Meclîsa Sûriya Demokratîk helwesta xwe di derbara hikûmeta nû ya Sûriyê de diyar dike, yaku di va dawiyê de de hate avakirin, ku diviyabû bibe pêngavek ber bi beşdariya berfireh a nûnerên civaka Sûriyê û nîşana çareseriyeke siyasî ya berfereh ku azarên Sûriyan bi dawî bike û qonaxeke nû ya lihevkirina niştimanî damezrîne.
Me hêvî dikir ku ev hikûmet bi rastî nûnertiya Sûriyan bike, ku cihêrengiya pêkhateyên cûda yên siyasî û civakî yên Sûriyê bike. Lê belê, tiştê ku hate ragihandin ji asata daxwazên neteweyî dûr e, ji ber ku bi yek rengî serdest bû, tevî tevlêbûna hin kesayetiyên teknokrat. Her wiha hukûmetê nûnertiya rast a jinan ku mezintirîn beşê civakî pêk tînin û di van salên dawî de ji yên din zêdetir zirar dîtine, çi ji hêla koçkirin, windakirin, şîdet an paşguhkirina siyasî, berçav negirtiye. Nûnertiya berfereh ya jinan, derbirîna hizireke vekirî ya li hember beşdarbûn û ne cudaxwaziyê ye, her wiha xwe amadekirina ji bona wekhevî û hevsengiya mafan e.
Avakirina hikûmeteke bi vî rengî, nayê çespandin ku gavek ber bi çareseriyê ve ye, ji ber serdestiya eşkere ya yek partiyeke xwedî karaktereke îdeolojîk ku xweşgutin nikarin biguherînin, ligel duruşmên serpêhatî yên di derbara armancên wezaretan de. Berevajî vê, ew ji nûve avakirina nêzîkatiyeke ku ti sûd ji Sûriyê û pêkhateyên wê re bi dest nexistiye. Em di Meclîsa Sûriya Demoqratîk de tekez dikin, ku her hikûmeteke rasteqîn divê li ser hîmê pirensîpa hevbeşiya niştimanî ya rasteqîn bê avakirin, ku ti aliyê Sûrî neyê dûrxistin, lê belê hemû hêzên çalak li ser erdê di nav xwe de bihewîne û hêviyên hemû Sûriyan nîşan bide, bêyî cudahiyên wan ên siyasî, netewî, olî û zayendî.
Nêzîkatiya erkdarkirinê bêyî amajekirina pîvanên beşdarbûn û cihêrengiyê ji dema avakirina komîteya diyalogê û derencamên wê, ji konferansa teşeyî û komîteya danezana destûrî û rêgezên ku ji bo ferzkirina hegemonya li ser jiyana siyasî û ferzkirina rêgeha rêveberiya takekesî ya nedemokratîk xêz kirine, ev hemû ji bo avakirina qonaxeke veguhêz a li gor avakirina jiyana siyasî ya saxlem ji bo rastkirina avakirina dewleta Sûriyê, ne mimkun e.
Em bang li hemû hêzên niştimanî yên Sûriyê dikin, ku bi hev re kar bikin ji bo bidestxistina rêgeheke siyasî ya nû, ku li ser bingehên demokratîk ên rastîn werin avakirin, her wiha mafên hemû pêkhateyan berçav werin giritin dûrî siyasetên dûrxistinê yên ku binkeftina xwe tekez kirine. Her weha em tekez dikin ku pêwîst e şaştiyên berê dubare nebin di bikaranîna amûrên ku bêbandor bûnê, çi di rêvebirina dewletê de an di bidestxistina aramiyê de.
Pêdiviya Sûriyê bi çareseriyên nû yên li ser diyalog û lihevkirinê heye, ne li ser ji nûve hilberandina heman rêbazan ku kirîz kûrtir kirine û êşên Sûriyan dirêj kirine.
30 Adar 2025
Meclîsa Sûriya Demokratîk