşwaziya lidarxistina konferansa ji bo yekrêzî û helwesta Kurdî li Sûriyê dikin, em va gava dîrokî ku vîna jiyanê û berxwedana giyanê kolektîf li hember dehsalên hewldanên tunekirin û paşguhkiriê nîşan dide, pîroz dikin.

Em piştgiriyê didin hewildanên ji bo yekkirina helwesta neteweyî ya Kurdî di çarçoveya projeyek Sûrî ya berfireh de, baweriya ku doza Kurdî ne pirsgirêkek mezhebî yan herêmî ye dike, lê belê beşek resen ji şerê azadî û dadmendiyê ye, ku ji hêla tevahiya gelê Sûrî ve tê meşandin.

Yekrêziy Kurdî îro stûnek bingehîn e, di avakirina yekîtiya neteweyî ya Sûriyê de. Herwekî ku Kurd beşek ji êşa welat bûn, îro jî ew beşek yekgirtî ya rizgarî û ji nû ve avakirina wî li ser bingehên azadî, demokrasî û pirrengiyê ne.

Hewldana ji bo çareserkirina vê nakokiyê û yekkirina nerîn û helwestên di navbera hêz û aliyên Kurdî de, bê guman dê hêzek zêdetir bide projeya neteweyî ya berfireh a Sûriyê, ku hemû pêkhateyên welêt li ser bingeha mafên wekhev, havpariya rastîn û çarenûsek yekane dihewîne.

Her çiqas em silavê li organîzator û beşdarên vê konferansê dikin jî, em vê gavê wekî jêdereke hêviyê ji bo paşerojek baştir dibînin. Paşerojeke ku enerjî lê yek bin, vîn hevgirtî bin û hemû pêkhateyên gelê Sûriyê li hev bicivin da ku peymaneke neteweyî ya nû tomarbikin, ku nirxên dadmendiyê bi cih bîne, rûmeta hemû kesên ku zulm û bêpar man vegerîne, her wiha Sûriyeyeke azad, demokratîk, piralî û nenavendî ji bo hemû welatiyên wê bê cudahî ava bike.

26ê Nîsana 2025an
Meclîsa Sûriyeya Demokratî

Follow Me