Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî bi boneya Roja Şehîdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Di va roja pîroz de, em bi rêzdarî û heybet karwanên şehîdan ên ku li ser rêya azadî û rûmetê cane xwe dan bi bîr tînin. Em soz didin giyanên wan ên pak, ku qurbanîdana wan dê bibe nîşaneya ku gavên azadîxwezan ber bi avakirina welatekî azad, piralî û demokratîk ve bibe, ku dê ji hemû welatiyên xwe re bê cudahî û bê paşguhkirin be. Roja Şehîdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tenê bîranînek derbasbûyî ye, lê belê di wijdanê gelên herêmê de qonaxek sermedî ye, wateya herî bilind a fedakarî û berxwedaniya li dijî teror, zordarî û dagirkeriyê temsîl dike.

Di sibeha 25ê Nîsana 2017an de, balafirên şer ên Tirkiyê bi bombebarankirina navenda fermandariya leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk û baregeha medyayê ya Yekîneyên Parastina Gel li Çiyayê Qerecoxê tawanek mezin kirin. Di êrîşê de pêşewak ji fermandar û şervanên bijartî ên ku di şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de di pêşengtî dikirin şehîd  bûn.

Êrîşa Qereçoxê ne tenê binpêkirina serweriya xaka Sûriyê bû. lê belê ew yekem daxuyaniya projeya berfirehbûnê ya Tirkiyê bû, ku bi rêya êrîşkarî û dagirkeriyê berfireh dibe, her wiha bi rêya kuştin, koçberkirin û guhertina nasnameya xakê, aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk dibe. Va tawanê xaleke guherînê temsîl kir, ku rastiya êrîşkar a polîtîkayên Tirkiyê eşkere kir, bi armanc girtina kesên ku li dijî terorê şer kirine, tenê ji ber ku ew ji bo azadî û mafên gelên xwe yên resen têkoşiyane.

Şehîdên Qerecoxê, yên ku ji bo parastina mirovahiyê li dijî hovanetirîn rêxistina terorîst canê xwe dan, ne tenê qurbaniyên êrîşkariyê bûn, lê belê di heman demê de sembolên berxwedanê û stûnên bingehîn ên ezmûna demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Her wiha lahengiya wan bandorek kûr li ser têkbirina DAIŞê û bihêzkirina gelên herêmê daku saziyên xwe yên xweser ava bikin, li gorî nerînek hevpar û piralî ku zordariyê red dike û baweriya xwe bi yekîtiya ax û gelê Sûriyê tîne.

Di vê çarçoveyê de, wê êrîşa Tirkiyê ya li ser Qereçoxê ji çarçoveya dîrokî ya dirêj a tawanên ku ji hêla dewleta Tirk ve hatine kirin neyê veqetandin, ku ji komkujiya Ermeniyan di destpêka sedsala 20an de dest pê dike, heya polîtîkayên qirkirinê yên ku îro hebûna Kurd, Suryan, Ereb û Êzidî li Sûriyê armanc digirin. Ew zîhniyeteke kolonyalîst a nûjenkirî ye ku mafên gelên resen înkar dike û hewl dide ku şêwazên kontrolê bi rêya tundûtûjî û terorê bidomîne.

Em, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, li ber giyanê şehîdan bi rêzdarî bejina xwe ditewînin, em soz didin giyanê wan ê pak, ku em ê dilsozê xwîna wan bimînin, paşmaya wan biparêzin û ber bi pêş ve biçin heya ku xewna gelê me yê Sûriyê ji bona welatekî azad, ewle û demokratîk pêk were, ku hêjayî qurbanîdana şehîdan be û rûpela zordarî û dagirkeriyê bê veger bi dawî bibe. Di va roja bi heybet de, em di va rojê de, pabendbûna xwe bi nêzîkatiya diyalogê û xebatên ji bo xurtkirina aştiyê, hêzdana têkiliyên cîrantiya baş, bidawîkirina şeran û avakirina herêmek bê terorîzm û zordarî, ku nimûneya dadmendî û jiyana hevbeş, piştrast dikin.

25ê Nîsana 2025an

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk

Follow Me